"Zarokên baž" ên Yažar Buyukanit serbest hatin berdan. Êrîž li hemberî Qadên Parastina Medyayê û bažûrê Kurdistanê pêk hatin. Serokê DTP'ê Nurettin Demirtaž hate girtin. Ev hemû kareyên ku ji wêneyê Tirkiyeyê hatiye kižandin cihê xwe di nav jiyana siyasî û dîrokî de girtine. AKP jî weke partiyekê çiqasî bi rejîma žerê taybet re bûye yek weke rastiyekê derketiye holê.
Kesên ku bixwazin rastiya Tirkiyeyê bibînin û bixwazin fêm bikin ku ev pêžketin ber bi ku ve diçin, dema li van dîmenan binihêre dê her tižtî fêm bikin.
Rejîma Žerê Taybet li Tirkiyeyê li ser înkara kurdan konsepta îmhayê xistiye dewreyê. Serbestberdana "zarokên baž" ên Yažar Buyukanit, bombebarankirina bi ser Qadên Parastinê yên Medya û bažûrê Kurdistanê; girtina Serokê DTP'ê Nurettin Demirtaž tev delîl in. Pižtî hilbijartinên 22'yê tîrmehê AKP ji bo ku cihê xwe yê li ser qoltixa desthilatdariyê saxlem bike berpirsyariya siyasî ya konsepta îmhakirina kurdan jî girt ser milê xwe. Ji ber vê jî di van êrîžên ku ji her eniyê ve bi ser kurdan tê kirin de rista AKP'ê diyarker e.
Rejîma Žerê Taybet ji partiyên berê yên ku bûbûn hikûmet zedetir weke partî mîsyonek daye AKP'ê. AKP jî ji bo ku cihê xwe yê li desthilatdariyê saxlem bike vê helwesta rejîma Žerê Taybet li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Li gorî vê rastiyê rûyê AKP'ê yê rasteqîn hatiye težhîrkirin. Li ser vê yekê jî ji hikûmeta AKP'ê re hikûmeta Žerê taybet hate gotin. Pižtî hilbijartinên 22'yê tîrmehê bi pêvajoya avakirina hikûmeta re bi her awayî žerekî qirêj ê taybet hatiye mežandin û gurkirin. Ev žerê qirêj-taybet, bi beždariya hin derdorên hevkar û xayinên kurd weke tê zanîn bi aktorên nû tê mežandin.
Pižtî hilbijartinan gežedanên ku di dema hikûmeta žerê taybet AKP’ê de hatine jiyandin, bal hate kižandin ku berjewendiyên rejîma žerê taybet û AKP’ê gihîžtine hev. Ev herdû jî li ser dijîtiya li hemberî kurdan gihîžtine hev û noqteya ku AKP û rejîme žerê taybet li hev kirine ev e. Di vê pêvajoyê de derketiya holê ku AKP ne tenê di hikûmetê de her wiha di desthilatdariya dewletê de jî bandorker be. Pižtî hilbijartinên 22’yê tîrmehê lingên dewletê yên bingehîn ku weke daraz, qanûndanîn, birêvebirin ku însiyatîfa wan ketine destê AKP'e vê yekê rast derdixe. Serokomar AKP'î ye. Serokê Meclîsê AKP'î ye. Taybetiyên tarîqetparêziya Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn tê zanîn. Her wiha saziyên YOK û TRT ku weke saziyên bingehîn ên dewletê tê zanîn jî ji aliyê AKP'ê ve hatiye dagirtin. Ev tev bi îcazeta rejîma žerê taybet, bi hevdîtina R. Tayip Erdogan û Yažar Buyukanit ku li kožka Dolmabahçeyê bi awayekî taybet hatine cem hev û bi encama mutabaqateke hevbež pêk hatine.
Bi îcazeta rejîma žerê taybet ku AKP’ê di qoltixa desthilatdariya dewletê de cihê xwe saxlem kiriye, li gorî berjewendiyên žerê taybet e jî. Rejîma Žerê Taybet li ser berjewendiyên hevpar bi AKP'e re li hev kirine. Heta mirov dikare bêje ku lihevkirineke wêdetir AKP’ê kiriye weke dûvikê xwe yê siyasî.
