MalAhmet Dere Girźdana bibīranīna Menekže bo me ferz e
Girźdana bibīranīna Menekže bo me ferz e
Di dema ku Komploya Navneteweyî
diket sala xwe ya dehemîn de, di çalakiyên pêk
hatin de ciwanê welatparêz yê bi navê Yahya
Menekže ku 15 salî bû hate qetilkirin. Li vir em
dixwazin ragihînin ku em Yahya Menekže bi rêz bi bîr
tînin, ji bo malbata wî, xizmên wî û
hemû gelê kurd em sersaxiyê dixwazin. Xwepêžandanên
îsal yên 15’ê Sibatê girîng bûn.
Ji ber bersivdayina hewldanên gihandina komployê yên
encamgirtinê ev xwepêžandan û çalakiyên
žermezarkirina komployê xwedî girîngî û
wateyeke giranbuha bûn.
Komplogerên navneteweyî,
dixwazin pêvajoya bi dîlgirtina Rêber Apo hatibû
destpêkirin, derxin asteke din. Di vê asta nû ya
komployê de li dijî gelê kurd planên
tevkujiyê hatine amadekirin û gelê kurd kirine
hedef. Di 10’emîn salvegera komployê de, tevî
dayîna žehîdan xwedîderketina gelê me ya li
Rêbertiya xwe bersiveke watedar e ku da hêzên
komploger. Pêwîst e ji bo xwepêžandanên 15’ê
Sibatê ku bi zanistiya vê rastiyê pêk hatin
li gorî vê rastiyê wate û nirx bê
dayin. Di 15’ê Sibatê de gelê me starta
pêvajoyeke nû daye. Ev di encama tercîha gelê
me ya bi zanistî û rêxistinî pêk
hatiye. Di rewža heyî de hêzên komploger, li
pêžberî xwe tevahiya gelê me dîtin. Starta
nû ya gelê me di salvegera 15’ê Sibatê de,
bi xwe re berpirsyarî û wezîfeyên nû jî
derxistine holê. Ev jî tên wateya berdewamkirina
pêvajoya hatiye destpêkirin, amadekariyên li gorî
wê û rêxistinkirina wê.
Di pêvajoya pêž de divê
starta di 15’ê Sibatê de hatiye dayîn bidome, ji
aliyê din ve jî divê rê li helwestên
bixwazin vê astê pažve bikižînin neyê
vekirin. A rast ew e ku gel biryara xwe bi zanistî daye, dîsa
ew ê destnîžan bike ka dê çi bike. Gelê
me wê biryara xwe bi rêxistinbûyîn û
disîplîneke xweser bide. Divê ev rastî tu
caran neyê jibîrkirin. Gelê me di nava xwe de
çiqasî rêxisinkirî be, çiqasî
karibe bibe hêza biryarê wê ewqasî nêzî
azadî û demokrasiyê bibe. Ji ber vê yekê
jî divê kêmasiyên heyî di dema herî
zû de bên derbaskirin.
Hêzên navneteweyî yên
komploger, bi beždarkirina komployê ya tevahiya gelê me
dixwazin bi pêž bikevin, lê di heman demê de wê
tevahiya gelê me mîna hedef bînin dijberî
xwe. Wateya vê yekê gelekî zelal e. Êdî
di pêvajoya niha de gelê me li derveyî dewletê,
wê bi rengekî azad û li ser bingehê
rêveberiyên herêmî xwe birêxistin bike.
Rêber Apo ev encamên niha
ji zû ve dîtibûn û li gorî vê
yekê jî nêzîkbûn destnîžan
kiribû. Dibêje bila di nava civakê de mirovekî
bi tenê yê ne rêxistinkirî nemîne.
Destnîžan dike ku pêwîst e her kes bibe endamê
komunekê. Balê dikižîne ser rêxistinbûyîna
civakê û pêwîsitiya li gorî pîže
û bežên kar. Destnîžan dike ku pêwist e
jin, ciwan, zarok, kal, kedkar xwe birêxistin bikin û
rola xwe bileyîzin. Balê dikižîne ser
rêxistinbûyîna civakê ya derveyî
dewletê. Dema van tevan destnîžan dike, her wiha proje û
perspektîfên jiyana demokratîk a komunal jî
bi pêž dixe.
