Zextên li ser DTP’ê dewam dikin. Sedemên
‘ew qas zordayîna DTP’ê’ bi plana AKP’ê ya ku li ser kurdan dimeþîne ve
derketiye holê. Berê jî partî hatine girtin. DEP, HEP,
HADEP û hwd. Partiyên wiha vedibûn, piþtî demekê bi heman sedemî dihatin
girtin. Lê di navbera girtina wan partiyan û pêvajoya zextên li ser DTP’ê ji
hev cudahiyên girîng hene.
Dema ku doza girtina DEP, HEP, HADEP’ê hate
destpêkirin polîtîkayên li hemberî kurdan bi awayekî pir bêteþe pêk dianîn.
Dozger bi hestên þoven ji bo dozvekirinê serî lê dida, doz dihatin vekirin,
piþtî ku Dadgeha Bilind (Anayasa Mahkemesi) li gorî daxwaza dozger biryar dida
û partî dihatin girtin. Niha rewþ cuda ye. Zext û zoriyên li ser DTP’ê bêtir
zirav û bi hesab têne kirin.
Çawa ku ji bo HEP, DEP, HADEP’ê ji aliyê
Dadgeha Bilind ve doz hatibe vekirin, ji bo DTP’ê jî bi wî rengî doz hatiye
vekirin. Bi van zext û zoriyan sînorkirî nîn e. Berî ku doz bê vekirin ji her
alî ve êrîþ hatin kirin. Bi vî awayî DTP bû hedefa navendên þoven-faþîstan.
Êrîþ li avahiyên partiyê hate kirin, doz li hemû rêveberên DTP’ê re hate
vekirin, kesên ku li wan doz nehatibe vekirin nema.
DTP bû muxatabê cur bi cur êrîþ û hesaban.
Têkbirina DTP’ê ya di nava xwe de; teslîmgirtina wê yek ji van hesab û kitêban
e. Ji bo ku bandora DTP’ê di nava gel de bê þikandin bi taybetî AKP ji aliyê
dewletê ve hate amadekirin. Çawa ku di salên 1990’î de Hîzb î-Kontra li serê
gel bûbû bela; îro jî AKP di wê pozîsyonê de ye. Ji bo vê yekê hatiye
birêxistinkirin. AKP bi piþtgiriya terîqetan li hemberî Têkoþîna Kurdan ya
Azadî û Demokrasiyê û DTP’ê wekî hêza alternatîf tê bikaranîn. Bi vê yekê jî
nasekine, di nava DTP’ê de dixwazin koma kesên ku meyla wan li ser AKP’ê ye
derxin holê.
Ev êrîþ bi awayekî þerê psîkolojîk dewam
dikin. Hedef radestîkirina DTP’ê ye. Bi vî awayî DTP dê bê hemberî gelê xwe.
Jixwe piþtî ku DTP kete meclîsê zext û zoriyên ku li ser wê hatin meþandin zêde
bûn. Mexseda wan ev bû. Ji DTP’ê xwestin ku li hemberî PKK’ê rawest e. Bang lê
kirin ku PKK’ê þermezar bike. Ji DTP’ê re hate gotin “Heke tu dixwazî hebûna
xwe dewam bikî divê tu li hemberî PKK’ê xwedî helwest bî.” Mêzekirin ku DTP li
gorî xwesteka wan gavan neavêje zext û zoriyên li ser wê zêdetir kirin.
Piþtî hevdîtina navbera serokê DYA’yê Bush
û Serokwezîrê Tirk R. Tayyip Erdogan sedemên êrîþên li ser DTP’ê zelal bûn. Ev
li gorî ‘Plana li ser kurdan’ hate birêxistinkirin.
Bi jehrdayîna Rêber Apo re konsepta
îmhakirina kurdan dest pê kir. Piþtî jehrdayîna Rêber Apo hate deþîfrekirin jî
ev konsepta îmhakirina kurdan dewam dike. Her ku çû ev yek hate zêdekirin.
