Konsepta îmhaya kurdan a bi jehrdayîna
Rêber Apo xistine pratîkê di her qadên jiyanê de didine domandin. KT; ev
konsepta ku di qadên leþkerî, îdeolojîk û siyasî de pêk tîne, dixwaze encamê jê
bigire. Pêwendiyên navneteweyî jî di vê çarçoveyê de bi kar tîne. Ji DYA’yê
bigirin heta têkiliyên dewletên herêmî her tim van hêlan derdixe pêþ. KT, dema ku vê konseptê pêk tîne cur bi cur
rêbazan bi kar tîne. Di nav de rêbazên þerê psîkolojîk jî cihê xwe digire.
Dikare bê gotin ku di nav qada navneteweyî de, bi bikaranîna þerê psîkolojîk ve
KT di serî de tê. Wek dewlet, taybetiyên wê jî ji bo vê dest didin.
Her çend ku Komara Tirkiyeyê mîrateyê
dewleta Osmanî girtibe jî, wek siyasî û îdeolojîk dirûvlêdana ji jor ve
dihewîne. Ji aliyê dirûvlêdanê ve jî rola artêþê diyarker e. Lê belê di qonaxa
îro de faktorên ji bilî artêþê jî ketine dewreyê. Ji derveyî polîtîkayên
kemalîst ên kevneþop, hebûna nêzikayiyên polîtîk ên ku olê bi kar tînin vê yekê
nîþandidin. Ên îdia dikin ku di þerê psîkolojîk de polîtîkayên kemalîst ên
kevneþop bi kar tînin, ji bo wan herî zêdetir bikaranîna faktorê olê weke
hêmaneke sereke derdikeve pêþ.
Têkiliya AKP a ku rola bidestxistina
jinûvedagirkirina Kurdistanê ya siyasî danê, bi artêþê re di vê çarçoveyê de
cihê xwe dibîne. Bi pêþketina têkoþîna azadî û demokrasiyê re paralel, avaniya
mêtingehker biþkivîbû. Mêtîngehkerî li Kurdistanê tenê wek dezgeheke leþkerî û
burokrat li ser piyan dima. Gelê kurd bi vejîna neteweyî bi ruhekî nû teþe
girtibû û li ser hîmê demokratîk netewetiyeke nû pêk dianî. Partî û saziyên
siyasî yên din bi temamî tasviye bûbûn. Di nav þertên ku dewlet li Kurdistanê
bi hebûna zora leþkerî dida jiyandin, tê xuya ku valahiya çêbûyî AKP’ê tijî
kiriye.
AKP, li Kurdistanê tevgereke nû ya
dagirkirina siyasî ye. Îro ev ji her hêlan ve bûye diyardeyeke rasteqîn. AKP a
ku bûye wek hêzeke dewlet piþtgiriyê dikê û hebûna xwe pêk tîne, hewl dide ku
ji bo xwe stûnên nû çêbike. Dema ku vê yekê dike jî derfetên dewletê bi kar
tîne. Bi teþwîqa berfireh a aborî û krediyan ve wek qanûnî garantiyan dide.
Saziyên qaþo sîvîl ên ku destên dewletê ve hatine avakirin bi kar tîne.
Bi vê namîne, pêþî li hêzên hevkar vedike û
qoriciyan xurtir dike. Leþker, polîs û burokratan wek stûnên xwespartinê
dibîne. Tev ev rastî dibin stûn û lingên ku AKP li Kurdistanê bi wan ser piyan
bisekine.
AKP a bûye tevgera dagirkirina siyasî, li
ser esasa rola ku Kurdistanê dilîze, li Tirkiyeyê rêbazên þerê psîkolojîk her
diçe berfireh dike. AKP’ê zanîngeh, organên çapemenî û weþanê, diyanet, weþanxane,
saziyên sîvîl, partî li ser çarçoveyekî anîne ba hev, bi hev kirine, bûne wek
koroyeke yekdeng. Bi vî awayî bûne piþteniya Tirkiyeyê ya ji bo dagirkirina
Kurdistanê ya siyasî. Îro ew pêlên þovenîst ên li Tirkiyeyê tên berfirehkirin
jî di nav vê rastiyê de cih digire.
