MalAhmet Dere Îcar dora rewþenbîr, çepgir û demokratan e
Îcar dora rewþenbîr, çepgir û demokratan e
Di encama êrîþên
Komara Tirkiyeyê yên li ser Qadên Parastinê
yên Medyayê û baþûrê Kudistanê
de pevçûnên dijwar pêk hatin. Di pevçûnan
de Komara Tirkiyeyê wendayiyên mezin dan. Heger israra
xwe ya di þer de bidomînin wê wendahiyên wan
zêdetir bibin.
Ji mirina leþkeran û wendahiyan
Komara Tirkiyeyê bixwe berpirs e. Hêzên azadiya
kurd, di parastina rewa de ne. Ev jî mafê wan ê
xwezayî ye. Heta êrîþên Komara Tirkiyeyê
bidomin û pirsgirêka kurd çareser nebe ev mafê
herî xwezayî wê were bikaranîn. Li hemberî
êrîþên dijwar yên Komara Tirkiyeyê
hêzên azadiya Kurdistanê wê heta dawiyê
li ber xwe bidin. Di encama bikaranîna vî mafê
pîroz de, wê dawî li þerê taybet-qirêj
yê tê berÞrehkirin bînin.
Þerê taybet-qirêj ne tenê
li hemberî gelê kurd tê bikaranîn. Di hedefa
wan de tevahiya gelê Tirkiyeyê heye. Avêtina ser
gelê Tirkiyeyê bi fatoreya vî þerê
taybet-qirêj yê li welatê me tê meþandin jî
xuya dibe.
Gelê kurd li hemberî þerê
taybet-qirêj berpirsiyariya xwe bi cih tîne û dê
vê yekê bidomîne. Berxwedana qehremanî ya
gerîla û serhildanên gelê me yê
welatparêz ku qadên çalakiyê dagirtin vê
yekê piþtrast dikin. Li hemberî þerê taybet-qirêj
gelê me bi giþtî tevî gerîlayên xwe
bersiva herî watedar da. Lê pêwist e ev bersiva
gelê me li Tirkiyeyê jî were nîþandan.
Ciwanên kurd yên li metropolan di vê wateyê
de hewl didin berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Pêwistiya
vê yekê li ber çavan e.
Pêwist e helwesta li dijî
þerê taybet-qirêj a tê nîþandan bi gelê
me bisînor nemîne. Ji ber ku tevî gelê me
gelê Tirkiyeyê jî ji vî þerê
taybet-qirêj zirarê dibîne. Ji ber hindê jî
pêwist e mîna gelê kurd, gelê Tirkiyeyê
jî li hemberî vî þerê taybet-qirêj
nerazîbûna xwe nîþan bide.
Li Tirkiyeyê helwesta hin
rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir a li
hemberî þerê taybet-qirêj tê zanin. Ev
helwesta ku pêwist e erênî bê dîtin û
destekirin têrê nake. Dijberiya þerê taybet-qirêj
gerek bi vê çerçoveyê bisînor nemîne
û gelê Tirkiyeyê jî hembêz bike.
Helwesta rewþenbîr, demokrat û
derdorên çepgir watedar û girîng e. Sedema
watedarî û girîngiya wê jî ew e ku ji
gotinên tên bikaranîn bêhtir hewesta wan mîna
hebûneke pratïkî xwe nîþan dide.
Dibe ku di destpêkê de
helwesta rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir
çerçoveyeke bisînor be. Ev girîng e. Ji ber
ku ev yek di nava xwe de girseyîbûnê jî
diparêze. Gavên tên avêtin her diçe
mezintir dibin û nêzî tevahiya gelê Tirkiyeyê
wê were hembêzkirin.
Gelê me û gerîla þerê
psîkolojîk yê Komara Tirkiyeyê tarûmar
kiriye. Mija ku þerê psîkolojîk reþandibû
jî belav dibe. Perdeya mija ku asteng dike ku gelê
Tirkiyeyê rastiyan bibîne ji holê rabûye.
Divê rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir
ên Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin û
li hemberî þerê taybet-qirêj bikevin nava tevgerê.
Derfetên madî û
siyasî yên hêzên ku þerê taybet-qirêj
dimeþînin pir in. Dixwazin van derfetan wergerînin hêzê
û bi kar bînin. Ne mumkin e ku di vê yekê de
serkeftî bin. Bi hestên neteweperestî girseyan
bêþiûr dihêlin û dixin tevgerê lê
ev jî rêveberên þerê taybet-qirêj bi
ser naxe. Divê neyê jibîrkirin ku DYA ku li cîhanê
þerê taybet-qirêj hêrî bi bandor û
pêþketî bi kar dianî jî di vê yekê
de bi ser neket.
Li hemberî þerê taybet ku
DYA’yê li Vîetnamê dimeþand, bersiva herî
watedar û bihêz dîsa ji aliyê rewþenbîr,
demokrat û derdorên çepgir yên DYA’yî
ve hat pêþxistin. Ev helwesta ku hate nîþandan, DYA
bêzar kir. Dîsa Fransaya ku li Cezayîrê þerê
taybet-qirêj dimeþand ji ber helwesta rewþenbîr,
demokrat û derdorên çepgir kete nava zehmetiyan.
Têkoþîna li Cezayirê bu sedem ku li Fransayê
di rêveberiyê de guhertin pêk werin. Bi vê
yekê jî bisînor nema, hêz da tevgera ciwanan
û wê mora xwe li dîroka Fransayê xist.
