Rojbûna Rêber Apo li gel
hemû astengiyan li Kurdistanê ji aliyê gelê
kurd ve hate pîrozkirin.
Bi hezaran kurd ji gelek bajarên
cuda ketin rê û meþek ber bi cihê ku Rêber
Apo lê hatiye dinê, ango Amarayê ve li dar xistin.
Kurdên ku nikaribûn beþdarî vê meþê
bibin jî li cihê ku lê dijîn bi çalakiyên
ku li dar xistin rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Kurd, wateyeke cuda didin rojbûna
Rêber Apo. Rojbûna Rêber Apo ne weke rojbûneke
ji rêzê dibînin.
Kurd rojbûna Rêber Apo weke
rojbûna gelê kurd a vejînê dibînin. Ji
ber vê yekê ye ku, rojbûna Rêber Apo weke
rojbûna xwe dibînin.
Nêzîkatiya kurdan a ji bo
rojbûna Rêber Apo ya bi vî awayî, heta dawiyê
nêzîkatiyek û helwesteke di cih de ye. Jixwe ne
mumkûn e ku kurd ji bilî vê helwest û
nêzîkatiyê xwedî helwest û nêzîkatiyeke
din bin. Bandor û pêþketinên ku Rêber Apo li
ser kurdan pêk anîne her car wateyeke dîrokî
îfade kirine. Wisa ku, di dîroka gelê kurd de bûye
destpêkek, ango mîladek. Ji ber vê yekê ye
ku, heke gelê kurd ji bo dîroka xwe venasîneke weke
‘Berî Rêber Apo’ û ‘Piþtî Rêber
Apo’ diyar bike ev yek di cih de ye.
Bi rastî jî dîroka
gelê kurd, divê weke ‘Berî Rêber Apo’ û
‘Piþtî Rêber Apo’ bê nirxandin.
Dîroka berî Rêber
Apo, rastiya gelekî ku li ber tunebûnê ye îfade
dike. Ji bo vê rastiya gel, piþtî serhildana Agiriyê
ya ku bi xwîn û komkujiyê hatiye çewisandin
îfadeya “gelê mirî”, piþtî serhildana
Dersîmê bi destê çanda leþkerî jî
îfadeya “gelê ku mehkûmê jiyaneke kedxwar
e’ hatiye bikaranîn. Vê rastiyê mohra xwe li
dîroka gelê kurd a berî Rêber Apo daye.
Rastiya gelê kurd piþtî
Rêber Apo bi tevahî guheriye. Gelê kurd bûye
xwedî nasnameyeke ku ji nû ve vejiyaye. Bi vî awayî
kurd ji nû ve derketine sahneya dîrokê. Kurdan êdî
ji kurdbûna xwe þerm nekirine. Kurdan dest bi weke kurdan
axaftinê, weke kurdan fikirînê, weke kurdan jiyanê
kirine û hatine merheleke wisa ku êdî li ser navê
xwe têkoþiyane. Ev yek ji bo kurdan ji xeynî pêkhatina
jinûvezayîneke din tiþtek nîn e.
Kurdan di rojbûna Rêber Apo
de, bi vî awayî rojeke ku ji bo wan mîlad e pîroz
kirine. Di serî de jinên kurd hemû kurdan di nava
vê pîrozbahiyê de cihê xwe girtiye.
Jin jiyan e. Rêber Apo jî
ev yek weke ‘Jin û Jiyan’ bi nav kiriye. Dîroka ku
piþtî Rêber Apo destpêkirî di serî de
jî vejîna jinê û cihgirtina wê ya di
sahneya dîrokê de îfade kiriye. Li ser bingeha vê
rastiyê jina kurd ji her kesî zêdetir xwedî
li têkoþîna xwe derketiye. Ev xwedîderketin, hê
zêdetir hêz daye Rêberê xwe.
Ciwan jî xwedî li rêberê
xwe derketine. Ciwantî zindîbûna jiyanê ye.
