• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Burhan Erdem arrow Êrîþên faþîst û nijadperst
Êrîþên faþîst û nijadperst Binivîse E-posta
 

Þovenîzm li Tirkiyeyê her ku diçe rengekî xetere digire. Di pir bajar û navçeyên Tirkiyeyê de li dijî kurdan êrîþ tên lidarxistin. Êrîþ li dijî avahiyên DTP, mal û cihên kar ên kurdan dibin. Dixwazin ku li sûkan kurdan lînc bikin.

Li Tirkiyeyê di her qadê de dijmintiya kurdan diqewime. Yên ku Tirkiye anîne vê merheleyê niha jî mîna ku kesên leheng in, li Tirkiyeyê qîrqîra þer dikin.

Me berê jî pirsîbû, “Tirkiyeyê ber bi ku ve dikiþînin?” û me hewl dabû pêþî li dijminatiya ku li dijî kurdan diqewime bigirin. Lê belê muxatabê van pirsan bersiva wan nedabûn û dijmintiyê xurtir dewam kiribû.

Piþtî ku tezkere hate qebûlkirih, sorkirina þer wek hîsteriya krîzê bilind bû. Dîsa wek salên berê hat gotin, “leþkerên herî mezin leþkerên me ne”. Sûk û kolan bi van dirûþman tije kirin.

Êdî Tirkiye ber bi wê noxteyê diçe ku nikare jê vegere. Wekî ku hinek texmîn dikin, bi ketina Kurdistana Baþûr naçe wê noxteyê. Jixwe leþkerên tirk li Kurdistana hene. Dibe wekî ku pirole dikin, bikevin Kurdistana Baþûr jî, lê dê wekî ku yek seferê li 24 seferên heta niha kirine zêde bikin. Ji vê jî zêdetir tiþtek nîn e.

Pirsgirêka esas ne pozîsyona derketina dersînor e, pirsgirêka esas ew e ku di nav sînoran de Tirkiyeyê bikiþîne wê noxteya ku jê nayê vegerîn.

Di serî de hikûmeta AKP’ê, sazî û kesên ku xwediyê mêjiyê nijadperst û faþîst in Tirkiye kiþandine vê nokteyê. Dibêjin “li Tirkiyeyê ji bilî tirkan, ji kesî re mafê jiyanê nîn e”, “ji bilî tirkan dostên tirkan nîn in”. Ên berpirsiyar xwediyê van dîtinan in. Ev kesên ku dijminê Tirkiye û gelê tirk in, mixabin hatine wê radeyê ku gihîþtibin armanca xwe.

Niha dê çi bibe?

Kurd heta niha nehatin wê noxteya ku dixwazin wan bînin ser dijberiya tirkan, bi israr bersiv nedane êrîþên li dijî wan tên kirin û her tim anîn ziman ku dixwazin bi wan re bijîn. Ev nêzikaya kurdan wek qelsiyekê hate dîtin û bi israr êrîþan dewam kir.

Ji kurdan re dibêjin ku “hûn çi dibêjin bibêjin, em naxwazin bi we re bijîn.” Em her roj organên weþan û çapemeniyê diþopînin. Grûbên hatine bêhiþmendîkirin berî sûkan dane. Çi yê ku aîdî kurdan hebe tarûmar dikin. Kurdên ku li kolanan dibînin lînc dikin. Êrîþan dibin ser taxên kurdan.

Kurdên, li hember van êrîþên har ên ku li dijî wan dibin divê çi bikin? Dê bêdeng bimînin? An dê xwe biparêzin?

Sicîla dewleta Tirkiyeyê kirêt e. Li Tirkiyeyê bûyerên wek bi navê 6-7’ê Îlonê ketine rûpelên dîrokê qewimîne.

Piþtî provokasyona ku Selanîkê qewimî grekên Anatoliyê yên li Îzmîr û Stenbolê rastî qetlîaman hatin û mecbûr man ku cih û warên xwe bihêlin û revîn. Her çend ku heyîna wan bi peymanên navneteweyî hatibû misogerkirin jî grekên Anatolyayê rastî van êrîþan hatin.

Heyîna kurdan wek grekên Anatolyayê bi peymanên navneteweyî nehatiye misogerkirin.

Eger grekên Anatolyayê digel van garantiyên navneteweyî bi qetlîam û sirgûnan re rû bi rû mane, kurdên ku ne xwedî tu garantiyan in, dê hîn zêdetir bi êrîþên xeteretir re rû bi rû bimînin. Ev îhtimal ji bo kurdan hîn zêdetir e.

Di nav vê rewþê de kurdên dê çi bikin?

Di vê rewþê de alternatîfên kurdan hindiktir dibin.

Kurd hê jî daxwaza xwe ya jiyana bi tirkan re muhafaze dikin. Digel êrîþên heta îro li ser wan bûn bersiv nedabin, sedema wê ji bilî vê yekê tiþtek nîn e. Eger kurd bersiva êrîþên li wan di bin bidin, wê demê dê hîn zêdetir bê noxteya jênayê vegerandin. Divê rewþ neyê vê noxteyê.

Heta îro, kurdan bi sebr û aram pêþî li hatina vê noxteyê girtin. Lê belê ev rewþê dê heta ku derê biçe ne diyar e. Êrîþên nijadperest û faþîst ên ku li kurdan dibin, kurdan rû bi rû dihêlin ku kurd hîn zêdetir xwe biparêzin.

Kurdên dê xwe biparêzin. Ji bo vê yekê jî dê hêzên xwe yên xweparastinê xurtir bikin. Ev jî mafê kurdan ê herî xwezayî ye. Li ber kurdan riyeke din nemaye. Digel ku kurdan heta dawiyê nêzikayiyeke aþtiyane û xweþdilî niþan dane jî, wek bersiv bi êrîþên hîn zêdetir re rû bi rû mane.

Jehrî dane Rêber Apo û gav bi gav bi mirinê re rû bi rû hîþtine. Þerê taybet û kirêt hîn zêdetir hatiye bêhiþmendîkirin. Derî li tev riyên din hatine girtin. Bi þerê taybet û kirêt û êrîþên nijadperst û faþîst ên ku tên zêdekirin, dijmintiya kurd û tirkan hê jî gurtir dikin. Em telaliya felaketan nakin lê divê mirov xetereya ku dê biqewime jî bibîne. Asêbûna pevçûna kurd û tirkan a li ber derî êdî ne raz e. Divê pêþî li vê xetereyê bê girtin.

Hê jî her tiþt neqediyaye. Pêþîlêgirtina pevçûna kurd û tirkan a ku dixwazin pêk bînin mimkûn e.

26-10-2007 07:37 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-10-2007 07:37. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 32 time. You can leave a comment. Last update on 26-10-2007 07:37
Views: 540    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;