• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
16
gulan
Mal arrow Cemal Þerîk arrow Çanda tecawizê
Çanda tecawizê Binivîse E-posta
 
Li ser derketina holê ya kuþtina Pippa Baccayê re qasî sê hefteyan derbas bû. Mixabin ev kuþtina xwînxwar ber bi jibîrkirinê ve diçe. Ev rewþeke rûreþ e. Qasî rûreþiyê cesaretê jî dide kujeran.

Piþtî kuþtina Pippa Baccayê ev rewþa ku derkete rastê ya xemsar a cesaretê dide kujeran, divê ji aliyê herkesî ve bê zanîn ku dê encamên xetere bi xwe re bîne.

Berê kuþtinên bi vî rengî qewimîbûn. Ji ber ku civak bi ser van bûyerên bi vî rengî yên demên berê pêk hatibûn de baþ neçû, kuþtinên wiha li pey hev hatin.

Êrîþên ku li Taksîma Stenbolê li turîstên danîmarkayî bûn hê jî nehatine jibîrkirin. Êrîþên ku di ekranên televizyonan de deng vedan mûyên seriyan bijî bijî dikir. Girseya mêran a ku sê jinên turîst dorpêç kiribû weke ku hiþê xwe winda kiribin destdirêjî dikir. Mîna berduþên filmên tirsê, dest davêtine jinên turîst. Turîstên jin ji dest wan bi zehmetî filitîn.

Li Alanya, Fethiye û li pir deverên turîstkêþ ên Tirkiyeyê bûyerên revandin, destdirêjkirin û kuþtinên turîstan pêk tên. Di rûpelên rojnameyan û ekranên TV’an de em li rastî bi dehan nûçeyên bi vî rengî tên.

Kuþtina Pippa Baccayê berdewama kuþtinên jinan ên heta niha pêk hatine, hem jî awayê wê radeya wê bilindkirî yê polîtîzekirî ye. Kuþtineke kirêt û nizim e.

Pippa Baccayê xwe dabû riya aþtiyê û bi nasnameya bi navê “bûka aþtiyê” tevgeriya. Ji Îtalyayê, welatên Ewropa û Balkanan re derbas bû hate Tirkiyeyê. Dixwest çalakiya xwe li Filistinê bi dawî bike. Heta hate Tirkiyeyê tiþtek nebû. Mixabin bi hatina

Tirkiyeyê re berê hate tecawizkirin, piþtre hate kuþtin. Hem jî li warekî ku dewlet û hevkarê wê xwe ewlekirî dihesibandin, bi rêxistin dikirin bi awayekî hovane hate qetilkirin.

Piþtî qetilkirina Pippa Baccayê ev rastî baþ nehate dîtin, nêzikayeke ji rêzê hate nîþandan. Bi hewla wiha ji rêzê dan nîþan û dan jibîrkirin, bi kêrî dewletê hat. Lê belê ji hêla dorhêlên demokrat û bihistiyar jî ev mijara rexneyê ye û kêm pûan e. Ji bo hêzên ku xwe wek aþtî û azadîxwaz bi nav dikin û femînîstan jî wiha ye.

Ji hêlekî ve dê bê gotin aþtî, azadî û azadiya jinan, ji aliyê din jî li hember jina ku bi tecawizê hate kuþtin û vî sûcî bêdeng bê mayîn... Tiþtê ku li vir bê qebûlkirin û li wijdanê bihilê nîn e.

Tenê çalakî û du çalakiyan ve ne mimkûn e ku mirov bikaribe bêje Pippa Baca û jinên rastî tecawizê tên xwedî lê tê derketin. Divê li hemberî sucê mirovahiyê yê bi rengî dinya rabe ser piyan. Lê ev yek pêk nehat. Tenê sloganek didu hatin avêtin û paþê ketin nav bêdengiye. Ji xwe kujer û tecawizkar ji duh ve bertêken bi rengî razî ne. Wek henek dibêjin “Hûn biqîrin, bang bikin em ê jî gotina xwe bikin.”

Piþtî kuþtina Pîppa Bacayê mirov tu wateyê nade bêdengiya zilamên Tirkiyeyê, ev bêdengî nayê qebulkirin. Li hemberî rastiya “Pîvana azadiya civakê pîvana azadiyê jinan e” ew qas bê deng û bê eleqe mayîn bi tu rengî nayê îzahkirin.

Mêrên desthilatdar ên tirk ji bo îmaja mêrê tirk têkeve rewþeke þermê çi destê van tê dikin. Ev rastî beriya her tiþtî û herkesî divê li hemberî kuþtina Pîppa Baccayê dengê xwe bilindkirinê ve derxista holê. Mêrê tirk divê herî kêm qasî jinan li hemberî çanda tecawizkar û kuþtina jinan bibe xwediyê hêz û helwesteke xurt a dinya alemê bilerizîne.

Saziyên jinên li Tirkiyeyê bi kuþtina Pîppa Baccayê ve yên ji xwe re dibêjin ez pêþverû me, demokrat im, aþtîxwaz im peywira xwe neanîn cih. Barê ket li ser milên van ranekirin û îmajeke neyînî û kêm pûan girtin. Lê ji bo wê rewþê biguherînin hê jî pir dereng nemane. divêji bo xetaya xwe telafî bikin têkevin nav tevgerekî.

Divê kuþtina Pippa Baccayê di parlementoyê de bê nîqaþkirin. Di serî de saziyên jinan û kesên ji xwe re dibêjin ez pêþverû me, demokrat im, aþtîxwaz im çalakiyên mezin û bihêz li dar bixin. Çawa li hemberî kuþtina Hrant Dînk sekneke birûmet hat nîþandan divê bertekên bi vî rengî careke din pêk bên. Divê ev turîstên ku tên Tirkiyeyê bên hiþyarkirin ku jiyana van di ewlehiyê de nîn e. Divê pêkhatina kuþtina li hemberî turîstan di çapemeniya nivîskî, dîtbarî û guhdarkî de baþ bê nirxandin û bê teþhîrkirin. Divê rêbazên afîrîneriyê bên bikaranîn û li hemberî tecawizê û kuþtinên jinan bertêk bên bilindkirin.

Bi bertekên bên niþandan ve dikarin derbasî pêþiya tecawizkarî û kuþtinan bibin. Her wiha dikarin bi vî rengî bingeha gavên aþtiyê û demokrasiyê biavêjin û ev ê bibe sedema gav avêtina aþtî û demokrasiyê. Her wiha ev ê ji bo derketina rewþa þermahiyê bibe sedema gaveke samîmî û watedar.

Ji bo pêþî li cinayetên Pippa Baccayê yên nû bên girtin û dawî çanda tecawizkariyê bê anîn tenê dê çalakiyên bi vî rengî ve pêk bê.


29-04-2008 10:21 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 29-04-2008 10:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 6 time. You can leave a comment. Last update on 29-04-2008 10:21
Views: 85    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;