Rêber Apo di notên
hevdîtina dawî de bi israr nerînên xwe yên
der barê vekirina Akademiya Siyaseta Demokratîk de tîne
ziman. Her çiqas beriya niha jî ji aliyê Rêber
Apo ve nerînên di heman çarçoveyê de
hatibin ziman jî, divê em li vir bidin nîžandan ku
bicihneanîna vê pêwîstiyê sedema
rexnedayinekê ye.
Rêber Apo, gelek caran bal
kižandiye ser girîngiya siyaseta demokratîk û
pratîzekirina projeya ji nû ve avakirina civakê ku
mîna demokrasiya bêdewlet bi nav dike. Di rewža niha de
girîngiya mijarê bêtir derdikeve pêž. Herî
dawî pêžveçûnên di rojên
Newrozê de vê yekê pižtrast dike.
Di Newrozê de gel mîna hîmê
bingehîn yê siyasetê, di qadên siyasetê
de cihê xwe girt. Tercîha xwe ya bi zanebûn li
qadan nîžan da û bibiryarbûna xwe ya ji bo
destnîžankirina pêžeroja xwe diyar kir. Vê
rastiyê êdî žert û mercên; beramberî
gel, ji bo gel mežandina siyasetê bi tevahî ji holê
rakirine.
Gel nîžan daye ka çi
dixwaze, pêžeroja xwe wê çawa diyar bike bi
tecrûbe û pratîka xwe fêm kiriye. Ji ber vê
yekê jî pêžengê xwe di kesayeta xwe de bi
cih kiriye û bi "PKK gel e, gel li vir e“, ev kiriye
slogan. Pêwîst e ku ev tespîta gel tenê mîna
slogan neyê fêmkirin. Gel bi vê destnîžan
dike û bi tespîta xwe nîžan dide ku çawa
wateyê li siyaseta demokratîk bar dikin.
Gel rojane li qadan hilbijartina xwe
dike. Nîžan dide ku alîgirê kîjan meyldarî
û helwesta polîtîk e.
Di tercîha gelê kurd de,
cihê siyaseta serdestî-desthiladariyê cih nagire.
Gelê me li hemberî siyaseta serdestî-desthiladarî
helwesta xwe nîžan da. Nîžan da heger ji vê yekê
re xizmetê bike wê li vê siyasetê xwedî
derkeve. Ji ber vê yekê, gelê me pejirand ku heger
ji gel re xizmetê bikin dê van kesan bike xwedî
wezîfe. Li hemberî vê yekê hin kesên ku
siyaseta serdestî-desthiladariyê dimežînin û
dixwazin li ser navê hinekan bên hilbijartin û
biçin cihan, bibin xwedî mewkî jî red dikin.
Gel êdî li qadan siyasetê
bi xwe dimežîne. Dîsa biryara ku wê çawa
pêžeroja xwe diyar bike bi xwe dide. Heta ev rastî neyê
dîtin, mežandina siyasetê ne mumkûn e. Ji ber ku
Rêber Apo vê rastiyê dibîne balê
dikižîne ser girîngiya Akademiya Siyaseta Demokratîk,
dixwaze di vê mijarê de gavên pêwîst
bêne avetin.
Diyar e ku dibistana seretayî ya
siyaseta demokratîk bê fêrkirin jiyan bixwe ye. Di
vir de girîngiya qadan, kolanan girîng e. Lê belê
ev bi tena serê xwe têrî nake. Divê siyaseta
demokratîk a ku gelê kurd bi pratîka xwe fêr
dibe û jiyanê didiyê bibe malê dîrokê
û tevahiya mirovahiyê. Di vê çarçoveyê
de pêwîstî heye ku nirxên mirovahiyê
yên heta roja me gihîžtine hev, di siyasetê de
bibin yek. Yekitiya sêwaniya exlaq, zanist û siyasetê
vê yekê ferz dike. Cihên ku ev lê pêk
were jî, li hemberî siyaseta serdest, ji Akademiyên
Siyaseta Demokratîk ku nirxên demokratîk-komunal
esas digire pêde ne cihekî din e.
Ji bo sazkirina Akademiyên
Siyaseta Demokratîk žert û mercên pêwîst
amade ne. Têkožîna gel a bi pêž dikeve derfetê
dide vê yekê. Têkožîna demokrasiyê ya
gel ji bo demokratîk-kirina siyasetê ye. Di heman demê
de hestiyarkirina dewletê ya ji bo demokrasiyê ye jî.
Dema ev rastî li ber çavan bê girtin, dê
zelaltir were fêmkirin.
