• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
20
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Helbet gotineke me jî heye
Helbet gotineke me jî heye Binivîse E-posta
 

Li hemberî Têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurdan di çarçoveya þerê taybet de þerê psîkolojîk bi berfirehî tê berdewamkirin. Çapemenî û weþanên tirk li gorî biryarên MGK’ê tevdigerin û weþangeriya xwe dikin. Qunciknivîs û nûçegihanên wan wekî mihemedokan tevdigerin. Bi vî þerê psîkolojîk li ser bîreweriya civakê bombebarandina psîkolojîkî dikin. Bi her awayî berê civaka tirk li gorî xwe diguherînin ser hewaya þer û berê wî didin þer. Mixabin ev þer li ser civaka tirk bandorê dike. Li hemberî ew qas þerê psîkolojîkî bêdengiyek heye û ev jî rastiyek e.

Her roj an jî ji du rojan carekê wekî ku raporên þer bidin li dû hev derewên xwe di Tv’yan de diweþînin. Nûçegihanên mihemedok bi nûçeyên derewîn herêm bi herêm li ser bîreweriya civakê derewan direþînin.

Wisa xuya ye ku wê vî þerê psîkolojîk demeke din jî bimeþinin. Di vê çarçevoyê de peywir û berpirsiyarî dikeve ser milên azadî û demokrasîxwazan. Ev rastî der tê hemberî me. Ji lew re ancax van derdorên azadî û demokrasîxwaz karin vê pêla þerê psîkolojîk biþikênin û pûç bikin.

Ji bo ku þerê psîkolojîkî bi ser bixînin herî zêde bi ser çapemeniya alternatîf ya azad ve diçin, êrîþ dikin. Bi riya qelemþorên sextekar û xayîn û hevkaran vî karê xwe dikin. Ji ber vê jî herî zêde divê xwedîtî li çapemeniya azad û demokratîk bê kirin.

Li Tirkiyeyê her roj an jî du rojan carekê rojnameyek tê girtin, doz li wan tê vekirin; çapkirin û belavkirina wan tê astengkirin. Sedemê vê êrîþ û girtina çapemeniya azad ew e ku bandora þerê psîkolojîk di nava civakê de bêtir bi cih û saxlemtir bikin. Ji ber vê jî divê ku ji her gavî zêdetir xwedîtî li çapemeniya azad bê kirin. Ev jî dibe helwesta durist a li hemberî þerê psîkolojîk.

Divê ku xwedîtî li çapemeniyê bê kirin, heta ji belavkirinê bigire heta karên din divê piþtgiriyeke cidî bê dayîn. Ku bi vî rengî bê kirin wê gaveke dîtir li hemberî þerê taybet bê avêtin. Her wiha divê ku li hemberî xayîn û sîxuran jî helwesteke cidî bê nîþandan. Herî zêde van xayîn û sîxuran di þerê kirêt û gemar de tên xebitandin. Ev kesan her roj an jî du rojan carekê derdikevin Tv’yan û li hember têkoþîna azadî û demokrasiyê heqaret û îthaman dikin.

Ev kesên ku þerê taybet li wan xwedî der tê di nava civakê de rûreþiya wan derketiye meydanê. Teþhir bûne. Divê ku ev kes zêdetir bêne teþhîrkirin da ku nikaribin di nava civakê de serê xwe rakin. Divê ku bi bîra wan kesên ku li van xayîn û sîxuran xwedî derdikevin bê xistin ku ka çi tiþtê xirab dikin.

Çend roj berê hinek kesên ku xwe wekî lîberal û demokrat dibînin daxuyaniya xwedîderketina li xayîn û sîxuran dane. Ev kes bila baþ bizanibin ku li kê xwedî derdikevin. Divê ku bibînin van çawa piþtgirî didin þerê taybet û çi anîne serê gelê kurd, çawa êrîþî nirxên gel kirine... A van tekoþîna îdeolojîk nîn e.

