Gelê kurd li hemberî jehrdayîn û gav bi gav
daxwaza kuþtina Rêber Apo helwesta xwe daniye. Helwesta ku bi dirûþma “Êdî Bes
e!” hate îlankirin, di her qadên jiyanê de bandora xwe nîþan da. Gel, asta
bertekên xwe her diçe bilind dike. Gerîla mafê parastina rewa bi kar tîne. Rojeva Tirkiyeyê li gorî vê rewþê pêþ
dikeve. Gavneavêtina dewleta tirk a ji bo daxwazên kurdan ên diyarkirî sebra
kurdan aniye dawiyê. Berpirsiyariya vê rewþa ku îro hatiye vê radeyê Komara
Tirkiyeyê û AKP ye ku ser navê wê hikûmet e.
Berteka gelê kurd ji niþkê ve nehatiye wê
astê. Vê yekê rê li ber vê rewþê vekir ku bi çend caran tevgera azadiya kurd
banga aþtiyê kir û niyetên wê yên pir paqij bi awayekî xirab hatin
pêþwazîkirin. Dewleta tirk, ev gavên ku gelê kurd ji bo aþtî û aramiyê bi
niyeta paqij û erênî avêtin weke bêhêzî û zeafiyet dît û li gorî vê yekê
helwesta xwe girt.
Agirbesta yekalî ya ku di 1’ kewçera 2006’an de hate
îlankirin jî bi mentiqî hate pêþwazîkirin. Lê belê ev agirbest ne li ser
daxwaza hêzên demokrasî û azadiya gelê kurd, li ser daxwaza hêzên ji derveyî wê
pêk hatibû.
Berê jî agirbest hatibû îlankirin lê
helwesta li hemberî wê ne erênî bûbû. Ji ber vê yekê têkoþîna azadî û
demokrasiya kurd bi îhtiyat nêzik bûbû û fikarên xwe anîbûn ziman. Ligel vê
helwestê ji bo agirbesteke nû israran dewam kir. Weke ku raya giþtî jî dizane,
hêzên navneteweyî bang kiribûn. DYA û YE’yê daxwazên þênber (berbiçav) kiribûn.
Bangên KDP û YNK’ê yên bi vî rengî bûbûn. Ji hikûmetê peyam hatibûn. Odeyên
pîþeyan û sendîkayan jî îlan kiribûn ku tevli van daxwazan dibin. Bi vê ve jî
nema MÎT’ê, dîtinên xwe yên der barê mijarê de bi riya çapemeniyê bi raya giþtî
re parve kiribûn. Agirbest di encama tev van daxwazan pêk hatibû. Lê belê dema
agirbest hatibû îlankirin fikar hatibûn diyarkirin û bal hatibû kiþandin ku
dema bi erênî neyê pêþwazîkirin dê pêvajoyeke xetere dest pê bike.
Qewmînên ku îro dibin dengvedana van
fikaran e ku me bal dikiþande ser û hîs dikir. Ji ber ku digel îlankirina
agirbestê û rîayetkirina vê biryarê encama wê xirab bû. Serfermandariya artêþa
tirk, þerê taybet û kirêt pêþve bir û agirbest nedît û nas nekir. Weke ku
Fermandarê Hêzên Bejayiyê Îlker Baþbug jî mikur hat, artêþ ne havîn, ne
zivistan, ne þev û ne roj ranewestiya bênavber êrîþ kirin. Vê rastiyê Hêzên
Azadî û Demokrasiyê yên Kurd bi rewþeke nû re, rû bi rû hîþtine. Vê rastiyê
hiþtiye îsbat bibe ku ev fikarên berê ji bo agirbestê dibûn çiqas rast bûn.
Digel vê AKP’ê, ev pêvajoya agirbestê ji bo
berjewendiyên xwe nirxand û bi kar anî. Hikûmeta AKP’ê qoltixa xwe qewî kir, a
herî girîng jî, ji wê rojê vir ve di serî de bajarên Kurdistanê, xwe ji bo
hilbijartinên pêþwext amade kir.
Artêþa Tirk li Kurdistanê þerê taybet û
kirêt kûr dikir, AKP’ê jî cihê xurt dikir û xwe ji bo hilbijartinan amade dikir
lê yên ku daxwaza agirbestê kiribûn bêdeng mabûn, ji bo mayîndebûna agirbestê
gavek jî neavêtin. Edetî piþtî vê daxwazê gotina xwe ji bîr kiribûn. Li dijî
êrîþên þerê taybet û kirêt bêdeng man. Li hemberî qetlkirina kurdan wek pez, bêdeng
man. Ne ji bo dualî îlankirina agibestê, ne jî ji bo pêþketina daxwazên aþtî û
demokrasiyê di nav raya giþtî de, rolek nelîstin. Lê riya faþîzma bi girseyî
vekirin û hîþtin ku AKP di qada daraz, qanûnwerî û rêvebirinê ango organên
dewletê yên esas de bibe xwedî bandor. Dem ji bo hêzên qetlîamker dan
qezenckirin ku ew amadekariyên xwe bikin û gelê kurd di vê tevkujiyê de bê
parastin bimîne. Ev yek çiqas ferq kirin ne diyar e, lê bûn hevparê van dek û
dolaban.
