• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Ahmet Dere arrow AKP li ser alozî û neçareseriyê xwe dike hêz
AKP li ser alozî û neçareseriyê xwe dike hêz Binivîse E-posta
 

cemil_bayik.jpgRûyê AKP’ê yê rasteqîn her diçe baþtir tê xuyakirin. Li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd rûyê AKP’ê yê rasteqîn baþtir tê xuyakirin ku aktorê sereke yê pratezîkirina polîtîkaya îmha û înkarê ye. Axaftinên dawî yên Serokê Giþtî yê AKP’ê Tayip Erdogan ên li Amedê jî vê rastiyê piþtrast dikin.

Serokê Giþtî yê AKP’ê Tayip Erdogan daxuyand ku ew li hemberî zimanê kurdî ye ku wekî zimanê perwerdehiyê bê bikaranîn. Vê yekê jî weke hincet wiha nîþan dide “Heke kurdî di dibistanan de bê bikaranîn, li Tirkiyeyê dê civatên din jî zimanên ku bi kar tînin daxwaza bikaranînê wî zimanî bînin rojevê.” Weke biwêja di nava gel de tê bikaranîn ‘sûc ji qebeheta wî mezintir bû’, Tayip Erdogan bi vê axaftinê xwe xistiye vê rewþê.

Helbet kurd li Tirkiyeyê dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin. Lê dema van daxwazên xwe dibêjin li hemberî çareseriya pirsgirêkên demokratîk ên li Tirkiyeyê têne jiyandin jî ne bêeleqe ne. Ji ber vê jî kurd civatên weke çerkez, laz hwd. ku li Tirkiyeyê dijîn, ne li hemberî wan e ku ziman û çanda xwe bi awayekî azad bi pêþve bibine û her wiha wan li pêþiya daxwazên xwe jî weke asteng nabîne. Berevajî vê civatên ku pirsgirêkên wan ên bi vî rengî hene, ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin piþtgiriyê dide têkoþîna wan. Ji ber vê yekê Tayip Erdogan dema sedema ku zimanê kurdî bila nebe zimanê perwerdehiyê vegotiye, xwe xistiye rewþeke pêkenînê. Her wiha nîþan da ku çiqas kesekî nijadperest e.

Li Tirkiyeyê hemû civatên ku pirsgirêkên çandî dijîn û derdorên demokratîk divê li hemberî vê helwesta AKP’ê û serokê wê yê giþtî xwedî helwest bin. Hin kes hê jî ji AKP’ê hêvî dikin ku li Tirkiyeyê pêþiya hin pêngavên demokratîk veke. Heta hin kesên ku gotinên xurifandinê dikin û dibêjin dijberiya AKP’ê tê wateya dijberiya gelê kurd. Ev kesina divê axaftina Tayip Erdogan a li Amedê careke din li ber çavan derbas bikin û li ser vê axaftina wî bifikirin.

Tiþtê ku AKP dixwaze bike aþkera ye. Tu projeyên AKP’ê yên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd tune. AKP, li Tirkiyeyê tenê armanceke wê heye. Ew jî li ser koltixa desthilatdariyê rûnê û bibe hikûmeta þerê taybet-qirêj.

Rûyê rasteqîn ê AKP’ê têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd derxistiye holê. Ji ber vê yekê AKP’a ku li Tirkiyeyê aliyê þerê taybet-qirêj e û armanca wê dijberiya demokrasiyê ye, têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd dê nehêle AKP bigihêje armanca xwe.

Serkeftina têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd, tê wateya ne serkeftina AKP’ê. AKP vê rastiyê ji her kesî çêtir dizane û ji ber vê yekê zêdetir êrîþê dibe ser têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd. Ne çareseriya pirsgirêka kurd ji bo xwe weke feyde dibîne.

Sedemê bingehîn a israra AKP’ê ya ne di çareseriya pirsgirêka kurd de ev e. Heke pirsgirêka kurd bêçareserî bimîne, difikire ku dê ew ê hêj bi hêztir bibe. Ev nêzîkahî her tim wê ber bi hewldanên neçareseriyê ve dahf dide. Di vê hêlê de mirov dikare bêje ku AKP hemû enerjî û polîtîkaya xwe ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd xerc dike. Têkiliyên xwe yên bi dewletên herêmê û navneteweyî re, derfetên dewletê di vê hêlê de dixe nava tevgerê. Ji bo her kesî tawîz li ser tawîzan dide, tiþtekî ku pêþkêþ nekiribe nema ye.

Helwesta dijberiya kurd a AKP’ê êdî gihîþtiye astekê ku nayê veþartin. Ev rastî jî mîsyona AKP’ê ku çi ye, radixîne ber çavan.

