MalMem Mîrxan Di plana Amerîkayê de Kurdistana Azad tune ye
Di plana Amerîkayê de Kurdistana Azad tune ye
Cemîl BAYIK
Konsepta nû ya qirkirine her diçe pêþ de dibin. Li çiyayên
bakurê Kurdistanê di mercên zivistanê de dewam dikin; ji hewa û ji erdê
bombarandina bi ser Herêmên Parastinê yên Medya; li bajarên metropol yên
Tirkiyeyê zext û girtin; paþketina siyasî ya demokratîk; qedexe û bêdengkirina
li ser pêþverû û demokratan vê yekê nîþan dide.
Bi vê tenê namînin 'herêmên ewlehiyê yên taybet' têne
îlankirin. Heremên qedexekirî hatine dorpêçkirin û ji çavdêriya qada navneteweyî
re hatine girtin. Tiþtên ku têne jiyîn wekî qetlîmên ku di sedsala borî de
hatine serê kurdan tîne bîra mirov. Di wê demê de ji aliyekî ve qetlîam dihate
kirin ji aliyê din ve dihatin vejartin.
Di sedsala 21’emîn de her çi qas bê gotin “dinya bûye
gundekî biçûk” jî derfetên ku kurdan qir bikin hene. Ev tiþtên ku me li jor
gotin vê yekê nîþan didin. Ji ber vê divê ku xwexapandina 'di sedsala 21’emîn
de qetlîam çênabin' çênebin.
Îro yên ku þerê taybet dimeþînin di nav Tirkiyeyê de mercên
qetlîamê amade dikin; di derveyê welat de jî ji serokkomarê wan bigire heta
serokwezîr; ji serfermandarê wan bigire heta serleþker û wezîr û parlamenteran
hemû hêzên xwe xistine tevgerê, da ku mercên qirkirina kurdan biafirînin.
Dixwazin vê bikin.
Dewleta kedxwar ya tirk ji bo vê amadehiyan dike.
Serfermandar li Îngilistanê, Serfermandarê Duyemîn Ergun Saygun li Amerîkayê
hevdîtinan li ser vê armancê pêk tînin. Li ser van amadekariyan dixwazin
bikevin nava hewldanan. Ez tiþtek zelal û vekirî ye.
Dewleta kedxwar ya tirk vê yekê wekî çareya dawîn dibîne û
ji bo ku qirkirinek wisa bîne serê kurdan cesaretê di xwe de dibîne. Yên ku vê
cesaretê didinê DYA, Îngilistan û YE ne. Ku ji wan piþtgiriyek bi vî rengî
negire nikare tiþtek wisa bike. Ku ji vana nebe ne cesaret û ne jî derfetên wê
hene, da ku tiþtek wisa bike.
Hêzên sermayedar yên dinyayê û kedxwariya Tirk li ser
dijberiya kurdan gihiþtine hev. Menfîeta wan li ser vê bûye yek. Sermayedariya
dinyayê ji aliyeki ve li Rojhilata Navîn bi projeya PRONAM (Projeya Rojhilata Navîn
ya Mezin)’ê, ji aliyekî din ve jî kurdan bi kar tîne. Ji bo kurdan zêdeyî vê
tiþtekî nafikire. Her çi qas weki ku piþtgirî bide hêzên baþûr ên kurdistanî
tev bigere jî zêdetirî bikaranîna wan tiþtekî din tune ye. Tiþtê ku dike
PRONAM’ê bi hêzên herêmî yên ku piþtgirê wan in pêk bîne. Di projeyeke wisa de
cihê Kurdistaneke Azad û Demokratîk tune ye. Rejima Þerê Taybet a Tirk li
hemberî rastiya kurdan xwe ranagire, tehamûl nake. Qirkirina li ser bakurê
Kurdistanê encama vê rastiyê ye.