Îro li Tirkiyeyê êrîþên li dijî kurdan
diqewimin hatine asta bêsînoriyê. Ji qada sîvîliyê derketiye, cur bi cur
metodan, gelê sîvîl jî daye ber xwe. Kurd di nav kolanan de tên lînckirin.
Partî û komeleyên bi nasnameya kurdan tên qundaxkirin. Rojname û kovar tên
girtin. Mirov tên girtin, zîndan bi mirovan tên tijekirin. Tirkiye bi lez ber
bi þerê kurd û tirkan ve tê kiþandin. Ên ku li hemberî artêþa tirk, hikûmeta
AKP û þerê taybet û kirêt ê ku tê tûj û gurkirin bêdeng dimînin dê berpirsiyar
bibin.
Hê jî hikûmeta AKP’ê dixwaze rewþa xetere
ya ku Tirkiye tê kiþandin nav, li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Tezkereya
ku bi gotina wan, “operasyona derveyî sînor” meclîsê re derbas bû, diyarkirina
wek rojeva esas a Tirkiyeyê vê rastiyê dide xuyakirin.
AKP, berê hemû hêz û derderorên siyasî û
navendên artêþî dide PKK’ê û dixwaze xwe ji navê re bifilitîne. Dixwaze bi vî
awayî xwe di desthilatdariyê de hêztir û bandortir bike. Ew pir bi zanayî
ketiye nav van hewldanan. Ji wê sedemê ye ku niyeta AKP’ê ya demokratbûna
Tirkiyeyê û gavek be jî xwedî avêtina ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nîn e.
Divê ev rastî bê dîtin û li gorî wê mirov xwedî helwest be.
Beriya hilbijartinên 22’ê tîrmehê hin kesên
ku texmîn dikirin ku AKP dê xizmetî demokratbûna Tirkiyeyê bike û ji bo
çareseriya pirsgirêka kurd hewl bide, hebûn. Heta ku di nav kurdan de kesên ku
bi AKP’ê qanî bûbûn hebûn. Niha aþkera bûye ku polîtîkyeke AKP’ê ya bi vî rengî
nîn e. Teqez, di nav eniya dij kurd de cih digire û þerê tevkujiya li dijî
kurdan hatiye îlankirin bi rê ve dibe.
Daxuyaniyên serokê AKP’ê T. Erdogan jî bî
vî rengî ne. Teqez wek generalekî daxuyaniyan dide û þerê taybet û kirêt ê tirk
bi rê ve dibe. Bisînorkirina PKK’ê, pûçkirina piþtgiriya gel li PKK’ê, daxwaza
helwestgirtina derdorên siyasî yên kurd ên legal li dijî PKK’ê û diyarkirina
zêdekirina tedbîrên leþkerî, destpêkirina êrîþên li dijî kurdan daxuyanî û
talîmatên wî ne. Ji ber vê yekê divê her kurdê ku li AKP’ê xapiya be piþtgiriya
xwe ji AKP’e vekiþîne û helwestê lê dayne.
Bi van pêkhatinan ve Tirkiye ketiye riya
xetereyeke pir mezin. Bi jehrdayîna Rêber Apo êrîþên bi armanca tevkujî û
îmhayê dest pê kirine. Kurdên, bi hêza xweparastinê ve dê xwe biparêzin. Bi
qasî ku kurd xwe biparêzin Tirkiye dê bikaribe xwe ji pêvajoya xetere ku dikeve
nav bide aliyekî û pêþî lê bigire. Kesên ku dibêjin em bi rastî jî li dijî vê
pêvajoyê ne, divê demê neborînin û bikevin nav tevgerê.
Divê di serî de yên ku dixwestin Têkoþîna
Azadî û Demokrasiyê ya Kurd agitbestê îlan bike bilivin û hewl bidin. Divê li
dijî dijmintiya kurdan dengê xwe bilind bikin. Divê daxwaza demokrasî û aþtiyê
bi dengekî bilind û bi wêrekî bilind bikin.
This entry was posted on 29-10-2007 08:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 35 time. You can leave a comment.
Last update on 29-10-2007 08:52 Views: 539
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 539