Her roj di organên weþan û çapemeniyê de
deng vedide. Cur bi bajar û navçeyan de xwepêþandan tên lidarxistin. Hewayeke
wisa diqewimînin ku edetî her kes bi hev re bikeve pêþbaziyê. Pêþbirkên sporê,
çalakiyên çandî, mîtîng û xwepêþandan tên lidarxistin. Bang û þîretên cur bi
cur li kurdan jî dikin ku xwe bi xwe înkar bikin û derkevin kolanan. Elenî
êrîþan li kurdan dikin. Lîncan li dijî kurdan pêk tînin. Di serî de DTP, li ser
siyasetmedarên ku nasnameya kurd diparêzin pêkutiyan dikin. Avahiyên DTP’ê tên
qudaxkirin û hilweþandin. Bi vî awayî dagirkeriya siyasî ya Kurdistanê ya bi
destê AKP’ê pêk tê, bi êrîþên li eniya Tirkiyeyê tên kirin ve dixwazin teqez û
temam bikin.
Ma gelo Kurdistan
ji nû ve wek siyasî dikare bê dagirkirin? AKP dikare rola ku di vê çarçoveyê de
lê bar kirine bîne cih?
Êdî her kes qebûl dike ku kurd ne kurdên
berê ne û ew êdî “Kurdên APO ên Azad' in. Tu hêz nikarin vê rastiyê
beguherînin. Kurd gihiþtîne wê astê ku bikarin biryara pêþeroja xwe bi xwe
bidin. Ji ber vê yekê jî ne þansê serkeftinê yê polîtîkayên AKP’ê yên
dagirkeriyê, ne jî þansê encamgirtinê yê pêla faþîst ku li Tirkiyeyê tê
belavkirin heye. Ew ê nikarin serkeftinê bi dest bixin. Divê neyê jibîrkirin ku
hewldanên dagirkerî û tepisandinê yên bi destê AKP'ê li Kurdistanê tên
pêþxistin, dê dijberî xwe ji berê xurttir derxîne holê û bê bersiv namîne.
Di nava gel de gotinek heye. Dibêje; 'Tevþo
dizivire, destik dizivire, rojekîê li serê xwediyê xwe dikeve'. Tevgera
dagirkeriya Kurdistanê ya ku AKP'ê daye destpêkirin û pêla faþîst a li
Tirkiyeyê tê bilindkirin, dê di demekî nêzîk de encameke bi vî rengî derxîne
holê. Þovenîzm di serî de xwediyên xwe û yên ku ew afirandine dixeniqîne.
Faþîzma Hîtler di serî de li dijî xwediyên xwe þer da destpêkirin. Piþtî demekî
gihiþte rewþeke wisa ku tu asteng û sînoran nikarî xwe li ber bigirin. Gihiþte
rewþeke bêpîvan û bêhevsar.
Gelê kurd li dijî pêla faþîst a ku bêhevsar
û bêpîvan bûye, ne bê parastin û bê xwedî ye. Kurd yek ji gelên ku di serdema
vejînê de ne û ev taybetî dê bihêle ku kurd xwe li dijî hemû êrîþên hovane
biparêzin. Kurd xwedî rêxistin in û di bin hemû þertan de dikiran xwe
biparêzin. Li dijî dijminahiya dijwar a li ser wan tê ferzkirin, kurd bi
têhgiþtina netewebûna demokratîk dê tevbigerin. Li dijî pêla þoven û faþîst dê
têgihiþtina demokratîk a neteweyî û welatparêz pêþ bixin. Dê kurd bikarin vê
yekê bikin û divê bikin jî.
Dibe ku li dijî þewitandina avahiyên DTP'ê
û saziyên din ên kurd bertekên gelê kurd pêþ bikevin. Ligel AKP, CHP û MHP'ê
hin saziyên dagirker ên siyasî li Kurdistanê hene. Dibe ku gotina gelêrî ya
wekî; 'Ji piran pir, ji kêman kêm dê biçe' bi cih bê. Divê li ser van baþ bê
fikirîn û ev rastî li ber çavan bê girtin. Heke rewþ gihiþt vê merheleyê dibe
ku êdî rewþeke ku pêþiya wê neyê girtin derkeve holê. Ji encameke bi vî rengî
jî hêzên ku li Kurdistanê dagirkeriya siyasî pêþ dixin û derdorên ku pêla þoven
û faþîst bilind dikin dê berpirsyar bin.
This entry was posted on 05-11-2007 08:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 35 time. You can leave a comment.
Last update on 05-11-2007 08:24 Views: 612
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 612