Êrîþên ku li ser kurdan ên ku
tirkên faþîþt li Sakaryayê pêk anîbûn di çapemeniyê de cih
girt. Di encama vê êrîþa faþîst de kurdekî welatparêz jiyana
xwe ji dest da. Vê yekê weke êrîþeke kesane di çapemeniyê de
cih girt. Mixabin çapemeniya demokratîk jî têra xwe cih neda vê
bûyerê.
Ez dixwazim li vir diyar bikim ku
bêdengmayîn û bêhesasiyeta çapemenî û derûdorên demokratîk
balkêþ e û wê bi xwe re encam û xetereyên cidî bîne.
Divê neyê jibîrkirin ku bûyerên
mezin piþtî bûyerên biçûk tên. Yên biçûk qasidê yên mezin
in, wek prova dikare bê dîtin. Berê wisa bûbû, niha jî ev yek
didome. Divê ev rastî li ber çavan bê girtin. Heke bi xemsarî û
ji rêzê tevbigerin, dê bibin þirîkê sûcên mezin ên ku pêk
bên.
Qetlîama Madimakê hê jî ji bîr
neçûye. Di salvegerê de tê protesto û lenetkirin. Ji bo çalakiya
Pîr Sultan Abdal di sala 1993’yan de hunermend û rewþenbîr çûne
Sêwasê, hinga otela ku tê de bûn hatibû þewitandin û 39
reþenbîr û hunermend bi þewatê hatibûn qetlkirin. Hînga jî
bûyerê di çapemeniyê de deng vedabû. Dîmenên pora mirov
bijbijî dikin li gel dabûn temaþekirin. Bi sedan kesên ku wek
dînan otêla Madimakê dorpêçkirî tu dibêjî reqsa yamyaman
direqisîn bi daxwaza xwînxwariyê slogan avêtibûn. Ew dîmenê
wehþetê bû. Li ber çavên cîhanê, bi çavdêriya polîs û
leþkeran bi dehan kes hatibûn qetlkirin.
Bûyera Sakaryayê jî provayeke
Madimakê ye. Heke bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest nedabe,
sededema vê yekê berxwedana kurdên wê derê ye. Lê belê kêmbûna
mirinan xeternakiya vê bûyêrê sivik nake. Berevajî vê hewldan û
daxwaza Madimakeke duyemîn radixe berçavan. Bi rastî jî xwestin
qetlîma Madimaka duyemîn pêk bînin. Lê kurdan bi berxwedanê
pêþî li vê yekê girtin. Divê muleq ji vê encam bên derxistin.
Gelekî hiþmend û birêxistinbûyî
têk naçe. Tenê ne ev, dek û fêlên bi her cureyî pûç dike.
Gelê kurd ev îsbat kiriye. Bi vî awayî bûye mînakê gelê
Tirkiye û Herêmê.
Divê rastiya Þemzînanê neyê
jibîrkirin. Gel li Þemzînanê rastiya rejîma þerê qirêj-taybet
li ser kar girtiye û derxistiye holê. Rastiya dewleta çete li
Þemzînanê bi awayekî zelal derketiye holê û çalakbûna gel
gihîþtiye asteke bilind. Her wiha rastiya AKP’ê û generalên
þerê taybet-qirêj raxistiye ber çavan
Li Sakaryayê gelê kurd berxwedana
Þemzînanê ji xwe re wekî îlham girtiye. Divê ev berxwedan bê
navber bidome û bi pêþ keve. Tenê bi vî awayî rê li ber
bûyerên wekî yên li Þemzînanê qewimîn tê girtin..
Gelê kurd nasnameya xwe ya çandî ji
têkoþînê standiye. Êdî jê re parêzer navên. Meþrûbûna
xwe, xwe bi xwe afirandiye. Nîþan daye ku hêza wî heye ku
demokrasiya xwe bê dewlet saz bike. Rastiya gel ku bi meþa Botanê
dest pê kir û bi Newrozê gihîþt asta herî bilind, bi çalakiyên
Gabar û Oremarê û berxwedana Zapê hêza xwe nîþan da. Bi vê
meþê û bi van çalakî û berxwedanan ev nasname û taybetmendiya
nû derketiye holê.
Êrîþa ku li Sakaryayê li dijî
kurdan hate pêkanîn wekî êrîþeke ji rêzê neyê dîtin û
nêzîktêdayînên li wê êrîþê li gorî rastiya wê bin. Heman
nirxandinên li dû qewimîna bûyerê nirxdar in. Qet nebe dikare rê
li ber bûyerên ku di pêþerojê de qewimîna wan pêkan e bê
girtin. Lê ev ne bes e. Tiþtê girîng û pêwîst ew e ku beriya
bûyer biqewime rê lê bê girtin û dema ku bûyer qewimîn
helwesteke di cih de bê nîþandan.
Heke careke din bûyereke wisa li
dereke din biqewime, divê kurd karibin bertekeke pêþbînî,
demokrat û çepgir bidin. Dema ku nêzîkayeke wiha hat nîþandan,
dê hêza tu kesî ji bo amadekirina bûyerên bi vî rengî çênebe.
Aliyeke din a vê êrîþa li Sakaryayê
li kurdan hate kirin heye. Gebze, Susurluk û Sakarya li heman herêmê
ne. Ev herêm qada rêxistinbûna rejîma hêza þerê qirêj-taybet
û rêxistinbûna hêzên wê yên faþîst e. Li wê herêmê hê
beriya çend hefteya “bûka aþtiyê” Pîppa Bacca hatibû
revandin û piþtî tecawizê hatibû qetilkirin. Êrîþa li ser
meþvanên Gebzeyê, parêzerên Rêber Apo li wirê pêk hatibû û
welatparêzên kurd ku hatibûn revandin, li vê herêmê bi
îþkenceyê hatibûn kuþtin. Her wiha li vê herêmê li dijî
gelek demokratan êrîþ hatibûn kirin. Ji ber vê yekê jî êrîþa
ku li Sakaryayê hate kirin ji tesadûfê wêdetir e.
Piþtî bûyerên ku li Trabzonê
qewimîn çapemeniya nivîskî-dîtbarî pirsa “li Trabzonê çi
dibe” kiribû. Divê niha jî pirsa “li Gebzeyê, li Sakaryayê
çi dibe” bê pirsîn û çalakiyên konrtgerîla yên rejîma þerê
qirêj-tayber bê teþhîrkirin.
Divê ev bi tenê serê xwe bes neyê
dîtin û ji bo hêza rêxistinbûyî û zana a gel rê bê vekirin.
Dema ku ev bê kirin, dê pêkan be ku çapemenî û dorhêlên
demokrat rê li ber bûyerên wekî yên li Sakaryayê qewimîn bê
girtin.
This entry was posted on 07-05-2008 09:08 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 07-05-2008 09:08 Views: 29
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 29