AKP ne partiyeke ku dixwaze pirsgirêka kurd çareser bibe. Di raya giþtî de her çiqas hin derdor îdia bikin û bibêjin ku ‘projeyeke AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heye’ jî, tiþtên ku hatine jiyandin nîþan dide ku tiþtekî wisa tune.
Di rastiya xwe de gotegotên ku weke ‘projeyeke AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heye’ jî parçeyekî konsepta îmhaya ku li hemberî kurdan ketiye dewrê ye. Ev gotegotên ku têne kirin ji parçeyekî konsepta îmhaya kurdan wêdetir, rola ku ji bo encamên girîng derxe holê ye.
Ev rastiyek e ku derketiye holê AKP partiyeke takiyevaniyê dike ye. Ev gotegotên ku ‘projeyeke AKP’ê ya ji bo çareseriya kurd heye’ jî ji bilî derbirîna taybetiya AKP’ê pêve ne tiþtek e û tiþtekî gelekî xeternak e.
Roleke din ku ji bo AKP’ê hatiye dayîn jî ev e; þerê qirêj ê li hemberî kurdan tê meþandin de hin aktorên nû tevli vê konseptê bike û birêve bibe ye. Kesên ku dibêjin ‘projeyeke AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heye’, derdorên ku ji aktorên nû yên tevli þerê topyekûn ê qirêj-taybet bûne, pêve ne tiþtekî din e.
Fermandar û rêveberên þerê taybet ê qirêj dema konsepta xwe diyar kirin gotin ku heta niha rêbazên hatine bikaranîn têrî nekirine û di vê çarçoveyê de destnîþankirin ku hewcedariya wan bi gotin û enstrumanên nû hene. Xwestin ku siyasetmedar, gel, çapemenî, rêxistinên civaka sivîl, partî, arteþ û hwd. tev bi hev re di vî þerî de cih bigirin û di pozîsyonekê de bin ku hev temam bikin. Ji AKP’ê jî xwestine ku vegotin û têkiliya vî karî li gorî hikûmeta nû biafirîne.
Nêzîkahiya AKP’ê ya ku qaþo her kesî hembêz dike, bikaranîna vegotinên îslamî û lîberal rastiya vê yekê ye. Beþdariya sosyal demokratê berê Ertugrul Gunay a AKP’ê, kesên ku ji xwe re dibêjin em demokrat, rewþenbîr û kurd in hwd. nivîskariya wan a di rojnameyên wekê Yeni Þafak, Zamanê de û derketina wan a televîzyonên weke Samanyolû hwd., rojnamegerên weke M. Ali Birand û Ali Kirca ku xwe xistine rewþeke nayên nasîn an jî rewþa xwe ya rastîn derxistine holê û bûne dijberê kurdan, ev hemû li ser esasê rastiyekê pêk tên.
Ev derdorên ku li dora AKP’ê civiyane enstrumanên nû yên þerê taybet û qirêj ê ku li hemberi kurdan tên bikaranînin û di nava vê koroya ku tevlibûne de heta ji wan tê dengê xwe bilind dikin. Li gorî van kesan dê ‘AKP partiyeke ku pirsgirêka kurd çareser bike ye.’
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu projeyeke AKP’ê ya çareseriyê tune ye. Partiyeke ku dibêje ‘tu li ser nefikirî pirsgirêk jî tune ye’ ne mumkûn e ku projeyeke wê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hebe jî. Bila hin kes ranebin û li rapora ku R. Tayip Erdogan a 15 sal berê ji Necmettin Erbakan re nivisandiye binêrin û xwe nexapînin. Her çi ecêb be di rapora ku piþti 15 salan ji bo çapemeniyê hatiye nizilandin de, tiþtekî wisa cidî û berbiçav ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî tê de tune. Tiþtê ku R. Tayip Erdogan di raporê de gotiye kesên weke Hayri Kozakçioglu û Unal Erkanê ku di statuya walîtiya Dagirkeriyê de ye û wê demê walîtiya Rewþa Awarte kirine jî heman tiþt gotine. Tiþtên ku R. Tayip Erdogan û van kesayetan gotine ferqeke zêde di nava wan de tune. Ji ber vê yekê mirov li tiþtên ku R. Tayip Erdogan gotine nenêre û xwe nexapîne.