Hedef ew bû ku kurdan bêrêxistin bihêlin. Tenê ne bi bakurê Kurdistanê
sînorkirî bû, hem li her çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li kurdên ku li derên
din dijîn êrîþ birin ser wan.
Di dema êrîþên li hemberî DTP’ê de li
baþûrê Kurdistanê jî buroyên PÇDK’ê hatin girtin. Li Tirkiyeyê DTP bû hedef, li
baþûrê Kurdistanê jî ji aliyê hikûmetê ve PÇDK bû hedef. Li Ewrope zextên li
ser PKK’ê zêde bûn, li Rûsyayê êrîþên çekdarî pêk hatin.
Di rewþa heyî de êrîþên li ser DTP’ê
parçeyek ji konsepta îmhakirina kurdan e. Merhele bi merhele vê konseptê bi cih
tînin. Bi vî awayî komploya navneteweyî dewam dike û tê dîtin ku hê jî nesekinî
ne. Wê demê jî Rêber Apo wekî hedefa dîrekt hatibû diyarkirin. Bi tasfiyekirina
Rêber Apo, înkar û îmhakirina kurdan dihat pêkanîn. Hêzên ku parçeyên Komploya
Navneteweyî bûn ketibûn tevgerê, Tirkiye û hêzên hevkar hatibûn bikaranîn û
hinek dewlet ketibûn dewreyê. Ev tabloya îroyîn jî vê yekê tîne bîra mirov û hê
jî dixwazin ku Komploya Navneteweyî berdewam bikin.
Ji ser vê dixwazin DTP PKK’ê þermezar bike.
Sedemên vê yekê zelal in. Hêzên Komploker ên navneteweyî dixwazin ku komplo ji
bo kurdan bibe komployeke navxweyî. Sebebên ku ew qas bi ser DTP’ê de diçin ev
in. Sebebên ku ji HEP, DEP, HADEP’ê zêdetir bi ser DTP’ê de diçin ev in. Hêzên
komploker tiþtên ku ji DTP’ê hêvî dikin, ji rastgir û çepgirên Tirkiyeyê tevan
jî hêvî dikin ku ew jî li hemberî PKK’ê helwest nîþan bidin. Ji bo ku piþt
bidin wan û Têkoþîna Azadî û Demokrasiyê bi tenê bihêlin û bi vi awayî dor lê
bigirin. Heta bêçekhiþtina PKK’ê jî di ser vana re têne kirin. Mixabin ew ne di
ferqê de ne, lê ew jî tevli vê lîstikê bûne. Bi yek dengekî dibêjin ku PKK dev
ji çekan berde ew ê pirsgirêka kurd çareser bibe. Ev yek xapandinek e. Ji ber
vê dema ku dibêjin ‘bila PKK dev ji çekan berde’ ji bîr dikin ku heta niha
PKK’ê pênc caran agirbest îlan kiriye; di rastiya xwe de divê bang li TC’yê
bikin ku ew dev jê çekan berdin.
Zext û zoriyên li ser Têkoþina Kurdan a
Azadî û Demokrasiyê ew ê li her aliyî dewam bikin. Heta niha çawa li hemberî
berxwedan çêbûye ji niha û þûnde jî bi heman awayî ew ê berxwedan hebe. Zext û
zorî ew ê li ser DTP’ê her zêde bibin. Heta ew ê doz bi encam bibe û kilîdê li
deriyê partiyê bixin.
Di vê tekoþînê de bedel çi be ew ê bê
dayîn. Berê jî partî hatin girtin. Li ser rêveberan qedexekirina siyasetê hat
kirin û doz hatin vekirin. Tabî ev tiþt li ber çavan bên girtin. Li bila qet
neyê jibîrkirin ku zext û zoriyên ku li ser DTP’ê têne meþandin parçeyekî ji
zext û zoriyên li ser Têkoþina Kurdan a Azadî û Demokrasiyê ye. Divê ev rastî
neyê jibîrkirin.
This entry was posted on 04-12-2007 08:35. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 33 time. You can leave a comment.
Last update on 04-12-2007 08:35 Views: 614
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 614