Rastiyên ku li cîhanê
hatin jiyîn ev in. Pêwist e rewþenbîr, demokrat û
derdorên çepgir yên li Tirkiyeyê jî
hêza xwe bibînin. Xwedî potansiyel in û ew
hêza vê yekê ne. Li Tirkiyeyê kevneþopiya
rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir bihêz
e. Ji ber vê kevneþopiyê tim hatiye xwestin ku di bin
zextê de bê hiþtin. Li hemberî vê yekê
jî di demên cuda de mora xwe li dîroka siyasî
ya Tirkiyeyê xistine. Pêla çep û bilindbûna
pêla civakî ya di navbera salên 1970-1980’yî
de îspata vê yekê ye. Divê rewþenbîr,
demokrat û derdorên çepgir yên Tirkeyeyê
li gorî vê rastiya xwe karibin tevbigerin. Rewþenbîrî,
demortakbûn û çepgirî tê wateya
alîgirtinê. Þopandina pêþveçûnan û
di navberê de veqetandina cihekî ji bo xwe nabe helwesta
rewþenbîr, demokrat û çepgiran. Yên xwe di
navberê de dibînin di rastiyê de dibin hevkar û
piþtevanên þerê taybet-qirêj û rêveberên
wî þerî. Rewþenbîrê franseyî J. Paul
Sartre ji ber vê yekê sekna rewþenbîrên
Franseyî a li hemberî þerê Fransa ku li Cezayîrê
dimeþîne bi tundî rexne dike.
Divê ev rastî ji aliyê
rewþenbîr, demokrat û derdorên çep yên
Tirkiyeyê ve bê dîtin. Çawa ku rêveberên
þerê taybet-qirêj êrîþên xwe yên
berfireh kirine mîna rêbaza dawî dibînin,
divê rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir
vê pêvajoyê mîna derfeteke ku ji bo
demokratîzekirina Tirkiyeyê hatiye afirandin bibînin
û bikevin nava tevgerê. Ev derdor çi dikin divê
îro bikin. Heger îro ev pêvajo baþ neyê
nirxandin sibê pir dereng e. Rêveberên þerê
taybet-qirêj vê rewþê ji bo xwe bi kar tînin.
Dixwazin valahiya heyî bi rewþenbîrên sexte û
demokratên li gotinê ku gotinên çepgir bi
kar tînin tije bikin. Divê derfet neyê dayin. Bêyî
dereng bimînin divê bikevin tevgerê. Di vê
çerçoveyê de divê xwepêþandanên
protestokirina þerê taybet bên lidarxistin, daxuyanî
bên dayîn. Komên ku mîna mertalên zindî
tevger dikin divê bên avakirin. Dikarin tevgera reda
wijdanî bi pêþ bixin. Bicihanîna van tevan, dikare
pêþiya rewþenbîr, demokrat û derdorên
çepgir veke ku li Tirkiyeyê rola xwe bilîzin.
Rewþenbîr, demokrat û
derdorên çep yên rast, di pêvajoyeke wisa de
wê rola xwe ya esasî bilîzin. Heger ev rol bi cih
were, wê demê jiyana demokratîk a hevbeþ a kurd û
tirkan wê saz bibe. Êrîþa dawî ya rêveberên
þerê taybet-qirêj ku li hemberî Qadên
Parastinê yên Medyayê û baþûrê
Kurdistanê pêk anîn, ji bo lîstina vê
rolê derfet û zemîn amade kir. Gelê kurd
nîþan da ku ev rol bi cih aniye û di demên pêþ
de jî dê bi cih bîne. Niha dor dora rewþenbîr,
demokrat û derdorên çepgir û gelê tirk
e ku li hemberî þerê taybet-qirêj helwesta xwe
nîþan bidin û bikevin tevgerê.
Berxwedana kurdan dînamîka
demokratîkbûna Tirkiyeyê ye
Þerê taybet-qirêj yê
li welatê me tê meþandin, Tirkiyeyê gihandiye ber
merheleyeke gelekî nazik. Dikarê bê gotin ku
paþeroja Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de wê
were diyarkirin. Rêveberên þerê taybet-qirêj
dixwazin li gorî xwe þêweyê bidin vê
pêvajoyê û êrîþên xwe zêde
dikin. Dixwazin li gorî vê yekê jî encamê
bi dest bixin. Hemû hêz û çavkaniyên
xwe ji bo vê yekê seferber dikin. Lê belê li
hemberî vê yekê gelê kurd bi giþtî
berxwedaneke mezin nîþan da û ji ber berxwedana gelê
kurd þkestin. Di vê wateyê de gelê kurd
berpirsiyariyên xwe bi cih anîne û nîþan
dide ku dê berpirsiyariyên xwe her bi cîh bîne.
Berxwedana gelê kurd, mîna
dînamîkeke bingehîn a demokratîzebûna
Tirkiyeyê rola xwe dilîze. Bi lîstina rola
demokratîk, li pêþiya demokratîkbûnê
tu astengî namînin. Divê ev kêmasiya li
pêþiya demokratîkbûna Tirkiyeyê bê
derbaskirin. Yên ku vê kêmasiyê derbas bikin
jî ji rewþenbîr, demokrat û derdorên çepgir
yên Tirkiyeyê pê ve ne tu kes in.
This entry was posted on 03-03-2008 09:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 03-03-2008 09:31 Views: 531
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 531