• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Īn
16
gulan
Mal arrow Burhan Erdem arrow Li ber xwe bidin ū li rūmeta xwedī derkevin!
Li ber xwe bidin ū li rūmeta xwedī derkevin! Binivīse E-posta
 
Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo 9’emîn sala xwe tije kir. Her çiqas di ser komployê de derbas bûn lê komployê tižtek ji girîngiya xwe kêm nekir. Heta her diçe ev pêvajo girîngtir dibe. Rêber Apo di 9’ê kewçera 1998’ê ji Sûriyeyê derketibû. Sedemê bingehîn ê derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê ew bû pêžî li žerekî herêmî yê li ser eksenê Sûriyeyê bê mežandin bigire. DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê ji bo ku Suriyeyê dagir bikin amadekariyên xwe dikirin. Bi hinceta tetbîqatan sînora Sûriyeyê bi gižtî girtibûn bir ablukayê. Di nav van žertan de Rêber Apo derketina xwe ya ji Sûriyeyê ji bo xêra gelên herêmê didît û bi vê ramanê ji Sûriyeyê derket. Derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê hate wateya meriyetbûna komploya ji salên 90’ê vir de ye di žexsê wî de tê mežandin. Ligel vê yekê komployê êdî teže jî guhartiye. Heta wê demê bi serdeçûnan ve dixwast Rêber Apo bi awayekî fiîlî ji holê rakin, lê van komployan tu encam nedan. Û êdî komplo dê bi hin žêweyên din bê mežandin. Ji roja Rêber Apo ji Sûriyeyê derketî heta 15’ê Sibatê, pêvajoyê borî danî holê ku komplo dê çawa bê mežandin.  Di 15’ê Sibata 1999’ê de bi dîlgirtina Rêber Apo Komploya Navneteweyî bi dawî nebûye. Berevajî vê Komploya Navneteweyî di nava xwe de qedemeyek derbas kir. Pižtî vê qedemeyê Rêber Apo taybetiya xwe ya yekemîn hedefbûnê parast. Ligel vê pêvajoyê di žexsê Rêber Apo de têkožîna azadî û demokrasiyê gelê kurd jî ji aliyê kurdên hevkar ên sexte ve kirin hedef. Bi hin danižînên encamên wê ji berê de diyar bûn de pêvajoyek hate derbaskirin. Ji bo ku têkiliya Rêber Apo ya bi gel re bê qutkirin bi mehan hevdîtinên bi parêzer û malbatê re hatin astengkirin. Name, rojname û kovar nedanê xwestin ku têkiliya wî bi derve re qutbikin. Ji bo ku ew bi destên xwe dawî li jiyana xwe bîne dan zorê. Di vê dema dîlgirtina wî ya giran de bi êrižên li ser kesayetiya wî ya manevî bi gižtî bê parastin hate hižtin û êrîž li hemberî wî bikar anîn.  Êrîžên li dijî Rêber Apo di çarçoveya konseptekê de hatin mežandin. Navê wî ligel êrîžên ji bo têkožîna azadiyê li dijî gel hate bikaranîn. Wekî din di nava Tevgera Azadî û Demokrasiyê hemleya tasfiyekariyê hate mežandin. Li ser kadroyan êrîžkariyeke giran hate mežandin û xwastin ew ji eslê xwe dûr bikevin. Bi vê yekê gewdeya rêxistina bê ser hatiye hižtin dê belav bikira. Li ser gel jî nêzîkbûneke ku asîmîlasyonê esas digire ket dewreyê û xwestin komkujiyeke etnîkî pêk bînin. Ji bo ku bandora têkožîna azadî û demokrasiyê di nava 30 salan de li ser gel hižtiye ji holê rakin ji nû ve livbaziya dagirkeriyê kete dewreyê. Kirasekî nû  bi ser serê Hîzbû Kontraya salên 90’an de kir û bi rengê AKP’ê ketin nav livbaziyê. AKP’ê Serokatiya Karên Oldariyê ya Dewletê, terîkat, Fetullah Gulen û artêž girtin pižt xwe û dagirkeriya nû li hewldaneke nû ket dewreyê. Gelê ku Rêber Apo pêžengiyê bo wî dike zanî ku li hemberî vê hemleyê jî li ber xwe bide. Têkožîna xwe pêžxist û bersiva vê yekê da. Tam di vê noxteyê de wekî parçeyekî Komploya Navneteweyî jehrîdayîna Rêber Apo hate rojevê. Jehrîdayîna Rêber Apo di radeya herî bilind de tê wateye îmhakirina gelê kurd. Bi jehrîdayîna Rêber Apo konseptekî nû xistin dewreyê.  