Kesên wekî Mehmet Metiner, Altan Tan, Enver Sezgin, Ümit Fýrat, Sertaç Bucak xwedî wê hêzê nîn in ku tekoþîna îdeolojîk bidin. Ew xwedî wê hêzê nîn in ku bi serê xwe van tiþtan bibêjin. Tiþtê ku karin bikin fîrfîrkê bidin destê wan û ew jî li fîrfîrkê bixin. Îro ew firfîrka ku lê didin hêza þerê taybet daye destê wan û ew jî lê dixin. Ew bi tevahî peywira ku þerê taybet daye ser milê wan pêk tînin. Ji ber vê jî hinek kesên ku dertên û xwedîtiyê li wan dikin hinek pirsan tînin hiþê mirov. Gelo ev derdoran jî van kesan li gorî xwe bi kar tînin!... Divê ku xwedîtî li van kesan neyê kirin. Divê ku kesên li hemberî gel tawanbar bin nêzîkahiyek musamahakar nebînin.

Tiþtekî din jî ew kesên xwedîtî li van kesan dikin dualî jî lê dixin. Hem li wan xwedî derdikevin hem jî li hemberî êrîþên nirxên gel jî bêdeng dimînin. Her bêdeng dimînin. Divê ku ji vanan bê pirsîn: Waliyê Elezîzê digot “ji min re serê wan jê bikin bînin!” Serfermandarê wan Yaþar Buyukanit digot; “divê ji bo her leþkerekî deh hezar gerîla bila bimire”. Dema ku ev gotinan dihatin gotin ew kes li ku bûn. We xwe di kîjan kadînê de veþartibû.

Neheqiyên bi vî rengî dema li hemberî kurdan bên kirin, dema ku êrîþ pêk tên hûn ê bêdeng bimînin, lê dema kurd bersivê bidin kesên ku êrîþî wan dikin hûn ê li hember derkevin. Tiþtekî wisa nabe. Wê demê dê kesek jî we guhdarî neke. Demokratbûn û lîberalbûn ne ev e. Demokratbûn ew e ku helwesta xwe li cem kesên mazlûm nîþan bidin, li hemberî kiryarên kesên zalim bisekinin û li cem kesên ku li dijî zaliman têdikoþin cihê xwe bigirin. Kesên ku li van bêþexsiyetan xwedî derdikevin divê ji xwe bipirsin kesên li hemberî gel sûc kirine, kesên êrîþî nirxên gel kirine ma mafdar in û li gorî vê bikevin nava helwestekê.

Li hemberî demokrasî û azadiya kurd þerekî kirêt û taybet tê meþandin û gurkirin. Rêveberên þerê psîkolojîk di rastiya xwe de sûcên li hemberî mirovahiyê hatine kirin dixwazin gel pê nehise û nebîne, bi vî rengî karên xwe dimeþînin. Li Kurdistanê þeþ herêmên din îlan kirin ku di herêma taybet a ewlekariyê de ne, ketine nava hewldaneke bi vî rengî. Bi temamî ketina nav hewldanên ku polîtîkayên xwe yên îmhayê ku li ser kurdan ferz dikin û êrîþên li ser gel veþêrin.

Kesên ku ji xwe re dibêje ez demokrat û lîberal im divê dengê xwe li hemberî van kesan derxe. Heke hêzeke ku vê helwestê nîþan bidin di xwe de dibînin, divê vê yekê bikin.    

Çapemenî weke amûrên aktîf ên þerê psîkolojîk tên bikaranîn. Weþanên çapemeniyê ev rola bêyom ku ji bo wan hatiye dayîn dilîzin û rastiyan berevajî dikin û bi vî rengî civakê dixapînin. Her wiha hêzên xayîn ên hevkar jî dê bixwazin ku rolê ji bo wan hatiye dayîn dê bilîzin.

Lê divê bê zanîn ku, li hemberî van kesan helbet dê hin kes derkevin û gotineke wan jî hebe.

Têkoþîna me ya demokrasî û azadiyê ev gotinên xwe gotine û dê hê jî bibêje. Tu hêz û quwet dê nikaribe vê yekê asteng bike. Hêza tu hêzên xayîn-hevkar û weþanên çapemeniyê ku bi awayekî aktîf weke amûrê þerê psîkolojîk tên bikaranîn, têrî vê yekê            nake.

    
17-12-2007 16:30 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 17-12-2007 16:30. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 26 time. You can leave a comment. Last update on 14-01-2008 09:04
Views: 664    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;