Jiyana demokratîk a komunal,
modela rêxistinbûyîna civakê ya derveyî
dewletê ye.
Welatê me xwedî çavkaniyên
dewlemendiyên xwezayî ye. Xweza bi comerdî li
hember gelê me tevgeriyaye; çem pir in, petrol û
maden zêde ne. Tevî vê yekê jî gelê
me ji aliyê aborî ve hatiye dorpêçkirin,
muxtacî parsê hatiye kirin.Tê xwestin gelê me
bi birçîbûnê terbiye bikin, dema serî
hildide jî zext û tevkujî li ser tên
mežandin, hewl tê dayin bêrêxistin bimîne.
Tê xwestin gelê me bi
polîtîkayên bêbext û kûr yên
metîngeriyê ber bi xizaniyê ve bê kižandin.
Tižtên AKP û Fethulahvan dikin jî di nava vê
rastiyê de cihê xwe digirin. Dewlet bi destê AKP’ê
dixwaze gelê me yê hatiye xizankirin, lîstikên
mîna mîkrokredî û hwd. bi xwe ve girêbide.
Bi vê yekê tê xwestin gelê me bê
nasname bimîne, bêhtir koletiyê bike û
muxtacî kîsek meqarna û komirê bê kirin
û karibin bi pereyan wî bikirin.
Heke rêxistinbûyina gelê
me ya li ser bingeha komunal a demokratîk ya derveyî
dewletê û bi rengekî azad pêk were, di heman
demê de tê wateya bersivdayina van polîtîkayan
tevan. Di demên borî de di vê mijarê de
kêmasiyên cidî derketin. Malbatên gerîla,
žehîd, girtî û yên bi zorê hatin
koçberkirin ketin xefika dewletê. Di encamê de
pirsgirêkên ku telafîkirina wan ne mumkûn e
derketin. Divê ev kêmasî bi lezgînî bên
derbaskirin û bersiveke bihêz di vê wateyê de
ji bo hêzên komploger bê dayin.
Li her cihê lê tê
jiyîn divê komun bên amadekirin. Komun parvekirina
jiyanê, pêžwazîkirina bi hev re a pirsgirêkên
tên jiyîn û bi hev re rêxistinkirin,
sererastkirina jiyanê ye. Hilberîneriya hevbež û
li gorî pêwîstiyê sûdwergirtina ji
hilberîneriyê ye. Komun, komkirin û danheva
derfetan e.
Mîna gel em di rewžeke xizaniyê
de ne. Dema mîna mirovan yek bi yek û malbatan em bigirin
dest, di pêžwazîkirina pêwîstiyan de kêmasî
derdikevin. Lê belê heger dema ku derfetên heyî
bigihêjin hev, dikarin têra pêžwazîkirina
pêwîstiyan bikin. Malên xwarinê yên
hevbež, firneyên nan, malên cilžûžtinê
dikarin bên bikaranîn. Kirîna bi hev re ya
pêwistiyên jiyana rojane dikare pêk were û ev
ji bikaranîna hevbež re dikarin werin pêžkêžkirin.
Li tax, semt, kolan û gundan rêxistinkirina jiyana
hevbež, parvekirina xizman dikare bê plankirin û bi
xebatên hevbež her cure pirsgirêk dikare bê
çareserkirin. Ji paqijkirina herêmên lê tê
jiyîn heta bi avakirina kaniyên avê û
çêkirina riyan, cihên hevbež yên rûnižtin
û guftûgoyê dikarin bên avakirin. Ne bi
heqdest, bi zanistiya berpirsyariyê, bi rengekî dildarî
parvekirina jiyanê, li semt, tax û cihên din
derfeta avakirin û bipêžxistina komunan dide.
Li pêžiya avakirina komunan tu
astengî an zahmetî tune ne. Tenê divê gel bi
pêwîstî û girîngiya vê yekê
bawer bibe û ji bo wê hewl bide. Heger di dema borî
de malbatên gerîla, žehîd û girtiyan, yên
bi zorê hatin koçberkirin, disa ev derdor ketibin xefika
dewletê, divê bê zanîn sedema vê yekê
jî tunebûna komunan e. Heger komun hatibûne
sazkirin ev tižt pêk nedihatin. Malbatên me, xizmên
me û yên bi koça zorê re rû bi rû
man wê di nava komunan de jiyana xwe bidomandina û di
nava têkožîna çalak de rola xwe bidomandina.