Dive ku kurd li ser vê rastiyê tevbigerin. Li hemberî vê
konsepta qirkirine divê kurd xwedî helwest û hewldanekê bin û divê ku bi
lezgînî dest bi amadekariyan bikin. Hinekên ku ji vê zanîn û rastiyê dûr in bi
xafletê vê konseptê ji naxwazin bibînin, rastiyan tev li hev dikin hene. Ev bi
awayekî hevparên vê qirkirinê ne. Ev derdoran gelê kurd û Tevgera Azadiya
Kurdan ji hev diqetînin, êriþên hêza kedxwar jî bi vê re digirin dest. Her wekî
sedemê van êriþan Tevgera Azadiyê ye galegal û gotinan dibêjin. Bi vî awayî
êrîþan rewa nîþan didin û mafdar dibînin. Ev kes li hemberî gelê kurd di nava
tewanbariyekê mezin de ne. Sûcê van bi van tiþtan tenê naqede. Ev kes riya
çareseriya doza kurdî di hikûmeta AKP’ê de û DYA, Îngilistan û YE’yê de
dibinin. Bi vî awayî riya xirab nîþan didin. Bi vî awayî sûcê xwe zêdetir
dikin.
Eger ku îro li ser serê kurdan konsepta qirkirinê hatibe
danîn pêþkêþê vê yek jê AKP ye. Eger ku li Kurdistanê zorî û zext û êrîþên têne
kirin her diçe zêde dibin piþtgirên vê DYA, Îngilistan û YE ne. Ji ber vê jî ne
AKP, ne DYA, Îngilistan û YE çareseriyê naynin. Encax çareseriya qirkirina
kurdan bimeþînin. Wan li ser qirkirina kurdan li hev kirine. Mirov nikare
hêviya çareseriyê ji van bike. Ku mirov hêvî bike mirov ji qirkirina wan re li
çepikan dixe û dibe piþtgirê wan.
Encax û encax kurd bi xwe konsepta qirkirin û îmhayê betal
bikin. Gava ku vê rastiya “DYA, Îngilistan û hêzên din çareseriyê naynin” bê
dîtin ew ê mercên çareseriyê jî çêbin. DYA, Îngilistan, YE li hemberî kurdan
bûne yek. Projeyek wan a ji bo qenciya kurdan tune ye. Berê tune bû. Di dema
Þerê Dinyayê yê Yekemîn de di Peymana Sewrê de cih dabûn kurdan. Lê bi hêsanî
dev ji kurdan berdan. Sedem dîsa ev bû. Piþtre jî her tim kurd wekî navgîn bi
kar anîne. Hêzên ku kedxwariyê bikin û her xwe di vî warî de berfireh bikin ji
bo kurdan di derveyê bikaranîne tiþtekî nakin. Di dîrokê de ev hêzan wisa
tevgeriyane niha jî ji bilî vê yekê bi tu awayî tevnagerin. Divê mirov hêviyeke
din ji wan neke.
Tu kes nikare ji gelê me re bibêje “civaka bêhiþ”. Mafekî
wisa yê wan tune ye. Gelê me tiþtên ku berê dîtiye ji bîr nekiriye. Îro ku di
dinyayê de qala kurdan bê kirin ev ji ber ku têkoþîna xwe pêþ xistiye, encamê
vê tekoþînê ye. Kedxwaran ji bo gelê me digotin “civaka ku ketiye gorê, ser wê
jî bi beton hatiye girtin”. Gelê me niþan daye ku civakek wisa nîn e. Ji tu
hêzê jî piþtgirî negirtiye û bi saya tu hêzê ev têkoþîna xwe nedaye. Destê xwe
ji tu hêzê re venekiriye. Bi hêza xwe ev tekoþîn daye û hatiye heta vê
merheleyê.
Ev tev dîsa didin nîþan ku kurd wê bi hêza xwe çareseriyê
bibînin. Ne bi saya DYA’yê, ne saya Îngilistan û ne jî bi saya YE’yê çareserî
çênabe. Ne mimkûn e ku ev hêzan çareseriyê bînin. Ji ber vê jî kurd divê li
derve li çareseriyê negerin, divê di nav xwe de li çareseriyê bigerin. Ku bi vî
awayî tev bigerin wê vê konsepta qirkirinê jî pûç bikin.
This entry was posted on 28-01-2008 09:22. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment.
Last update on 28-01-2008 11:17 Views: 932
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 932