AKP li Tirkiyeyê hêrsa civakê ku li hemberî dewletê hatiye berhevkirin, ji nû ve ji bo dewletê vediguherîne hêzekê. Dixwaze veguherîn û enerjiya ku di civakê de bi saya têkoþîna azadî û demokrasiyê derketiye holê ji bo xwe bike hêz.

Dema vê yekê jî dike hestên gel ên olî bi kar tîne û hevkaran xwe dixe nava tevgerê.

Di vê pevajoyê de rûyê AKP’ê yê rasteqîn derketiye holê. Êdî tiþtê ku bê kirin; li dijî þerê taybet-qirêj ku hikûmeta AKP’ê girtiye ser xwe û hevkarên wê helwesta demokratîk bê nîþandane.

AKP û hevkarên wê dixwaze hestên olî yên gelê me ji bo xwe bi kar bîne. Lê nêzîkatiya AKP û hevkarên wê yên li hemberî hêstên olî û nirxên gelê me deþîfre bûne. Nêzîkatiya wan a vê demê li hemberî îslamê wekî nêzîkatiya Hizbî kontrayê ye. Yanî bûye hevkarê sermayeya navneteweyî. Fetullah Gulen mînaka vê yekê ya li ber çavan e. Têkiliya Fetullah Gulen a bi CIA DYA’yê re tê zanîn. Kesên ji hêla sermayeya DYA’yê û CIA’yê tên xwedîkirin çiqasî misilman in? Ancax ev kes bibin bela serê gel. Ev kesina berê li serê gelê Filîstînê bûbûn bela, niha jî dixwazin bibin belayê serê gelê me.

Divê ev bela ji ser serê gelê me bê qewirandin. Ev yek jî bi têkoþîna bi biryar û bawer dê pêk bê. Heke li dijî vê têkoþîn bê meþandin divê kêmaniyên berê ji holê bê rakirin. Divê ev yek neyê jibîrkirin ku astengiyên li pêþiya têkoþîna me têne derxistin û li serê gelê me bûne bela, encama peywira ku ketiye ser milê me û me pêk neaniye. Vê valahiya ku ji ber me peywira xwe pêk neaniye derketiye holê, îro AKP û murîdên Fetullah Gulen dixwazin vê valahiyê dagirin. Ev yek tiþtekî ku çiqasî talûke ye, divê bê zanîn û fêmkirin ku tu carî destûrê nedin vê yekê.

Ev yek ne tenê ji aliyê têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd, divê hemû hêzên ku têkoþîna demokrasiyê dimeþînin vê yekê bibînin û li hemberî vê talûkeyê têbikoþin.

Li vir em dîsa dixwazin ku hiþyariyekê bikin, AKP bi awayekî zanebûn dixwaze pirsgirêka kurdan çareser neke û bi vî awayî xwe bi hêz bike. Ji ber vê yekê jî tiþtê ku ji destê wê tê teqsîr nake; heta îro çiqas berpirsyarên þerê taybet-qirêj bêjin ‘Em dev ji þer berdin’, ew ê bêje ‘Hûn çi dikin, em hinekî din vî þerî berdewam bikin’ vê yekê ji bo berjewendiyên xwe dibîne.

AKP, bi þerê taybet-qirêj re bûye yek. Heta ku þerê taybet-qirêj berdewam bike, hêvî dike ku Têkoþîna Azadî û Demokrasiya me dê qels bibe û cihê ku vala bûye ew ê dagire. AKP bi vê nêrînê bi feraseta bazirganiyê û wekî keysperestiyê tevdigere.

AKP, bandora vê yekê ne tenê li ser gelê me û Têkoþîna Azadî û Demokrasiya me, li ser hemû beþên civaka Tirkiyeyê ku hatiye afirandin dibîne. Têkoþîna Azadî û Demokrasiya me ev feraseta ku li ser civakên Tirkiyeyê bandoreke mezin çêkiriye, bi giranî hilweþandiye. AKP qada ku valahî lê derketiye holê, ji bo dagire gurkirina þerê taybet-qirêj ji bo berjewendiyên xwe dibîne.

Divê mirov vê rastiyê bibîne û axaftina Serokê Giþtî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan a li Amedê kiriye, wateyekê bidê û li dijî AKP û hevkarên wê têkoþînê bide destpêkirin.

Hikûmeta AKP’ê tam bûye hikûmeta þerê taybet, armancên AKP’ê yên kirêt ancax bi têkoþîna li hemberî wê bê dayîn, dê bê pûçkirin. Ancax têkoþîna ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bê dayîn pariyê AKP û hevkarên wê dê di gewriya wan de bihêle. 

14-01-2008 08:59 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 14-01-2008 08:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 20 time. You can leave a comment. Last update on 14-01-2008 08:59
Views: 674    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;