Di demên pêž de êrîžên
mêtîngeran wê li hemberî gelê me yê
têdikože pêk werin. Ji ber hindê jî
avakirina komunan wê werin wateya ji niha ve pûç
kirina van lîstik û xefikan.
Gavek ji yên bingehîn ên
avakirina jiyana komunal a demokratîk, bi sazkirina meclîsên
gel dikare were avêtin. Demokrasiya bi beždariya rasterast a
gel, demokrasiya rast a hatiye tercîhkirin e. Cihê ku
demokrasiya rasterast pêk were jî komun in. Yên di
nava komunê de cih digirin, di heman demê de yên li
ser navê xwe diaxivin, biryarê didin û xwedî
hêza pêkanîna van biryaran in. Komun ne alternatîfa
meclîsên gel in, her wiha ne hebûneke ku cihê
wê bigirin. Komun jiyan bixwe ye, meclîs jî cihê
bi tenê jiyan lê tê rêxistinkirin, guftûgo
tên kirin, biryar tên standin, wezîfe tên
parvekirin, žopandina kar tê kirin, hesab dayin û hesab
tê xwestin e.
Cuda cuda semt, kolan, tax, gund û
hwd. -armanca wan ew be jî- dema werin gel hev nikarin mîna
komunan demokrasiya rasterast pêk bînin. Ew tenê
dikarin nûnerên hilbijartî bînin gel hev û
mîna meclîsên di nava xwe de rêxistinkirî
dikarin bên gel hev. Ev meclîs žêwazên
pêkanîna demokrasiyê ne. Lê ne demokrasiya
rasterast e, demokrasiya temsîlî îfade dikin. Lê
belê ji bo demokrasiya rasterast û ya temsîlî
karibin hev û din temam bikin, mîna meclîsên
žaristaniyên çînayetî bi rengekî
hiyareržîk weke pîramît nayên rêxistinkirin.
Rêxistinbûyina gel, hev û din temamkirin, bi
espiriya berpirsyariya dualî hareket dike.
Gelê me ku xwediyê
taybetmendiyên civaka xwezayî ye, tenê bi vî
rengî bi riya komun û meclîsan dikare xwe
birêxistin bike û jiyana komunal a demokratîk saz
bike. Derfetên afirandina vê yekê li welatê
me bi zêdeyî hene. Rastiya demokrasiya bêdewlet jî
ji vê yekê pêde ne tižtekî din e.
Jiyana komunal a demokratîk ji
aliyê gelê me ve wê were sazkirin. Ji derve tu kes
dê neyê saz neke. Yên xwe bi nav siyaseta
desthilatdar ve berdan ji xwe qet nikarin vê yekê pêk
bînin. Kevnežopiyeke 30 salî ya tekožînê,
destkeftî û nirxên ku gelê me afirandine
hene. Gelê me ne gelê berê yê hatiye
mêtîngeriyê ye. Gelekî xwedî Rêberî
û pêženg e. Gelê me jî ev yek kiriye slogan.
Gotina “PKK gel e gel li vir e” vê rastiyê herî
baž tîne ziman.
Bi 10’emîn salvegera komploya
15’ê sibatê re pêvajoyeke nû dest pê
kir. Gelê me bi wergerandina despêkeke nû ya 15’ê
Sibatê hem ji bo komplogerên navneteweyî, hem ji bo
rengê ku di roja me de dixwazin bidin komployê bersiva
herî watedar da. Lê ev têrî nake. Ji bo
mayindekirina vê pêvajoyê û ji nû ve
sazkirina jiyanê ya li ser bingeha komunal a demokratîk,
divê amadekariyên pêwîst werin qedandin. Tevî
berxwedanê bersiva herî di cih de ya li dijî
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê wê ev
be. Girêdana bi bîranîna Yahya Menekže û
jiyandina wî jî vê yekê li ser me ferz dike.
This entry was posted on 24-02-2008 18:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 20 time. You can leave a comment.
Last update on 24-02-2008 18:14 Views: 770
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 770