Têkiliyên di navbera Tirkiye-DYA,
Tirkiye-Îran, DYA-Îranê de hatiye merhaleyekê ku hin nîžaneyên
di hundirê wê de divê ji nû ve bêne nîqažkirin. Helwesta van
hêzan a li hemberî kurdan, hewcedariyeke wisa ferz dike.
Serokdewletê DYA’yê George Bush ji
bo PKK’ê gotina; “Dijminê DYA, Tirkiye û Iraqê ye” bi kar
anîbû. Pažê jî Serokomarê Îranê Ehmedînejad gotinên Bush jê
deyn kiribûn û gotibû, “PKK dijminê Îran û Tirkiyeyê ye”.
Bêguman ev peyvên hatine bikaranîn, ji demagojiyeke bêteže
wêdetir nîn in. Lê rastî ji vê yekê cudatir e. PKK’e ji bo
yên dixwazin bibin dostê wê, dostê herî rastî ye û tevgera di
cîhanê de ya herî mirovperwer e.
Divê gotina hestiyarkirina dewletê ji
bo demokrasiyê û gotina kûrkirina demokrasiyê neyê
tevlîhevkirin. Ya girîng ew e ku divê bi žîroveyeke bi heman
wateyê girîngiya van gotinan bê dîtin. Lê belê ev dibe sedema
žažiyên cidî jî. Gotina hestiyarkirina dewletê ji bo
demokrasiyê û gotina kûrkirina demokrasiyê, hem du gotinên ji
hev cuda ne hem jî du gotinên ku li dijî hev in û hev bê wate
dikin jî nîn in.
Em di pêvajoyeke ku dikare dîroka têkožîn û gel de girîng bê binavkirin
re derbas dibin. Heger em di vê pêvajoyê de berpirsyarî û wezîfeyên dikevin ser
milên xwe bi cih bînin, dê mumkûn be em bi tîpên zêrîn gotina “em serfiraz bûn”
di dîrokê de binivîsînin.
Meža Botanê û dîrokên
15'ê Sibatê, 8'ê Adarê û 21'ê
Adarê di dîroka gel û têkožîna me de
mîna xelekên zincîrekê wekî rojên
hev temam dikin, derbas bûn. Lê belê mîna gel
ev rojên ku di têkožîna me re derbas dibin ne wekî
rojên bi meža Botanê dest pê dikin û di 21'ê
adarê de bi dawî dibin in.
Rojbûna Rêber Apo li gel
hemû astengiyan li Kurdistanê ji aliyê gelê
kurd ve hate pîrozkirin.
Bi hezaran kurd ji gelek bajarên
cuda ketin rê û mežek ber bi cihê ku Rêber
Apo lê hatiye dinê, ango Amarayê ve li dar xistin.
Kurdên ku nikaribûn beždarî vê mežê
bibin jî li cihê ku lê dijîn bi çalakiyên
ku li dar xistin rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Rêber Apo di notên
hevdîtina dawî de bi israr nerînên xwe yên
der barê vekirina Akademiya Siyaseta Demokratîk de tîne
ziman. Her çiqas beriya niha jî ji aliyê Rêber
Apo ve nerînên di heman çarçoveyê de
hatibin ziman jî, divê em li vir bidin nîžandan ku
bicihneanîna vê pêwîstiyê sedema
rexnedayinekê ye.
Kurd êdî stûyê
xwe dirêjî ber kêra dagirkeran nakin
Komara Tirk (TC) bi êrîža
ji bo dagirkerinê ya ku bi ser Qadên Parastinê yên
Medyayê de bir de bi ser neketiye. Her kes vê
biserneketina Tirkiyeyê dibîne. Bi vê re pêžî
li hinek nîqažên nû vebûn. Žerê
Taybet yê qirêj li hemberî Hêzên
Azadiyê û gelê me li ber xwe neda; mutabaqata wan a
neteweyî ji hev ket û cudahiyên cidî di nava
wan de derketin.