Sîstema serdest-dewletparêz
siyasetmedarên xwe li dibistanan, di bin banê partî
û saziyan de perwerde dike û amade dike. Hewl dide xwe bê
alternatîf bihêle. Bi vê yekê dixwazin riya
civakê destnîžan bikin. Li hemberî vê yekê
bê guman gel ne bêçare ye û wê zanibe
bijarke û alternatîfên xwe li ber çavan
raxe. Akademiya Siyaseta Demokratîk a ji aliyê Rêber
Apo ve hate pêžxistin jî di nava vê rastiyê
de dê cihê xwe bibîne.
Li welatê me ezmûneke
zêdetirî 30 sal in mijara gotinê ye. Dîsa
danehev û ezmûna gelan a bi hezaran salan heye. Ev tev ji
bo Akademiyên Siyaseta Demokratîk dewlemendiyeke ku li tu
cihî nayên dîtin îfade dike. Li pêžiya
siyaseteke ku xwe dispêre vê bingehê û ji vê
kevnežopiyê xwe xwedî dike, derfeta serkeftina tu
siyaseta din tune ye.
Li qada legal a demokratîk
pêkanîna vê yekê mumkûn e, her wiha
dikare hevdengiya pêwîst a di navbera vê yekê
û rewatiya girseyê de pêk were. Žert û
mercên vê yekê hene. Dema ev li gorî
pêwîstiyên xwe werin nirxandin, ji ber xwe ve wê
bê dîtin ku li pêžiya sazkirina Akademiyen
Siyaseta Demokratîk tu astengî tune ne. Di nava sîstemê
de partiyên ku akademî an dibistana wan tune ye hema bêje
nîn in. Her partî xwedî dibistanên partiyê
ne. Di van dibistanan de rêveberên partiyê û
kadro têne perwerde û amadekirin.
Xwediyê siyaseta
serdestî-dewletparêziyê tevî derfetên
di destê wan de jî, heger tevgera bi vî rengî
li gorî berjewendiyên xwe bibînin, ji bo têkožîna
li hemberî van divê Akademiyên Siyaseta Demokratîk
bêne sazkirin.
Akademiyên Siyaseta Demokratîk,
ji bo têkožina li dijî siyaseta serdest-dewletparêzî
pêwîst in. Di têkiliya desthiladariyê ya
siyaseta serdest-dewletparêz de ji aliyê komeke teng a
hindik ku hatiye amadekerin ve tê mežandin. Ji ber vê
yekê ji bo siyaseta serdest-dewletparêz, gižtîbûn
û girseyîbûnê ne tercîhek e. Berevajî
gižtîbûna siyasetê derveyî berjewendiyên
xwe dibîne û ji dest koman girtin û malkirina
tevahiya civakê di nava hedefên siyaseta demokratîk
de cih digire. Ji bo xwe gihandina vê hedefê, qadên
sereke yên pêkanînê jî sazkirina
Akademiyên Siyaseta Demokratîk in.
Akademiya Siyaseta Demokratîk ji
bo demokratikbûna siyasetê û serkeftina têkožîna
gel bûye hîmê bingehîn ê siyasetê
û êdî bûye pêwîstiyek.
Polîtikaya rejîma žerê taybet-qirêj a bê
siyaset û pêženghižtina gel dema li ber çavan bê
girtin wê ev girîngiya vê pêwîstiyê
bažtir bê fêmkirin.
Di Newroza 2008'an de gel, rastiya ku
bingehê siyasetê ye raxist ber çavan. Di destpêka
salên 1990'î de dîsa gel mîna bingehê
siyasetê li qadan cihê xwe girtibû. Lê belê
di wê demê de žerê taybet-qirêj bi ser gel
de çû û di tevkujiyan re derbas kir. Bi dehan
pêžengên gel hatin qetilkirin û xwest gel ji
bingehbûna siyasetê dûr bixe. Di vê helwestê
de di hin aliyan de gihîžt armanca xwe. Ji bo vê
têkožîna gelê me ya li paž mayî û ev
ezmûn ji bo girseyîbûna siyasetê û
pêkhatina vê yekê jî girîngiya
Akademiyên Siyaseta Demokratîk nîžan dide.
Bi Newroza 2008'an re gelê me
kete pêvajoyeke nû. Gelê me nîžan da ku
dikare demokrasiya bêdewlet birêxistin bike. Rêber
Apo ji vê rastiyê dikeve rê, beyî ku derfet
ji bo derengmayînê bê dayin, derfeta ji holê
rakirina kêmasî û žažiyan datîne ber me.
Bicihanîna pêwîstiyên sazkirina perspektîfa
Akademiyên Siyaseta Demokratîk berpirsyariya bingehîn
a li pêžiya me hatiye dayin e. Mîna pêwîstiyeke
xwerexnekirina ku di serî de jî me behs kir, pêwîst
e ev wezîfe bicih were.
This entry was posted on 31-03-2008 10:13. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment.
Last update on 31-03-2008 10:13 Views: 394
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 394