• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mem Mîrxan arrow Êrîþên li ser hêzên azadiyê êrîþên li ser gelê kurd in
Êrîþên li ser hêzên azadiyê êrîþên li ser gelê kurd in Binivîse E-posta
 

cemil_bayik.jpgWekî gel ji hemû deman zêdetir pêdiviya me bi yekitî û têkoþînê heye. Heke yekitî û têkoþîn pêk were em ê bikaribin fersendên derketine pêþberî me baþtir binirxînin û destkeftiyên xwe biparêzin. Bi qasî ku ev rastî ji aliyê me ve tê zanîn ji aliyê hêzên serwer ên dijber ve jî tê zanîn. Ji ber vê yekê ye ku tê xwastin yekitî û têkoþîna gelê me asteng bikin.

Rêber APO heta niha gelek caran bangewaziya bilindkirina yekitî û têkoþînê li gelê me kiriye. Bangewaziyên Rêber APO yên di vê oxirê de hatine kirin encama analîzên wî yên dîrokî ne. Di heman demê de ev bangewazî tên wateya diyarbûna peywîr û berpirsiyariyan jî. Geþedanên diqewimin nîþan didin ku destnîþankirinên Rêber APO tim rast derketine.

Îro îxaneteke mezin li kurdan tê spartin/ferzkirin. Ev îxanet li hemberî têkoþîna gelê me ya bilind dibe ji aliyê metîngehkerên dijber ve tê ferzkirin. Her wekî di gelek demên dîrokî de jî derketiye holê hêzên metîngehker nava gelê me xeleqeyên zeîf zeft dikin û îxanetê bi wan qisman didin kirin.

Ev rastî bi awayekî zelal û aþkera tê dîtin. Divê neketine nava vê zeîfeyê û ji bo metîngeran ji xeleka zêîf derketin bê tekûzkirin. Di demên borî de ev zeîfiyet û hewldanên ji bo hevkariya dijmin amade dixuyan hebûne. Îro jî janên vê helwesta ku bi awayekî xwe diparêze bi temamî ji holê ranebûne. Di demên borî hevkariya bi metîngehkeran re hatiye kirin zirar daye gelê me û bi gelê me daye windakirin. Fersendên ku gelê me dê bikaribûya ji bo xwe binirxîne ji ber hevkariya bi metîngehkeran re hatiye kirin pêk nehatiye. Her çiqas hin bermayiyên bêqîmet hatibin bidestxistin jî, ev li ser mîdeyê rûniþtine û nehatine hezmkirin. Îro jî xetereya pêkhatinên bi heman rengî heye.

Li hemberî têkoþîna gelê kurd a ji bo azadî û demokrasiyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO ku bi esaretê encam bû, pêk hat. Niha jî tê xwestin ku merheleya sêyemîn a vê komployê bi encam bibe. Ev ligel Rêber APO bi giþtî tesfiyekirina tevgera me di nava xwe de dihewîne. Ev pêvajoyê bi jehrîdayîna Rêber APO daye destpêkirin tê xwestin ku bi giþtî bikeve meriyetê. Di þerê gemar ê li bakurê Kurdistanê ji hemberî gerîlayan tê meþandin, tê xwestin bi teslîmgirtina hemû saziyên demokratîk û meþrû bi encam bibe û bi faþîzmeke girseyî tê xwestin ku gelê me bê çewsandin.

Di vê merheleyê de êrîþ ji sînorên bakurê Kurdistanê derbasbûne berê xwe dane derveyî sînor. Kuþtina Bedranê li Rusyayê ku di nav refên têkoþîna azadî û demokrasiya kurd de bû, xwepêþandanên faþîst ên li cur bi cur welatên Ewropayê pêk hatin jî ji van êrîþan in. Niha ev êrîþ di qadên ku tevgera azadî û demokrasiyê ya kurd lê bi bandor e de tên pêkanîn. Dewleta tirk berê xwe daye kurdên li wan deran ên girêdayî tevgera azadî jî.

Mêtîngehkeriya tirk salên borî jî êrîþên wiha kiribûn. Lê belê bi yek van êrîþan ve bi ser neketibû. Li gel vê jî dev ji van êrîþên xwe berneda. Niha jî ketiye nav hewldaneke bi vî rengî. Bi taybetî di nêzîkayiya wê ya Kurdistana Baþûr a ku wek derveyî sînor bi nav dike de ev yek zelal û aþkera tê dîtin. Di vê qadê de weke ku li bakur dikin, dixwazin seferên îmhayê pêk bînin. Ji bo ku ev yek pêk bê hewl didin ku hêzên baþûrî bi kar bînin. Dixwazin hêzên Kurdistana Baþûr bi awayê cerdewan û qoriciyên bakur bi kar bînin. Bi vî awayî cerdewaniyê dispêrin hêzên baþûr jî.

Hêzên baþûra Kurdistan dê vê spartina mêtîngehkerên tirk qebûl bikin? Dîsa wek daboriyê de kiribûn dê li dijî têkoþîna azadî û demokrasiya kurd bi mêtîngehkerên tirk re bibin yek û bi hev re tevbigerin? Ev pirs hemû mane li bendê ku bersivên wan bên dayîn. Gelê me li benda bersiva wan pirsan e.

Di alavên çapemeniyê de daxuyanî cih digirin. Di van daxuyaniyan de tê diyarkirin ku hêzên kurdên baþûr, erê kirine û destûr dane wan ku mêtîngehkerên tirk li hember hêzên azadiya kurd êrîþan bikin. Ev dîsa bi tev cidiyeta xwe vê fikarê bi bîr dixe ku, “Dîsa kurdên li dijî kurdan bên bikaranîn.” Ev dibe sedema fikar û metirsiyeke mezin. Derdorên cihêreng di vê noxteyê de fikarên xwe tînin ziman û van fikarên xwe radigihînin heta me.

Helbet em ne muxatabê wan fikaran in ku hin derdor tînin ziman. Di vir de helwesta me zelal e. Divê di nav kurdan de yekitî pêk bê, li hember mêtingehkeriyê kurd xwedî sekneke bihêz û hevpar bin. Em jî pêkhatinan diþopînin. Mixabin em jî dibin þahidê daxuyanî û nêzîkahiyên nebaþ û em van qebûl nakin. Em li vir careke din bi bîr dixin ku, êrîþên li dijî hêzên têkoþîn û azadiya kurd dibin, li hemberî her kurdî tên kirin. Dixwaze yên li baþûr, ên li rojhilat, dixwaze yên li baþûr rojava bibe, yek kurdek nikare bibêje ku ev êrîþ li ser min nabin. Ev êrîþ li dijî hemû kurdan in. Bêdengmayîna li dijî van êrîþan, dicihdedîtin û erêkirin e; dê bê wateyê ku ew hevpar û hevkarê van sûcan in ku li dijî gelê me tên kirin. Û ev ê wek teqaleke reþ li ser eniya wan bimîne, gelê me dê ji bîr neke û dîrokê tu car wan nebexiþîne.

Gelê me ji her dem bêtir hewceyî têkoþîn û yekitiyê ye. Bi têkoþîna li dijî êrîþên mêtingehkeriyê ve ev yek dê pêk bê.

Ev jî dê bi pûç û bêtesîrkirina komploya navneteweyî ve mimkûn be ku bi esîrketina Rêber APO dest pê kir û îro hatiye merheleya seyemîn.

26-11-2007 08:20 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-11-2007 08:20. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 27 time. You can leave a comment. Last update on 26-11-2007 08:56
Views: 539    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;