• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Žemī
17
gulan
Mal arrow Mem Mīrxan arrow Divź ku rojeva bingehīn neyź jibīrkirin
Divź ku rojeva bingehīn neyź jibīrkirin Binivīse E-posta
 
Rojeva siyasî ya Tirkiyeyê ji nižka ve hatiye guhartin. Pirsgirêka turbanê wekî xala bingehîn di rojevê de li pêž cih girtiye. Hatiye rewžeke wisa ku êdî nîqažên kefen di meclîsê de têne kirin. Ev nîqaž balê dikižînin.

Divê ku bê destnîžankirin ku ev nîqažên li ser kefen têne kirin ne cidî ye, ji bilî xapandinê tu tižtekî îfade nakin. Li Tirkiyeyê kesên ku kefen li serokwezîrê Tirkiyeyê R. T. Erdogan bipêçe tune ye. Ev yek xapandinek e. Ma qey ew ê Serfermandariya Tirk kefen li Erdogan bipêçe? Ev ne mumkûn e. Serfermandariya Tirk bi hikûmeta AKP’ê re li hev kiriye, ev gotinên ku li ser kefen ji aliyê serokwezîr ve têne kirin ne cidî ne.

Serokwezîrê Tirk gava ku qala kefen dike mexsedekî wî heye. Mexsedê wî ew e ku Tirkiyeyê ji rojeva bingehîn dûr bixîne û ji xwe re riyên manevrayê veke. Dîplomasiya Tirkiyeyê bi çûn û hatina rayedarên Îsraîl û DYA’yê gelek gur bûye. Di vê pêvajoyê de siyaseta hundir bi turbanê re radibe û rûdinê.

Têkiliya di navbera DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê de tê zanîn. Ev dewlet di komploya li hemberî Rêber Apo de pêžengî kirine. Ev pêženg (aktorên komployê) di salvegera dehan a komployê de li Tirkiyeyê hatine cem hev. Sedemê bingehîn tê zanîn. Jixwe ew bi xwe jî venažêrin. Serfermandarê duyemîn ê DYA’yê gotiye ku ew ji bo têkožîna li hemberî PKK’ê hatine cem hev û ew ê vê binirxînin. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Ehud Barak gotiye ku ew ji bo sîlahên ku Tirkiye ew ê li hemberî PKK’ê bixebitîne nîžanî Tirkiyeyê bidin hatine. Li ser van gotinên wan, mirov sedemên hatina wan a Tirkiyeyê dizane. DYA, Îsraîl û Tirkiye li hemberî PKK’ê hatine cem hev. Ev hatina cem hev pêkanîna konsepta wan a nû ye. Hatiye gotin ku bi biharê re ew ê êrîžan bibin ser Herêmên Parastinê yên Medya û bažûrê Kurdistanê. Ji bo vê di nava amadekariyan de ne jî.

DYA, Îsraîl û Tirkiye li hev kirine ku êrîžekê wek êrîža ku di sala 1982’yan de li Lubnanê li hemberî gelê Filistînê pêk anîne li hemberî kurdan pêk bînin. Heta hedefên vê êrîžê ji ya li hemberî gelê Filistînê berfirehtir e.

Di pêvajoya ku ev aktorên komployê hatine cem hev û konsepta ku li ser li hev kirine pêk tînin de rojeva siyaseta hundirîn a Tirkiyeyê bi awayekî din dimeže. Raya gižtî bi turbanê ve hatiye mijûlkirin, lê ji aliyê din ve konsepta li hemberî kurdan hatiye pêkanîn, pêvajo hatiye lezkirin. Serokwezîrê Tirk vê rola ji rojeva bingehîn dûrxistinê gelek baž pêk aniye. R. T. Erdogan bi vî awayî bi tenê rojev berevajî nekiriye, pê re ji xwe re riya manevrayê jî ava kiriye. R. T. Erdogan car carinan xwe dižibîne Adnan Menderes û Turgut Ozal. Bi vî awayî texlîdê wan jî dike. Lê R. T. Erdogan ne dižibe Menderes û ne jî dižibe Ozal. Lê bi israr xwe dižibîne wan. Adnan Menderes bi darbeya ležkerî ya ku di sala 1961’an de hatiye kirin ji aliyê darbekaran ve hate bidarvekirin û kefen lê hate pêçandin. Turgut Ozal jî di hilbijartinên 1983’yan de dema ku daket qada siyasetê digot: “Gava ez daketim qada siyasetê min du cil bi xwe re aniye. Yek jê cilên cejnê ye, ya din jî kefen e.” Ozal serokwezîriya Tirkiyeyê kir û žûn de bû serokomar lê bi awayekî žaîbe jiyana xwe ji dest da.

