MalMem Mîrxan Ji bo em karibin bêjin, 'em serfiraz in'
Ji bo em karibin bêjin, 'em serfiraz in'
Em di pêvajoyeke ku dikare dîroka têkoþîn û gel de girîng bê binavkirin
re derbas dibin. Heger em di vê pêvajoyê de berpirsyarî û wezîfeyên dikevin ser
milên xwe bi cih bînin, dê mumkûn be em bi tîpên zêrîn gotina “em serfiraz bûn”
di dîrokê de binivîsînin.
Gotina “Em serfiraz in” ji bo me wateyeke wê ya mezin û kûr îfade dike,
heye. Ji ber vê yekê jî ji bo me berpirsyariyeke mezin e ku em gotina “Em
serfiraz in” bikin malê dîrokê. Tenê bi vê yekê namîne, her wiha wê were wateya
ku me berpirsyariya xwe ya li hemberî þehîdan jî pêk aniye.
Gotina “Em serfiraz in” li zîndana Amedê hevalê Kemal Pîr bi lêv kiribû.
Beriya sala 1982’an her çiqas berxwedaneke lehengî hatibû nîþandan jî, zilma
mêtingeran li zîndana Amedê gihîþtibû asta wehþetê. Di pêvajoyeke wiha de dema
berxwedana mezin a rojiya mirinê ya
14’ê temmûzê dest pê kir, hevalê Kemal Pîr, bi standina nefeseke kûr re gotina, “Ey Azadî, tu çiqasî
bedew î” bi kar tîne. Piþtî ku ji dadgehê vedigerin hucreyan jî gotina “Em
serfîraz in” diqîre. Dema hevalê Kemal Pîr gotinên “Ey Azadî tu çiqasî bedew î”
û “Em serfiraz in” bi kar tînê, þahiyeke bêhempa dijî. Ji ber vê yekê jî ji qêrîna “di asta ku di riya wê de
bimire, ji azadiyê hez dike” jî paþde namîne.
Ev gotinên hevalê Kemal Pîr, ji bo me ferman û berpirsyariyên wiha ne ku
pêwîst e pêk werin. Heta îro girêdayîbûna
bi vê fermanê, li gorî berpirsyarî û zanistiya vê yekê tevger ji bo me bingeh
bû. Îro jî, sibê jî em ê bi heman berpirsyarî û zanistiyê tevbigerin.
Ev gotinên hevalê Kemal Pîr, li
ser me ferz dike ku em bêtir mîna fermanê bigirin dest, bi berpirsyarî û
zanistî tevbigerin. Pêvajoya em tê re derbas dibin, tê wateya pêvajoya ku her
yek ji me li ser kûr bibe û li gorî vê yekê tevbigere. Her wiha ev pêvajo li
ser me ferz dike ku tam mîna Apociyekê/î em tevbigerin.
Destnîþankirina Rêber Apo ya ji bo milîtanekî PKK’î “Mêze
dike fêm dike, pêk tîne, têdigihije” ye. Ev tespîta Rêber Apo, þêwaza tevgera
ku pêwîst e milîtanên PKK’î esas bigirin û girîngiya demê ji bo wî destnîþan
dike. Pêvajoya em tê de ne jî, bi heman rengî ye. Li me, di þêwazê tevgerê de
sivikayî, di demê de derengnemanê ferz dike.
Serhildanên gel ên bi meþa Botanê dest pê kirin û di Newrozê de gihîþtin
zîrveyê, berxwedana li Gabarê dest pê kir û li Zapê gihîþt zîrveyê, bûn
amadekarê pêvajoya di girîngiya dîrokî de ya niha em dijîn.
Ji aliyê hêzên þerê taybet ve ji bo AKP û Fethullahvanan roleke taybet
hatibû dayîn da ku welatê me ji nû ve ji aliyê bîrdozî û siyasî ve dagir bikin.
Lê belê di vê pêvajoyê de bi berxwedan û pêngavan ev yek hate darbekirin. Li
dijî gerîla, þêwaza tevgerê û taktîkê yê bi artêþa taybet ku di qada leþkerî de
rejîmê xwe organîze kiribû, têk çû. Li hemberî van jî gelê bi xwe pêþengiya xwe
dike, bi rêberiya pêþengê xwe, derxiste holê ku tevgera gel a rêxistinkirî û
zanistî tu caran têk naçe. Gelê me rewabûna xwe ava kir, mîna Rêber Apo jî
dibêje rastiya ku dikare “demokrasiya bêdewlet saz bike” danî holê. Ev rastî di
pêvajoya em tê re derbas dibin de rastiya berpirsyariyê nîþanî me dide.
