MalMem Mîrxan Divê kurd mafên xwe yên rewa bi kar bînin
Divê kurd mafên xwe yên rewa bi kar bînin
Konsepta îmhayê ya ku bi jehrdayîna Rêber Apo re ket pratîkê berfireh dibe û didome. Bi daxuyaniyên di rojên dawiyê de Fermandarê Hêzên Bejayiyê Îlker Baþbûg û Serfermandarê Artêþê Yaþar Buyukanit dan ve tê derxistin ku berfirehbûna van êrîþên li dijî kurdan piþtrast dibe.
Îlker Baþbûg di daxuyaniya xwe de gotinê tîne ser têkoþîna azadî û demokrasiyê ya kurdan û dibêje “piþta wan þikestiye, niha wexta wê ye ku DYA tevbigere. Ji bilî netew dewletê tu car ji feraseteke din re destûr nayê dayîn”. Yaþar Buyukanit edebiyata ku xîçek jî nayê dayîn dubare dike û ew jî gotinê tîne ser têkoþîna azadî û demokrasiyê ya kurdan û dibêje “Ên ku li Enqereyê dijîn û dibêjin ‘ew birayê me ne’ hene,” “yên ku operasyonan rexne dikin hene ku dixwazin rûmeta artêþê deynin erdê,” “heke tiþtê ku ser bê rawestin niþtiman be, her tiþtên din teferûat in” û vê rewþê diparêze. Hin TV’ên ku gefên Yaþar Buyukanit wek nûçe didan, dîmenên alîkarê hevserokê DTP’ê Nurettin Demirtaþ wek hedef nîþan didan.
Piþtî van daxuyaniyan li hemberî navenda giþtî ya DTP’a ku wek hedef hat nîþandan êrîþeke çekdarî hat lidarxistin. Ji bo parlamen Aysel Tugluk û Ayla Akadê li Tirkiyeyê kiryareke ecêb û nû pêk hat. Dadgeha ku lê tên darizandin der barê Aysel Tugluk û Ayla Akadê de biryara domandina darizandinê da ku hê jî wekîliya wan didome û mafê wan ê destlênedanê heye. Serokparlemen Koksal Toptanê ku diviya xwedî li parlemena derketiba, gef li wan xwar û got, “Xetên sor ji bo yên li qoltixa parlemenê rûdinên jî hene”. Bi avêtina ser avahiya DTP’a bajarê Edeneyê, sextekariyeke mezin pêk hat, serok û endamên rêveberiyê hatin binçavkirin û girtin.
Bi van êrîþên ku li dijî DTP’ê tên kirin dixwazin çi bikin diyar e. Ji aliyekî ve dixwazin konsepta îmhayê berfireh bikin, li hêla din jî dixwazin DTP’ê teqez bê tesîr bikin û teslîm bigirin. Jixwe rayedarên dewletê jî ya xwe nadin paþ û vê yekê îfade dikin. Pir bi aþkera gef li DTP’ê tên xwarin. Dibêjin an xeta me qebûl bikin an jî derkevin çiyan. Heta xwe nagirin hinek riya zîndanan û kuþtinên nediyar jî nîþan didin.
Digel DTP’ê êrîþ li çapemeniya azad û alternatîf jî tên kirin. Rojnameya Gundem û kovara Ozgur Halkê hatine girtin; li nivîskar û rêveberên wan doz hatine vekirin. Ev êrîþên bi vî rengî dê hê jî berfireh bibin û bidomin.
Wisa tê xuyakirin ku li dijî destkeftên têkoþîna azadî û demokrasiyê ya me û rêxistin û saziyên ku di nav çepera xwe ya rewa de hebûna xwe diparêzin êrîþ bên lidarxistin. Tê dîtin ku dewleta tirk, di dorhêla yekpare þerê taybet de konsepta îmhaya kurdan kiriye jiyanê. Heye û divê ku li dijî vê xedariyê bêrawest amadekarî bên kirin. Li dijî kurdan pir aþkera êrîþ tên kirin. Heta înkar jî nakin. Bi vê yekê jî nasekinin, dewsa ku kurd li wan dozê vekin, der barê kurdan de doz tên vekirin. Ên ku sûcan pêk tînin na, lê yên mexdûrên sûc tên sûcdarkirin. Teqez bi feraseteke serdest û mêtingeh “edalet” tê nîþandan.
Heta ku derê çav dê ji vê yekê re bên girtin? Çiqasî dê wek qederekê bê dîtin? Hêza liberxwedanê maye? Kêr ji zû ve hatiye gihîþtiye hestî û jê derbas bûye. Tiþtên ku di dîroka nêzik de qewimîne nîþan didin ku êdî hêza ku em hê jî sebr û aram bikin nemaye.