Ev konsepta ku komkujiya gelê kurd ji xwe re kiriye hedef bi awayekî ažkera di meriyetê de ye. Rêber Apo hatiye jehrîdan. Ligel jehrîdayîna Rêber Apo li welatê me asta žerê qirêj ê taybet tê bilindkirin. Di žer de dest bi bikaranîna çekên kîmyewî yên bi peymanên navneteweyî hatine qedexekirin kir. Sûcên dewletê her diçe zêde dibin. Her wekî berî hatibû kirin dîsa herêmên komkujiyê hatine tespîtkirin. Di vê çarçoveyê de her wekî salên destpêkê yên komarê herêmên yekemîn ên wekî  Žirnex, Colemêrg û Sêrtê bi navê herêmên ewlehiyê hatin destnîžankirin. Nûnerên dewletê bi daxuyaniyên xwe dane ažkerakirin ku dê hin rêbazên nû bixin dewreyê.Komploya Navneteweyî ya di žexsê Rêber  Apo de hate pê, bi vî awayî di žertên žerekî taybet de 9 sal tije kirin û ev dikeve sala dehan. Di sala dehemîn de jî dev ji heman žêwe û polîtîkayên berê bernadin. Îro li ser Kurdistana Bažûr jî polîtîkayên bi vî rengî bi kar tînin. Rayedarên tirkan dibêjin em ê bikevine Kurdistana Bažûr. Mijarê her tim zindî digirin. Dixwazin kurdên li bažûr û bakur rûberî hev bikin. Çawa ku ji  Sûriyeyê re gotin, “heke hûn helwestê negirin em ê heta Žamê herin” niha jî li dijî  kurdên bažûr vê yekê pêk tînin. Dibêjin, “Em ê têkevin Kerkukê, Musilê, Silemaniyeyê, Hewlerê. Bi sed hezaran ležkerên li ser sînor, her roj avêtina topan, bi rakirina balafir û helîkopteran gefan li wan dixwin.Tev ev pêkhatinan dibin delîlên ku em çawa dikevin dehemîn salvegera Komploya Navneteweyî. Hêzên komloger dixwazin ku li gorî berjewendiyên xwe komployê bibin serî. Ji bo vê yekê jî dixwazin Rêber  Apo bi jehrê qetl bikin û gelê kurd ji tevkujiyê re derbas bikin. Hewl didin ku ji hêzên navneteweyî pižtgiriyê bigirin. Bang li hêzên Kurdistana Bažûr dikin ku bi tevî wan helwestê bigirin. Hêzên komploger dixwazin ji sûcên xwe re žirîkan bibînin.Ev rastî bi ketina dehemîn salvegera komployê pir ažkera derdikeve ber çavan. Ev rastî li hember komployê berxwadaneke mezin li kurdan ferz dike. Yan li hember tevkujiyê dê bêdeng bê mayîn an jî li hember wê dê berxedaneke birûmet bê dayîn. Ji bilî vê riyeke din nîn e.Komploya Navneteweyî bi derketina Rêber  Apo ya ji Sûriyeyê dest pê kiribû. Niha jî bi daxwaza jehrdayînê û qetlkirina Rêber  Apo ketiye merheleyeke din û hatiye radeya tevkujiya gelê kurd. Ev du qonax ketina nav hev. Hemleya ku tevgera azadiyê daye destpêkirin di nav vê rastiyê de girîngiya xwe diyar dike.Ji ber vê yekê yên ku naxwazin bibin hevparê vê qirêjiyê, yên ku ji xwe re dibêjin demokrat, pêžverû, sosyalîst divê li  Rêber  Apo xwedî derkevin. Divê deng bên bilindkirin, “Êdî Bes e!”Ev dê bibe bersiva herî girîng.
12-10-2007 10:48
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 12-10-2007 10:48. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment. Last update on 12-10-2007 10:48
Views: 558    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;