Pêngava me ya “Êdî Bes e” kete pêvajoyeke nû. Di pêvajoya li paþ ma de
pêngava “Êdî Bes e” encamên erênî afirandin. Di pêvajoya borî de encamên ku
pêngava “Êdî Bes e” afirandin ji yên dihatin hêvîkirin bêtir bûn. Pêngava “Êdî
Bes e” hemû gelê me hembêz kir û li hemberî tevahiya paþverûtiyên têne kirin
gihîþte asta, “Êdî Bes e”. Tenê bi vê jî bi sînor nema, di asta rêxistinî û
kadroyî de jî ji bo kêmasiyên em dijîn jî hate gotin “Êdî Bes e”. Wateya van
tevan vekirî ye: Ji bo hemû kêmasiyên heta îro me jiya, ji bo hemû paþverûtiyan
tê gotin “Êdî Bes e”. Ev dide xuyakirin ku ji bo têkoþîna me û gelê me
destkeftiyeke çawa heye, her wiha em di pêvajoyeke çawa re derbas dibin.
Li vir divê þaþ neyê fêmkirin ku her tiþt li gorî pêwîstiya wê pêk hat û
encama ku derkete holê ji ber tiþtên ku me kirin hate bidestxistin. Fikirîna
wiha dê were wateya þaþî û xwe xapandinê. Hin tiþt hatin kirin. Ev tiþtên ku
pêwîst bûn em bikin.
Pêwîstiya wan sozan bûn ku ji bo gel û hevalên þehîd me
dabûn. Xizmeteke ku pêwîst e bi cih were. Lê belê ev ne bes in. Ev encameke ku
bi pêkanîna ji dehan yekê tiþtê em bikine. Heger hêza me ya mayî jî me karibûya
têxin tevgerê, me dê ji van encaman gelekî mezintir tiþt bi dest bixista.
Pêwîst e ev yek bê dîtin. Amadekarê destkeftiyên heyî jî Rêbertî ye. Berxwedana
Rêbertî ya li Îmraliyê, tevî tecrîd û helwesta tunekirinê, ew lîstina rola xwe
bû sedem ku encameke bi vî rengî bê bidestxistin. Destekftiyên li holê, li ser
vê bingehê encamên tercîha gelê ku Rêbertiya xwe diþopînê û li gorî tespîtên
Rêbertiya xwe tev digere ne. Bi dîtina van rastiyan divê encamên hatine
bidestxistin û pêvajoya em tê re derbas dibin were watedarkirin.
Di pêvajoya em tê re derbas dibin de rejîma þerê taybet dixwaze têkçûna
jiyî ye berovajî bike. Hewl dide ku aloziya naxweyî bike malê civakê û li
welatê me þerê qirêj berfirehtir bike. Bi vî rengî dixwaze yekitiya hundirîn a
ji hev belav bûye careke din pêk bîne. Li hemberî vê nêzîkatiya rejîma þerê
taybet, divê tevgereke bihîstyartir û
derfetê nade sistiyê were nîþandan. Divê bi gotinên “Em serfiraz in, hin encam
me bi dest xistin” sistî çênebe. Ev gelekî xeter e. Hem ji aliyê nêzîkahî hem jî ji aliyê encamên
hatine bidestxistin ve ev yek wiha ye. Di vê qonaxê de, divê em pirsa, “Me çi
kiriye ku em li ser razên” ji xwe bikin û tu caran em ji bîr nekin ku
destkeftiyên heyî encamên berxwedana lehengî ya þehîdên me ne. Ev pêwîstiyeke
exlaqî, wijdanî û þoreþgerî ye.
Pêngava me ya “Êdî Bes e” di pêvajoya borî de encamên serkeftî derxistin
holê. Lê ev nayê wateya ku pêngava “Êdî Bes e” bi dawî bûye. Nêzîkahiyeke bi vî
rengî þaþ e. Pêngava me ya “Êdî Bes e” dikeve qonaxeke nû. Ev jî tê wê wateyê
ku destkeftiyên heta niha hatine bidestxistin, bibin hêz û rêxistinbûyîneke
berbiçav. Ev, her wiha tê wateya
bilindtirkirina berxwedana me ya heyî.
Rêber Apo wezîfeya “Hestyarkirina dewletê ji bo demokrasiyê” û
Demokratîzekirina civakê” daniye ber me. Hestyarkirina dewletê ji bo
demokrasiyê, di hilbijartinên giþtî, hilbijartinên herêmî û xistina tevgerê ya
hêzên demokrasiyê de gihandina demokrasiyê ya ewlekariyê bi qanûnî dikare pêk
were. Demokratîzekirina civakê tiþtekî cuda ye. Tê wateya bêdewletiyê û bêyî ku
xwe bispêrê dewletê, bi têrbûna xweser, bi bikaranîna dînamîkên civakî û bi
hêza wê ya xweser, sazkirin, pêþxistin û parastina demokrasiyê ye. Di pêvajoya
ku pêngava “Êdî Bes e” dikeve asteke nû de, pêwîst e berpirsyarî û wezîfeyên me
li gorî vê yekê bêne destnîþankirin.
Di demeke ku di dîroka têkoþîn û gel de di pêvajoyeke girîng re em
derbas dibin, heger em berpirsyarî û wezîfeyên ku pêngava me ya “Êdî Bes e” li
ser me ferz dike bi cih bînin, mîna hevalê Kemal Pîr jî dibêje, em ê derfeta em
bêjin, “Em serfiraz in”, “Azadî tu çiqasî bedew î” bi dest bixin.
This entry was posted on 21-04-2008 12:34. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 21-04-2008 12:34 Views: 272
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 272