• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow Êrîþa li DTP'ê û kampanyaya lîncê
Êrîþa li DTP'ê û kampanyaya lîncê Binivîse E-posta
 

Li Tirkiyeyê her tiþtî berevajî dikin û pêþkêþî raya giþtî dikin. Ev yek bi temamî di çarçoveya þerê taybet û psîkolojîk de pêk tê. Nêzîkahiyên di çarçoveya nîqaþên herî dawî de yên li hemberî DTP û li ser “operasyonên dersînor” hatin kirin bi vî rengî ne. Yên ku êrîþan li DTP’ê dikin û ji bo “operasyona dersînor” bangewaziyê dikin wek mexdûr, ên ku dibin hedefa êrîþan wek sûcdaran li raya giþtî tên nîþandan. Girseyên ku bi vî awayî dixin nav liv û tevgerê bi pêla nijadperst û þoven êrîþî kurdan didin kirin û ji bo þerê yekpare û taybet tên amadekirin... C. BAYIK

Rêbazên þerê taybet û psîkolojîk ên ku di hiþmendiya civakê de xapînokên cidî diqewimînin ber bi radeya xetere diçe. Li ser parlemenên DTP’ê bi temamî atmosfera lîncê pêk anîne. DTP û parlamenên wê her roj di çapemeniyê de wek rojeva esas dikin mijara nîqaþê. Piþtî hilbijartinan, bi taybetî piþtî kongreya DTP’ê êrîþên bi vî rengî balê dikiþînin. Berê jî êrîþên wiha hebûn. Lê piþtî kongreyê hê jî berfireh bûne. Helbet divê li ser vê bê sekinandin.

Ew ên ku îro êrîþan li ser DTP’ê berfireh dikin, berê li ser esasên polîtîkayên xwe dixwestin DTP’ê bikiþînin ser zemînê xwe. Heta ku xwestibûn ketina DTP’ê ya parlamenê jî wiha bi kar bînin. Wisa xuya dibe ku di vê domanê de nikaribûne bigihîjin armanc û hedefên xwe yên ku wan dixwest.

DTP partiyeke wisa ye ku daborî û kevneþopiya wê heye. Li Tirkiyeyê yek partî nîn e ku qasî wê bedel dabin. Ji avêtina zîndanan a parlamenê wê, heta lêgerîn û lêpirsînên der barê wan de pir mueyîde hatine ber wan an jî serê wan re derbas bûne. Parlamenên hilbijartî û serokên bajaran bi êrîþên çekan hatine kuþtin. DTP’iyên ku gef lê nehatibin xwarin nemane. Êrîþên îro tên kirin ew êrîþ in ku pile û radeya wan hatiye bilindkirin.

DTP li dijî hemû astengî û pêþîlêgirtinan, ketiye parlamenê û koma xwe ava kiriye. Divê ev wek serkeftinekê bê dîtin. Lê dewama vê serkeftinê encax bicihanîna soza wan a beriya ku bikevin parlamenê dabûn gel dikare pêk bê. DTP bi hiþmendiya vê rastiyê tevdigere. Ji ber vê ye jî îro bûye muxatabê van êrîþan.

Êrîþ li ser DTP’ê wek aþkera tên kirin. Ji gefan heta îftirayên bêbinî bi her awayî rêbaz tên bikaranîn. Li qulpên ku pê bigirin digerin. Piþtre jî ji raya giþtî re vedikin. Kampanyayên ku di dorhêla propogandaya reþ de pêk tên bi pirole û gotegotên kurtedem, ji niþkê ve û demdemî ve hewl didin ku vê rewþê hertimî û dûvedirêj bikin. Propogandayên li ser Nurettîn Demirtaþ ê ku bû hevserokê DTP’ê û dîsa Fatma Kurtulan a parlamen tên kirin li ser vê bingehê diqewimin.

Bi kampanyaya reþkirinê ya ku li ser Nurettîn Demîrtaþ û Fatma Kurtulanê tê meþandin, hewl didin ku DTP’ê teslîm bigirin û sozên ku dane gel bi cih neynin Ji parlamenên DTP’ê re dibêjin ku “eger hûn wek berxika bêdeng bisekinin û bikevine nav sîstema me, em dest nadin we. Hûn ê wek mebûsên meclîsê yên din pereyên xwe bistînin û qat li ser qatan rakin.”