Berê jî di dorhêla yekpare þerê taybet de êrîþî kurdan kiribûn. Seferên leþkerî yên ku di dorhêla þer de û ji operasyonan derbas dibin hatibûn lidarxistin. Bi hezaran gund hatibûn valakirin, bi sed hezaran kurd ji war û wargehên xwe hatibûn koçberkirin. Rewþenbîr û þexsiyetên birûmet ên kurd hatibûn revandin û kuþtin. Di nav sûkan de bi hezaran kurd bi satoran an jî bi xinizî ji piþtê ve hatibûn qetilkirin. Rojname û kovar hatibûn girtin, nivîskar tije zîndanan kiribûn. Avahiyên partî û rojnameyan hatibûn bombekirin. Bi girseyî bi hezaran mirov tije zîndanan kiribûn.
Ew êrîþên ku kurd ne xerîbê wan in, îro dîsa dest pê dikin. Di seferên wek þer de, bombe û çêkên kîmyewî yên ku bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin, tên bikaranîn. Þerê taybet bi metodên qirêj bilind dibe. Serî li metodên wek revandina mirovan, ajankirin, tehdît, þantaj, tecawiz, sabotaj û hwd didin. Girtinên bi girseyî û îþkence diqewimin. Bi gefan berê gundiyan didine koçberiyê. Bi riya çeteyên di nav gel hatine birêxistinkirin fihûþ û esrarkêþî tê pêþxistin. Tev ev êrîþên li dijî kurdan tên bikaranîn, berfirehiya konsepta ku tê tetbîqkirin pir zelal radixe ber çavan.
Îmhaya ku li kurdan hatiye spartin ne tenê fizîkî ye, di heman demê de nirxên manewî û moralê jî dide ber xwe û bi israr tê domandin. Kurd bi her awayî dixwaze bên tunekirin. Ev yek zehf aþkera û zelal e. Kurd dê vê yekê qebûl bikin? Kurd dê vê bêrûmetiya ku tê spartin re heta kî derê serê xwe bitewînin? Gelo ew hêz maye? Çi maye ku winda nekiribin? Di destên wan de tiþtek nemaye. Mala ku îro tê de dimînin ne garantî ye ku sibê jî lê bimînin. Dikarin hinek derkevin di destên wan de çi hebe tarûmar bikin. Heke li ber xwe bidin dê li hember xwe xeber, lêdan û guleyan bibînin. Ji bo ku ev yek nebin tu sedem nîn in ku pêþî lê bigirin. Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye. Nikarin îdiayeke hiqûqî bikin, muxatab nîn in. Di bin þertên Rêber Apo dîl hatiye girtin de her roj hinekî din bi îmhayê re rû bi rû dimînin.
Êdî çiyê kurdan maye ji bilî berxwedanê? Yan dê li ber xwe bidin û pêþerojê bi dest bixin, an jî li hemberî îmhaya ku tê spartin bêdeng bimînin û ji beranê ber kêrê jî derbas bibin. Kurd vê yekê tu car qebûl nakin û dê riya rûmetê hilbijêrin.
Ligel hemû êrîþan heta îro me got aþtî, biratî nehate dîtin. Rast nehate fêmkirin, wek îþareta qelsiyê hat dîtin. Ji vê yekê cesaret girtin. Tu dibêjî kurd pir qels in, bi vê ve êrîþên xwe hê jî zêde kirin. Xwe qure kirin û tam ketine nav kompleksan. Bi vî awayî karakterê xwe der dan, lê belê hîn zêdetir winda kirin. Wisa ku vê windakirinê xisara ku neyê temîrkirin çêkir.
Kurd hatin wê noqteyê ku bêjin êdî bes e! Ji vê wêdetir tiþtek nema. Her tiþt pir aþkera ye, kî kurdan çiqasî qebûl dike, êdî kurd jî dê wan ew qasî qebûl bikin. Kî ku kurdan nexwaze êdî kurd jî dê wan ew qasî nexwazin.
Li dijî konsepta îmhayê ku bi jehrdayîna Rêber Apo ve hatibû pratîkkirin ji bilî vê yekê tu tercîheke kurdan nemaye. Yan dê jehrdayîna Rêber Apo bê sekinandin, tenduristiya wî dê bê misogerkirin, bi vê yekê kurd bi nasnameya xwe bên qebûlkirin an jî kurd dê tercîha xwe bi vîna xwe ya azad bidin pêþ û mafê xwe yê rewa bi kar bînin.
This entry was posted on 08-10-2007 07:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 27 time. You can leave a comment.
Last update on 08-10-2007 07:31 Views: 661
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 661