MalOmer Dilsoz Pêngava 'Êdî bes e' parastina Kurdistanê ye
Pêngava 'Êdî bes e' parastina Kurdistanê ye
Me heta niha gelek caran li ser
taybetiyên AKP’ê û desthilatdariya wê
nivîsadibû. Lê ev mijar gelek girîng e û
divê hê jî li ser bê sekinîn. Çiko
polîtîkayên destihatdariya þer a AKP’ê her
ku diçe zelaltir dibin û lewre naveroka peyman û
hevdîtinên ku li dijî gelê kurd meþandine jî
bi vî rengî zelal dibe.
Di navbera Artêþa Tirk û
AKP’ê de pirsgirêk hebûn. Ji bo ku ev miþkûle
çareser bibin carna nakokiyên xwe gelek derxistin pêþ.
Ango siyaseta aloz hate tercîhkirin. Meseleya e-muxtirayan û
mîtîngên komarê ji ber vê yekê
diqewimî. Lê beriya hilbijartinan di navbera Buyukanit û
Erdogan de li Dolmabahçeyê hevdîtinek pêk
hat. Di vê hevdîtinê de nakokî û
pirsgirêk piranî bi dawî bûn. Li wir peyman
hate çêkirin. Siyaseta niha tê meþandin naverok û
taybetiya wê peymanê nîþan dide.
Li vir divê mirov kevanekê
veke û bi bîr bixe ku bandora Amerîkayê di vê
peymanê de girîng e. Niha projeya Amerîkayê
ya ‘Îslamiyeta Siyasî’ hatiye pejirandin. Jixwe
Amerîkayê jî dixwest mîsyoneke bi vî
rengî li AKP’ê bar bike.
Lê Artêþa Tirk beriya
hilbijartinên parlamenteriyê fêm kir ku nikare li
hemberî Îslama Siyasî û Tevgera Azadiya
Kurdistanê bisekine. Ango nikare di heman demê de bi van
herduyan re têkoþînê bide û þerê wan
bike. Ji ber vê jî diviya yek ji wan tercîh bikira.
Heke mirov li polîtîkayên dewleta Tirk ên li
dijî gelê kurd binêre mirov bi rehetî fêm
dike ku ew bi zû bi zû nikarin hebûna gelê
kurd nas bikin. Lewre jî Artêþa Tirk tercîha xwe
kir û beramberî windakirina gelek kelehên xwe
(Çankaya, YOK, Turban û hrw.) neçar ma ku li
hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi AKP’ê ango
bi Îslama Siyasî re îtîfaqê çêbike.
Lê AKP’ê bi piþtgiriya
Amerîkayê ev yek baþ bi kar anî. AKP’ê
yekser xwe wekî hêza demokrasiyê nîþan da û
di qada navneteweyî de jî Artêþa Tirk wekî
hêzeke ku pêþî li demokrasiyê digire teþhîr
kir. Ango ev fersend ji aliyê destihlatdariya AKP’ê ve
bi awayekî hate bikaranîn. Hem ji vê meseleyê
ranta hilbijartinê xwar û hem jî artêþ
teþhîr kir. Heta gelek caran îdia kir ku ew dixwaze
pirsgirêka kurd jî çareser bike. Bi van gotinan û
propagandayê tenê armancake AKP’ê hebû û
ew jî ew bû ku Artêþa Tirk jî bikiþîne
cem xwe.
Tabî Artêþa Tirk û
ekîba Yaþar Buyukanit jî hin hesab hebûn. Her
çiqas ew bê çare hatibin hiþtin jî wan jî
beramberî pêþîvekirina li Îslama Siyasî
xwest ku AKP ji sedî sed li gorî dilê wan
polîtîkayên þerê li dijî kurdan
bimeþîne. Ango ji hikûmetê însiyatîfa
þer xwest. Li ser vê daxwazê Gul, AKP û Erdogan
welat bi welat geriyan û vê carê peyamên
wekî; ‘hûn piþtgiriyê bidin me da ku em PKK’ê
biqedînin, wekî din em amade ne ku Tirkiyeyê bi her
awayî bixin xizmeta we’ dan. Bi vê propagandaya xwe
xwest her kesê bixapîne û AKP’ê gelek
derdor jî xapandin.
