Dewleta tirk gaveke dagirkirina
Kurdistana Baþûr û Qadên Parastinê yên
Medya avêt. Her kes li bendê bû ku ev êrîþ
di despêka biharê de pêk bê. Pêkhatina
wê ya di demeke pêþwext de, bi xwe re nîqaþên
nû û fikar anîn.
Komara Tirk da xuyakirin ku ka armanca
van êrîþan çi bû. Rayedarêndewletê
yên fermî li ser vê mijarê fikrên xwe
aþkera kirin. Di daxuyaniyên xwe de dane pêþ ku ji bo
îmhakirina hêzên azadî û demokrasiyê
yên kurd tevgeriyane.
Hêzên azadîxwaz ên
kurd ji bo vê yekê amade bûn û bi vî
awayî jî êrîþa dagirkerane bersivandin. Di
vî þerî de pevçûnên pir dijwar
qewimîn. Her gelî, her girên ku artêþa tirk
dixwest bi dest bixebi berxwedaneke dijwar hatin parastin. Gerîla
ji ber ku li hemberî êrîþan xwe amade kiribû
nehîþt ku leþkerên artêþa tirk gavekî
pêþve bavêjin û da sekinandin.
Em dibînin ku dîmenekî
ji bo artêþa tirk nexweþ û bîlançoyeke bi
xisar derketiye. Bîlançoya pevçûnan her roj
zêde bû, encamên wê giranbûn. Di vê
êrîþa dewleta tirk de, hêzên dagirker bi
berxwedaneke bala û bilind re rû bi rû man.
Berxwedana pêkhatî ne tenê dewleta tirk, hêzên
ji derveyî wê jî bêhitandine. Ji ber hêzên
azadîxwaz ên kurd bi çargavî revîne û
pêþî lê girtine ku windahiyên wan zêde
nebin. Artêþa tirk ji bo zû encamekî bidest bixe
di þertê zivistanê yên hiþk de dest bi êrîþê
kirin. Hêviya wan di bifinê wan de man.
Dewleta tirk berê jî êrîþên
wiha pêk anîn. Lê îcar ne wek ên berê
bû. Artêþa tirk xwest þertên dijwar ên
demsalê ji bo xwe wek avantajekî binirxîne.
Zivistanê bê navber li Kurdistana Bakur êrîþan
dewam kir. Kurdistana Baþûr û Qadên Parastinê
yên Medyayê bi balafiran, topên hewanê û
fuzeyan hatine bombebarankirin. Ligel vê bi qasî ku
dîroka wan de nehatiye dîtin þerê psîkolojîk
meþandin. Di qada navneteweyî de bi awayekî aþkera
piþtgiriya Îsraîl û DYA’yê girtin. Lê
daxwazên xwe bi dest nexistin, ligel piþtgiriyên van
dewletan hezîmeteke giran pêk hat û têk çûn.
Bi dehan hêzên taybet
hatine kuþtin. Birîndar terkî mirina bi sermayê
hatine kirin. Hêzên taybet bê liv û lebat
man. Wisa mecbûr man ku kêm û berevajîkirî
be jî windahiyên xwe aþkera kirin. Di nav dewlet û
raya giþtî de rewþ wek “Sariqamîþa Duyemîn”
hate nîqaþkirin. Ev hemû jî daneyên grîng
in.
Karesata Sariqamîþê, di
encama mentiqê dewleta Osmanî yê beþdarbûna
Þerê Cîhanê yê duyemîn de qewimî.
Niha mentiqê dewleta tirk jî eynî ye. Ev, mentiqekî
faþîst-neteweperst û dagirker e. Ew mentiq e ku bi
komkujiya kurdan dixwaze bigihîje encamê. Ew mentiq e ku
çawa dewleta Osmanî bi rûxandinê re bi rû
kir, ji rûpelên dîrokê derxist, dikare þertên
dewleta tirk jî îro bi heman encamê re rû bi
bihêle. Yên ku serê pêþîn ji bo êrîþan
lambeya kesk vêxistin, êdî îro nikarin wê
helwesta xwe biparêzin. Gotin bila dewleta tirk di demeke herî
zû de vegere. Hêzên azadîxwaz ên kurd
berxwedaneke birûmet pêk anîn. Ji bo pêþerojê
hêviyên gelê kurd xurt û mezin kirin.
Dewleta tirk bi vê êrîþê
ve qoza xwe ya dawiyê lîst. Ji vê pê ve êdî
tiþtekî ku bikare bike nemaye. Ev rastî ji hêla
hêzên azadîxwaz ên kurd ve tê zanîn.
Wan vîna artêþa tirk þikandiye, hêviyên wan
pûç kirine. Îro sedema pirpitîna AKP’ê
ev rastî ne. AKP’ê bi hewldaneke wisa da nîþan
ku li aliyê þerê kirêt û taybet e ku heta
îro nehatibû dîtin. Seranser 25 salên dawî
bi qasî ku tu hikûmetên tirk nekirine ew li xwedî
þerê taybet û kirêt derdikeve.
Rayedarên AKP’ê wek
fermandarê þerê taybet tevdigerin. Mêjiyê
AKP’ê yê îdeolojîk Fetullah Gulen û
hevparên wî bi temamî xwe li ser dijmintiya kurdan
bi rê kirine. Rojname û TV’ên wek Samanyolu TV,
Zaman, Yenî Þafak li dijî kurdan weþanên ku
propogandaya þerê kirêt dikin pêk tînin.
Çawa ku rayedarên AKP’ê wek fermandarên
þerê kirêt tevdigerin, Fetullah Gulen û hevparên
wî jî vê yekê di qada þerê psîkolojîk
de pêk tînin.
Þerê li dijî baþûrê
Kurdistan û Qadên Parastinê yên Medya bi
têkçûna artêþa tirk bi encam bû. Gelê
kurd ê welatparêz û hawira þoreþger, demokrat û
pêþverû li dijî vê destdirêjî û
êrîþkariyê helwesta xwe danîn pêþ. Bi
pêvajoya 15’ê Sibatê gelê kurd ê li
rêberê xwe xwedî derket da despêkirin.
Meþa gelê me dê hê
jî di qadên berfireh de bi dorfirehî bidome. Çi
bê kirin dê di vê pêvajoyê de bibe. Duh
a îro dê tune be! Serkeftinên îro dê
sibê bibine jiyan.
Þerê ku diqewime yê þerê
kirêt û taybet mafê jiyanê nade gelê
me. Ji ber vê yekê ye ku gelê me dê xwe bi
xwe ewlehiya xwe pêk bîne. Ev jî li dijî þerê
kirêt dê bi bilindkirina têkoþînê bi
ser keve.
This entry was posted on 03-03-2008 09:34. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 18 time. You can leave a comment.
Last update on 03-03-2008 09:34 Views: 262
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 262