Heke ku ciwan nebin mirov nikare behsa jiyanê û zindîbûna
wê bike. Ciwanên ku berî Rêber Apo ji nasname
û rastiya xwe hatibûn dûrxistin û
nêzîkatiyeke weke xulamekê lê hat kirin li
gel Rêber Apo gihîþtine nasname û rola xwe ya
bingehîn. Ji ber vê yekê ye ku li dijî aliyên
mirî, tiþtê ku hucreyên jiyanê yên
zindî radike ser piyan ciwan in û ciwanan di vê
yekê de rola xwe lîstine. Li ser vê bingehê
Tevgera Apocî di destpêka xwe de xwe weke tevgereke
ciwanan birêxistin kiriye.
Ji heft salî bigire heta heftê
salî, ji gundiyan heta karkeran bigire hemû kedkar û
gelê kurd li rêberê xwe yê ku ciwan û
jin lê xwedî derketine xwedî derketiye. Bi vî
awayî hemû kurd di rojbûna rêberê xwe
de derketine qadan.
Pîrozkirina rojbûna rêberê
xwe ya gelê kurd êdî bûye kevneþopiyek. Ev
kevneþopî her sal dubare dibe û li gorî cewhera
wateya vê kevneþopiyê tê pêþwazîkirin.
Cewhera vê kevneþopiyê jî, felsefeya têkoþîn
û jiyana Rêber Apo ye.
Gelê kurd, bi felesfeya têkoþîn
û jiyana Rêber Apo rojbûna wî pîroz
dike. Di çarçoveya vê rastiyê de ji xwe re
bingeh digire ku jiyanê vejîne û ruh û giyanê
bide xwezayê. Bi vê wesîleyê rojbûna
Rêber Apo weke ‘cejna çandina daran’ dibîne.
Gelê kurd, rojbûneke din a
Rêber Apo pîroz kiriye. Di salvegera dehemîn a
girtina Rêber Apo de ev pîrozbahî xwe pêk
aniye. Vê rastiyê rojbûna Rêber Apo hê
zêdetir watedar kiriye. Gel bi van pîrozbahiyên xwe
raxistiye ber çavan ku di kîjan þert û mercan de
be, heke di dawiya wê de mirin jî hebe ew dê xwedî
li rêberê xwe derkeve.
Ev rastî gelek dijberên
Rêber Apo yên ku dijberên kurdan e ditirsîne.
Ji ber vê ye ku ev kesên hemû caran ji jiyan û
felsefeya têkoþîna Rêber Apo ditirsin li dijî
wî di nava êrîþekê de ne. Îro jî
wê êriþa xwe bi jehrdayîna wî û bi
awayê qesta kuþtina wî nîþan didin.
Rêber Apo, sax û selametiya
xwe û jiyana xwe li gorî têkoþîna gel eyar
kiriye. Deynin aliyekê ku xwe ji gelê xwe cuda dibîne,
xwe bi her tiþtê xwe ji bo gelê xwe feda kiriye. Di þert
û mercên herî girîng de jî her kêlik
û dema xwe bi têkoþîna xwe ya ji bo gelê xwe
diborîne. Ji bo gelê xwe hilm û nefesê digire
û dide û li ber xwe dide.
Gelê kurd, rojbûna rêberê
xwe yê dilsozê wî bi vî awayî pêþwazî
kiriye. Bi vî rengî dema ku gelê kurd rojbûna
Rêber Apo pîroz kiriye roja xwe pîroz kiriye. Hemû
rojbûnên Rêber Apo destpêkeke nû û
ji nû ve nirxandina jiyanê dîtiye. Bi vî
awayî wate daye hemû tiþtên ku Rêber Apo di
zarokatiya xwe heya niha jiyaye.
Gelê kurd di rojbûna Rêber
Apo de pêngaveke nû daye destpêkirin. Ev pêngava
ku bi meþa Botanê dest pê kiribû di 15’ê
Sibatê de dirûveke nû girtiye, di Newrozê de
gihiþtiye asta bilind û di 4’ê Nîsana rojbûna
Rêber Apo de veguheriye dilsoziyeke mezin a Rêber Apo.
Gelê kurd rojbûneke nû
ya Rêberê xwe bi vê zanebûnê pêþwazî
kiriye û pîroz kiriye, ji niha pê de jî dê
bi vî awayî pîroz bike. Li ser vê bingehê
dê her 4’ê Nîsanê bike destpêkeke nû
û xwe di nava têkoþînê de her tim nû
bike.
This entry was posted on 07-04-2008 11:27. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment.
Last update on 07-04-2008 11:27 Views: 393
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 393