Rojeva Tirkiyeyê li ser du mijarên esas berpê bû. A yekemîn; anîna meclîsê ya tezkereya ku ji bo operasyona dersînor, a duyemîn jî referandûma ku ji bo guhertina makeqanûnê bê kirin. Ev du mijar di vê pêvajoyê de ji bo Tirkiyeyê krîtîk in, rastiya Tirkiyeyê jî derxistin holê.
Tezkereya ku li meclîsê hate pêþkêþkirin û referandûma ji bo makeqanûnê li gorî rastiya ku derketiye holê, rojeva Tirkiyeyê çi ye nîþan da.
Pirsgirêka Tirkiyeyê ya esas pirsgirêka kurdan e. Ji ber ku hevpariya van her du mijaran jî pirsgirêka kurd e. Her çiqas mebest û armancên cuda jî lê bên barkirin û derketina pêþ a van her du mijaran hebe jî, bi rastî mikurhatineke berbiçav e.
Destûra ji bo operasyonê bê dayîn hikûmetê dê derfetê bide ku dewlet hiqûqa sînor û dewletan bide aliyekî û bi temamî serbestiya tevgerê bi dest bixe. Bi taybetî jî navê PKK’ê tê dayîn û ji bo operasyonan hincet tê peydakirin, bi vî awayî jî, ji bo berfirehiyê derfetê dide destên wan. Armanc aþkera ye. Bi tezkereyê armanca esas ketina ne Kurdistana Baþûr e. Eger problem ketina Baþûr bûya, ne hewce bû ku tezkereyeke wiha derkeve. Jixwe Tirkiye ji Kurdistana Baþûr derneketiye. Bi awayekî li Kurdistana Baþûr in.
Li Kurdistana Baþûr hêzên taybet û îstixbaratê yên Tirkiyeyê hene. Hêzên xwe yên leþkerî di nav kûraya sînor de weke ku aþkera bê dîtin dane rûniþtandin. Kengî dixwaze ji sînorê xwe derdikeve û tevgeran dike. Heta niha operasyonên bêhesab kirine. Rayedarên tirk vê yekê bi reqeman îfade dikin. Ev tevgera tirkan bi Kurdistana Baþûr sînorkîrî nîn e. Di nav sînorên dewleta Iranê jî bêhejmar tevgerên leþkerî pêk anîne. Heta di nav sînorên dewleta Îranê de alavên wê yên þer jî hene. Þîno û Pîranþehira Îranê ku li sînorê Kurdistana Baþûr e, leþkerên tirk û çêkên giran ên ku ew bi kar tînin êdî ne raz e.
Ji ber vê yekê tezkereya ku pêþkêþî meclîsê hatiye kirin gotina, “Cîhên ku PKK lê ne” operasyon lê bibin pir girîg e.
Dema em dibînin cihê ku PKK lê nîn e tune ye, derdikeve rastê ku bi tezkereya meclîsê ve hikûmet dixwaze ku li her derê serbestiya operasyonan bi dest bixe. Ev daxwaza bi daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk R.Tayîp Erdogan ên berê ve bi hev dike. R.Tayîp Erdogan diyar kiribû ku li dijî PKK’ê “metodên cuda yên ku bixin dewreyê jî hene”. Her wiha diyar e ku hikûmet bi vê destûrê dixwaze li her aliyê cîhanê li dijî PKK’ê þer li dar bixe.
Destûra ku hikûmet ji meclîsê dixwaze, bi daxuyaniyên Serokê Partiya Yekitiya Mezin Mûhsîn Yaziciogluyê faþîstê tescîlbûyî ve jî li hev dikin. Mûhsîn Yazicioglû xwestiye ku grûbên kontrgerîla yên wek Abdullah Çatli bi 40-50 kesan pêkhatî li dijî PKK’ê bên çalakkirin.
Hikûmeta mîratxwerê 12’ê Îlonê dixwaze metodên wê rejîmê bixe dewreyê. Bi tezkereya ku daye meclise ve ev biryarê xwe aþkera daye xuyakirin.
Ev tê wê wateyê ku hikûmet ji bo pirsgirêka kurd ne çareseriya demokratîk, þîdeteke bêhiþmendî û terorîzmeke nawneteweyî tercîh kiriye.
Wek vê, pêþnûmaya guhirandina makeqanûnê di heman naverokê de ye. Pêþnûmaya ku pêþkêþî raya giþtî kirine nêzikaya li hemberî pirsgirêka kurd cewherê her tiþtî dide der. Bi vê pêþnûmayê ve tenê heyîna kurdan nayê înkarkirin. Di nav sînorê dewleta Tirkiyeyê de kî heye kî tune ye her kes wek tirk hatiye qebûlkirin. Her kes û her tiþt hatiye înkarkirin. Her kesê ku difikire re dibêjin ku “eslê xwe înkar bikin”. Di bin navê derewa ku em makeqanûna “12’ê Îlonê diguhirînin” de, makeqanûnê ji bo þertên rojane diguhirînin û bi wî awayî di meriyetê de dihêlin.
Di bin navê guhirandina makeqanûnê de dek û dolabên xetere pêk tînin. Dixwazin gel bikin hevparê van pêkanînên xeternak û zexel. Bi vî awayî hikûmet dixwaze ku di riya rejîma 12’ê Îlonê kiriye pratîkê û pir qonax jî derbas kirine de dewam bike. Rejîma 12’ê Îlonê faþîzm di her qadê jiyanê de saz kiribû. Ji jor ber bi jêr dirûv dabûne civakê. Wisa diyar dibe ku bi referandûmê ve hewl dide ku meþrûiyetê bide qezenckirin rejîma ku 12’ê Îlonê xwestibû dirûv bide civakê.
Dixwazin navê çi daynin bila daynin, esas bi vî awayî pirsgirêka kurd tê nîqaþkirin. Ev derdixe holê ku bi kîjan navî dibe bila bibe rojeva Tirkiyeyê ya esas pirsgirêka kurd e.
Bi tezkereya operasyona derveyî sînor û pakêta nû ya makeqanûnê ve ji bo kurdan kefenekî nû tê dirûtin. Ev yek bi pir aþkera tê kirin. Kurdan dek û dolabên tên lîstin dîtine, li gorî vê helwesta xwe diyar kirine û rojeva xwe ya esas pêk anîne.
Kefenê nû ku bi operasyona dersînor û pakêta nû ya makeqanûnê ve tê dirûtin, bi qesta canê Rêber Apo ve dixwazin li kurdan bikin. Ji ber vê yekê me hemleya, bibêjin, “Êdî bes e!” xwedî li Serokê xwe derkevin, wî bijîn û bidin jiyandin daye dest pê kirin.
Ji ber vê yekê ye ku rojeva Tirkiyeyê li ser operasyona dersînor û pêþnûmaya makeqanûnê hûr bibe jî rojeva kurdan cuda ye. Rojeva kurdan a esas rastiya xwe ya ku dibe bingeha operasyona dersînor û pêþnûmaya nû ya makeqanûnê û rastiya Serokê xwe ye.
This entry was posted on 19-10-2007 08:06. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment.
Last update on 19-10-2007 08:06 Views: 680
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 680