Xwexapandinek mezin e ku mirov Serfermandariyê laîk û AKP’ê jî misilman-oldar bibîne. Ne Serfermandarî laîk e û ne jî AKP misilman-oldar e. Ev tev derew in. Her yek ji wan aliyekî din ê meseleyê ye.
AKP rûyê xwe yê nepenî beriya hilbijartinên 22’yê tîrmehê di hevdîtina nepenî ya R. Tayip Erdogan û Yaþar Buyukanit de nîþan da. Di wê hevdîtinê de AKP û Serfermandarî di nava xwe de li hev kirine. Di rastiya xwe de AKP ji bo bibe desthilatdar di her mijarê de bi Serfermandariyê bûye yek û soza ku bibe tam partiyeke þerê taybet û qirêj daye.
AKP’ê vê yekbûyîna xwe ya bi Serfermandariyê re ji bo berjewendiyên xwe çêtir dîtiye. AKP, fikiriye ku yekbûyîna wê ya bi Serfermandariyê re dê wê li ser textê desthilatdariyê bide rûniþtandin. Bi vî awayî zaefa Serfermandariyê bi kar aniye ku AKP’ê bi kar bîne, vê yekê jî bi mebesta ku bibe hêz dike. Bi vî rengê ku Serfermandarî û AKP hevdu bi kar tînin çiqasî wan bike hêz û AKP dê çiqasî jê feydeyê bigire? Ev meseleyeke nîqaþê ya din e. Lê di vir de rastiyek heye. Ev jî AKP bi kar anîna xwe ji bo berjewendiyên xwe baþtir dibîne. Ev jî AKP kiriye parçeyekî xeter ê vê lîstikê û di heman demê de hiþtiye ku bi awayekî xeter jî bilîze.
Rejîma þerê taybet û qirêj a tirk fêm kiriye ku bi polîtîkayên ku heta niha meþandiye dê zêde ne emirdirêj be. AKP jî ev rastî dîtiye. Ji ber vê jî rejîma þerê taybet li þûna partiyên ku mîadê xwe tijî kirine bi kar bîne, partiyeke weke AKP’ê ji bo berjewendiyên xwe çêtir dîtiye û tercîh kiriye. AKP jî vê rewþê ji xwe re wekî fersendeke ku domdar li ser textê desthilatdariyê rûnê dibîne. Desthilatdariyeke domdar, ji bo AKP’ê ya takiyevan fersendeke ku nayê bidestxistine.
Heke vê rastiya AKP’ê baþ neyê fêmkirin û mîsyon lê bê barkirin, dê bê wateya xwexapandineke pir mezin û di nava þaþiyekê de bin ku projeyeke wê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heye. Dibe ku hin kes bi AKP’ê bixapin. Dibe ku bikevin nava hêviyên bi vî rengî jî. Tabî ev yek pirsgirêka wan e. Lê mafên me yên herî xwezayî ye ku em ji van kesan re bibêjin; xapandina xwe tenê bi xwe sînor bikin û dev ji xebatên xapandina derdora xwe berdin.
Serkanên þerê taybet-qirêj ên tirk pirsgirêka kurd wekî ‘pirsgirêka herî bi bela’ dibînin. Ji ber vê jî li ser dijberiya kurdan bi her kesî re li hev dikin. Bi þertên dijberiya kurdan bikin di dinyayê de tu hêz nemane ku tawîz nedabe wan. Derketiye holê ku li ser meseleya Kibrisê ku wekî meseleya neteweyî qebûl dikin tawîz dane Yewnanistanê ku wê wekî dijminê xwe dibînin.
Rejîma þerê taybet-qirêj a tirk li ser esasê dijberiya PKK’ê ku tiþtekî xwe yê ku nefroþe nemaye. AKP’a ku bi her awayî xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ya rejîma þerê taybet-qirêj re li hev kiriye, ne mumkûn e ku mirov bêje ‘Projeyeke wê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd heye’, gotina tiþtekî bi vî rengî jî tê wateya parçeyekî þerê taybet-qirêj ku di roja me ya îro de tê meþandin.
This entry was posted on 07-01-2008 09:44. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment.
Last update on 14-01-2008 09:03 Views: 735
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 735