Niha gava ku R. T. Erdogan li meclîsê qala kefen kiriye li gorî xwe Adnan Menderes û Turgut Ozal bi bîr aniye. Lê R. T. Erdogan bi dijberên Menderes û Ozal re li hev kiriye û heta bi wan re bûye yek.

Adnan Menderes ji dewleta otokratîk ber bi olîgaržiyê guherandin pêk anîye, di vê de rol girtiye. Turgut Ozal jî pižtî darbeya 12’ê Îlonê di mercên nû yên dinyayê de li Tirkiyeyê rista xwe aniye cih û di salên 90’i de argumana nêzikahiya doza kurdî aniye ziman û pêk aniye. R. T. Erdogan li ser van awayên wan nažibe tu kesî ji wan. Dîsa jî ku bibêje ‘ez wek van kesan im’ ev dibe mijareke din.

R. Tayip Erdogan baž dizane ku ew nažibe wan Adnan Menderes û Turgut Ozal. Demagojiyê dike û dixwaze rojeva Tirkiyeyê ya bingehîn biguherîne. Dema vê yekê jî dike bi mantiqê dizê goristanê, ji xwe berjewendiyan bi dest dixe. Ev rastî bi awayekî zelal tê fêmkirin.

Turban ne pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Turban, ne pirsgirêka bingehîn a jinên Tirkiyeyê jî ye. Di îslamê de cihê turbanê li ku ye hatiye destnîžankirin. Di Qur’ana Kerîm de “xwe nixumandina jinan” tê gotin. Xwe nixumandina jinan jî li welatên îslamê yên cuda, bi awayên cuda tê žîrovekirin. Ev rastiyek e ku li Tirkiyeyê mijara turbanê ji aliyê ew derdorên ku ji wan re “îslama siyasî” tê gotin bi awayekî zanayî tê rojevîkirin û dikin mijara îstîsmarê.

Tižtek ji vê xwezayîtir tune ku mirov li gorî baweriya xwe, cilan li xwe bikin û li gorî qaîde û pîvanên vê yekê tevbigerin. Tu kes û derdor ji ber baweriyên xwe yên olî nayê qebûlkirin ku li ser wan zext û zordarî bê kirin. Ev yek divê nebe mijara nîqažê jî. Lê li Tirkiyeyê mijara turbanê tê nîqažkirin, hin kes diparêzin û hin kes li hember derdikevin, lê di vir de rastiyek derdikeve holê ku îstîsmareke siyasî ya cidî tê kirin. Li Tirkiyeyê di bin nîqažên turbanê de ev rastî heye.

Li Tirkiyeyê civak li ser nîqažên turbanê rabûye ser tetîkan. Bi vî awayî ji rojeva bingehîn hatiye bidûrxistin û ser ziyareta DYA û Îsraîl û Tirkiyeyê hatiye nixumandin.

Divê ku ev lîstik bê femkirin û mirov nekeve vê feqê. Rojeva bingehîn ya Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiyê ye. Divê ku bala raya gižtî li ser vê rojevê be. Yên ku îro qala kefen û turbanê dikin, di çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê de çava pirsgirêkên bi hev re jiyane û nîqažên kirine datînin aliyekî û li hev kirine. Divê neyê jibîrkirin ku bûne dijberên kurd û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê gelê me yê welatparêz û pêžverû, demokrat, hêzên çepgir destûrê nedin ku ji rojeva bingehîn bê dûrkevin. Li ser esasê rojeva bingehîn bimînin û bi biharê re li hemberî žerê taybet-qirêj ku tê texmînkirin žer gur bike, amadekariyên xwe temam bikin û xwedî helwestekê bin.


18-02-2008 07:59 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 18-02-2008 07:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment. Last update on 18-02-2008 07:59
Views: 675    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;