Di dawiya sedsala 20'an de bi hilwežîna sosyalîzma reel re di nava hevsengiya cîhanê ya guhartî de, hêzên sermayedar yên global heta wê rojê lingekî ku weke nakokiyeke dijber didîtin winda kirin. Ev yek jî hižt ku sermayedarên global bikevin nava geriyana dijminên nû û hewcedarî argumanên nû bû. Li ser vê yekê îslama radîkal ji bo xwe wekî neyarê herî mezin îlan kir. Ji ber vê jî ketin nava hewldanan ku ji xwe re li hêzên hevkar-sîxur ku di nava tevgera radîkal a islamî de hêzên bi rengê Hespê Trûvayê ku bikaribin tevbigerin. Avakirina partiyên wek AKP'ê encama vê yekê ye. AKP ku xwediyê karaktereke wiha ye, tu astengî li pêžiya wê tune ne ku bibe dûvika sivîl a žerê taybet. Ev rastî, bingeha têkiliya Rejima Žerê taybet ku ji bo AKP'ê daniye holê û naveroka mîsyona wê nîžan dide.
Rejîma Žerê Taybet çavên xwe ji rejîma AKP’ê re ku cihê xwe yê qoltixa desthilatdariya dewletê saxlem dike re digire û bi vî rengî AKP ya Îslama Siyasî bi kar tîne û derfeta ku muxalefeta nava civakê notralîze dike, bi dest dixe. Bi vî awayî li hember înkar û îmhakirina klasîk a dewletê ku civak ji rêgeha dewletê ya îdeolojîk û siyasî dûr ketiye ji nû ve dîsa li dora žere rejîma taybet ve dicivîne.
Heke ne ji hikûmeta AKP’ê bûya rejîma žerê taybet nikarîbû vê wêrekiyê nîžan bidana û ew qas êrîž nedikirin. Rejima žerê taybet li hundir çawa AKP'e bi kar tîne li derve jî li hemberî dewletên herêmê bi kar tîne. Bi dewletên re têkiliyên germ datîne û bi hev re li hemberî PKK'e êrîžan li dar dixin. Di heman demê de têkiliya AKP'ê ya bi sermayedarên navneteweyî re jî bi kar tîne. Ev hemû li gorî berejewendiyên rejîma žerê taybet pêk tê.
AKP ku li ser dijberiya kurdan bi rejîma žerê taybet re li hev kiriye, di nava raya gižtî de hêvî û bendewariyên ku hatine afirandin ji aliyê rejîma žerê taybet ve tê bikaranîn. Îro, hin derdorên ku divê di nava eniya li hemberî AKP’ê têdikožin de cihê xwe bigirin, lê helwestekê nîžan nadin di rastiya xwe de ev tižt heye.
AKP bi rewža xwe ya dijberiya kurdan gihîžtiye asteke xeternak e. Bi navê îslamê, gelê me yê misilman ku girêdayî ola xwe ye di bin bandora xwe de dihêle. Dîsa di heman demê de AKP dixwaze xwe bispêre hinek xayin û hevkaran. Vê yekê jî bi navê îslamê dixwaze pêk bîne.
Bi vî awayî çawa di dema darbeya ležkerî-fažîst a 12'ê Îlonê û di salên 1990'î de rejîma žerê taybet weke çekekê îslama sexte bi kar anî, îro jî dixwaze bi kar bîne. Di dema 12’ê Îlonê ya cunta de bi devê generalan ku xwe dispêre serokatiya karê diyanetê û di salên 1990’î de bi destê Hizbî-Kontra kirine. Niha jî xwe dispêre AKP’ê û li gorî žertên hatine guhartin pêk bîne.
AKP û rejima žerê taybet bûne yek. Dema ku mirov li rastiya AKP'ê binêre dê bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin fêm bike. Heke ev rastî neyê dîtin, fêmkirina žerê qirêj ku di dema AKP'ê de çima ew qas hatiye zêdekirin ne mimkûn e. Mixabin hê jî kesên ku vê rastiyê nabînin û fêm nakin hene. Bêdengiha wan a li hemberî serbest berdana "zarokên baž" ên Yažar Buyukanit, êrîžên li hemberî Qadên Parastinê yên Medyayê û bažûrê Kurdistanê re girtina Nurettin Demirtaž re, ji vê rastiyê tê.
This entry was posted on 24-12-2007 08:38. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 31 time. You can leave a comment.
Last update on 14-01-2008 09:04 Views: 796
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 796