Li Tirkiyeyê hejmara siyasetmedarên ku neketibin hepsê û nehatibin binçavkirin ji ya ku tê texmînkirin kêmtir e. Ku sicîla parlamenên li meclîsê ne bê nêrîn ev rastiyê bi awayekî aþkera bê dîtin. Ên ku ji ketina hepsê ya Serokwezîr Erdogan nehesiyabin nîn in. Dîsa Serokwezîrê nehemîn Sileyman Demîrel dem dem hatiye girtin. Girtina faþîstên wek Alparslan Turkeþ û Muhsîn Yazicioglu her kes dizane. Yên ku van rastiyan nabînin çi hikmet e, rewþa hevserokbûna Nurettin Demîrtaþ a DTP’ê dikine rojevê.

Spekulasyonên bi heman awayî yên li ser Fatma Kurtulanê jî ne cudatir in. Li Kurdistanê yekî ku ji mala wan ne gerîla be yan jî bi sedemên siyasî neketibe derveyî qanûnan heyê? Neviyê Cevdet Sûnayê pêncemîn serokkomarê Tirkiyeyê, Erdal Înonuyê kurê Îsmet Înonu ku çend roj berê jiyana xwe ji dest da ji sedemên siyasî hate binçavkirin û lêpirsînkirin, dîsa zarokên pir general û burokratên bilind bi sedemên siyasî hatine girtin an jî binçavkirin. Digel van rastiyan gerîlabûna hevserê Fatma Kurtulanê dikine rojeva xwe û dibin wek pêkenok.

Divê serê pêþîn ber mala xwe paqij bikin, piþtre behsa sergoyê xelkê bikin. Bi vî þerê taybet û psîkolojîk dikarin heta cihekî bandor bikin. Lê ev ê heta kengî bidome? Ev mijara nîqaþê ye. Dibe ku hinek jî derkevin bibêjin ‘hûn serê pêþîn ber mala xwe paqij bikin, piþtre behsa sergoyê xelkê bikin’. Bersiveke ku bidin nîn e.

Þerê taybet û psîkolojîk ê ku li dijî DTP’ê tê berfirehkirin teþhîr bûye. Divê DTP di vê noxteyê de nekeve pozîsyona xweparastinê. Eger bikevin vê rewþê dê þerê taybet û psîkolojîk bigihîje mebesta xwe. Jixwe hedefa þerê psîkolojîk jî þikandina îradeyê, teslîmgirtin û bi tesîrkirina li fikir û ramanê ve ber bi xwe averêkirin e. Eger bi psîkolojiya xweparastinê ve tenê bi bersivdayînê ve bimînin, wek objektîf dê werin ser daxwaza wan.

Ên ku þerm bikin, bersivê bidin ne DTP’yî ne; ew in ku êrîþî DTP’iyan dikin. Ne DTP, ne parlamenên wê ji bo rûreþiyê bi êrîþan re rû bi rû mane. Bi temamî ji bo rûmeta kurdan bûne hedef. Divê, bi vê hiþmendiyê tevbigerin û li hemberî êrîþên li dijî xwe xwedî helwesteke xurt bin.

Êrîþên li ser DTP’ê ne bi van sînorkirî ne. Der barê DTP’iyan de gotegotên cuda jî derdixin. Dibêjin ku di nav DTP’ê de nêzikahiyên ji hev cudatir hene, parçe dibin. Hêviyên ên ku van gotegotan derdixin hebin ew tiþtekî din e. Lê bi vê parçebûn dernakeve, ev aþkera ye.

Hewlên ji bo betalkirina destlênedana parlamenan jî, ji êrîþên li dijî DTP’ê ne. Jixwe rewþeke wisa nîn e ku parlamenên DTP’î ji “destlênedana mebûsiyê” sûdê wergirin. Dewamkirina dozên lêpirsîn û darizandinê yên der barê parlamenên DTP’î jî de vê yekê piþtrast dikin.

Wekî ev rastî derdikevin holê, mebesta êrîþên ku berê wan li DTP’ê ne pir aþkera tê dîtin. Bi êrîþên li ser DTP’ê ve, hewl tê dayîn ku hevkariyê pêþ bixin û pêþî li hevkariyê vekin. Îro derxistina pêþ û amadekirina hin kesên ku dê û bavên wan bi kurdî diaxivin vê rastiyê îfade dike. Ji aliyê din ve dijderketina “rakirina destlênedana mebûsan” a kesên wek Mîr Dengîr Firat jî divê, di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

DTP’ê riya xwe destnîþan kiriye û baweriya xwe bi çareseriya di çarçoveya ne herêmî, lê ya çandî de aniye. DTP’ê diyar kiriye ku dê di çarçoveya xweseriya demokratîk de tevbigere û aniye ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd jî di vê çarçoveyê de pêk bê.

Sedemên esas ên êrîþên berê wan li DTP’ê ne ev rastî ye.

 
19-11-2007 08:20 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 19-11-2007 08:20. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 35 time. You can leave a comment. Last update on 20-11-2007 16:45
Views: 651    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;