Hêzên derve yên
navneteweyî hemûyan berjewendiyên xwe di AKP’ê
de dîtin. Gelek ji wan jî alîkariya AKP’ê
kirin. Wan hêzan jî bi derewa ‘AKP hêza
demokrasiyê ye û li dijî artêþê
sekiniye’ bawer kir û gotin ku ew alîkariya AKP’ê
dikin. Armanca wan jî ew bû ku desthilatdariya Erdogan
xurttir bikin.
Lê esas AKP projeya Amerîkayê
bû. Çiko bi AKP’ê Îslama Siyasî li
mintiqê pêk anî. AKP diviya xurt bûya ku
bikare wê projeyê bixe dewreyê. Bi taybetî ji
bo ku li Kurdistanê AKP bi awayekî xurt ji hilbijartinan
derkeve her tiþt kir. Armanc ew bû ku li hemberî Tevgera
Azadiya Kurdistanê AKP’ê li Kurdistanê bikin
alternatîf. Dewleta Tirkiyeyê jî hemû derfet
seferber kirin. Jixwe piþtî hilbijartinan AKP’ê got ku
ew dixwaze hemû Kurdistanê bi dest bixe. Bi vî
rengî xwest bawerî bide dewletê ku dema ew
piþtgiriyê bidin wan ew dikare piþta Tevgera Azadiya
Kurdistanê biþkinê û Kurdistanê dagir bike.
Beramberî vê yekê
pêþiya Abdullah Gul vekirin ku bibe serokkomar. Lê
beriya hilbijartinê Artêþa Tirk nehiþtibû ku Gul
bibe serokkomar. Çiko wê demê hêj tifaqa wan
temam nebûbû û AKP’ê sozên li ser
tasfiyekirina PKK’ê û gelê kurd dabûn
Artêþa Tirk bi cih neanîbûn. Lê bi
hilbijartinê re ev baweriya artêþê xurttir bû.
Lê hejmara 22 parlementeran a DTP’ê ne di hesaba wan de
bû. Wan digot ku DTP nikare komê ava bike. Lê DTP
ligel astengî û polîtîkayên zor û
zehmet hesaba wan xira kir. Niha jî plana wan ew e ku koma
DTP’ê tasfiye bikin. Jixwe Buyukanit mesaj dabû û
gotibû DTP, PKK’ê temsîl dike û divê
pêþî li vê yekê bê girtin. Piþtre jî
zext zêde bûn û rayedarên partiyên
hatin girtin, doz li parlementeran hate vekirin.
Lê Tevgera Azadiya Kurdistanê
bi berxwedan û têkoþîneke xurt hesabên van
hêzan xira kirin. Her çiqas wan ji hin hêzên
cîhanê piþtgirî wergirtibe jî kurdan di warê
leþkerî û siyasî de serî li ber wan
netewandiye û berxwedan didome.
Li gel van polîtîkayên
qirêj û gemar kurd bêdeng neman û ‘Pêngava
Êdî Bes e’ dan destpêkirin. ‘Êdî
Bes e’ ne pêngaveke ku di nava mehek an jî du mehan de
pêk bê û bi dawî bibe. Ne karê salekê
ye jî. Hemleya Êdî bes e heta armanc û hedefa
xwe pêk bîne, dê bidome. Heke ev hedef zû pêk
bên ev pêngav jî zû digihije armanca xwe.
Heta ku hedefên gelê kurd pêk tên ev pêngav
dê bidome. Heke em dixwazin ku ‘Pêngava Êdî
Bes e’ dirêj nedome, divê em armancên wê zû
pêk bînin. Lewre jî divê kadro û
xebatkar li gorî vê rastiyê tevbigerin. Divê
gelê kurd jî bi hemû hêza xwe vê
pêngavê bigihînin armanca esasî. Heke çalakî
û xebatên rêxistinî li ser van hedefan bên
meþandin dê ev pêngav bigihije armanca xwe. Armanca vê
pêngavê ew e ku em siyaseta înkar û îmhayê
ya li ser Rêber Apo, li ser gelê kurd, li ser Tevgera
Azadiya Kurdistanê û saziyên kurd biþkênin.
Em van polîtîkayan qebûl nakin û jê re
dibêjin; ÊDÎ BES E! Em ji dagirkeriya li ser
Kurdistanê re dibêjin; ÊDÎ BES E!
This entry was posted on 11-02-2008 08:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 20 time. You can leave a comment.
Last update on 11-02-2008 08:14 Views: 375
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 375