Di salvegera 10’emîn a komployê
de aktorên komployê dîsa cihê xwe girtin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê
û Serfermandarê 2’yemîn yê DYA’ye hatine
Tirkiyeyê. Wezîrê Îsraîlî û
generalê DYA’yî sebebên bingehîn yê
hatina wan a Tirkiyeyê dijraberiya gelê kurd û
têkoþîna kurdan e. Wezîrê Îsraîlê
ji bo balafirên sîxurî, satalayt (ûydû)
û bombeyan peymanên mîlyar dolarî bi
Tirkiyeyê re çêkiriye. Generalê DYA’yî
jî ji bo piþtgiriya þerê taybet yê ku li
Kurdistanê tê meþandin hatiye û têkilî
danine. Li gorî vê rastiyê ev hatina wan ne ji bo
xêrê ye.
DYA, Îsraîl û
Îngilistan li Rojhilata Navîn çi anîne serê
gelan tê zanîn. Îro þerê ku tê
meþandin, ev belayê ku hatine serê gelên Rojhilata
Navîn tev ji bela van dewletan e. Ev dewletan ji bo
berjewendiyên xwe gel xistine bin desthilatdariya xwe. Bi
qedera gelan leyistine. Li ser maseyan qedera gelan diyar kirine.
Komploya navneteweyî jî li ser vê bingehê pêk
hatiye. Ji bo astengiyên li hember “Pergala Dinyayê ya
Nû” ji holê bên rakirin ev komplo hatiye kirin.
Rêber Apo wekî astengê herî mezin yê li
hember “Pergala Dinyayê ya Nû” hatiye dîtin. Ji
ber vê bi alîkariya îstîxbarata Îsraîlê
ji aliyê hêzên DYA’yê ve hatiye girtin û
radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Bi girtina Rêber
Apo re pêvajoya komployê temam nebûye. Piþtî
girtina wî komplo dewam kiriye. Di roja îroyîn de
bi awayekî berfireh komplo dewam dike.
Ev pêvajo li ser daxwaza
îmhakirina Rêber Apo dest pê kiriye. Niha jî
li ser siyaseta înkar û îmhaya gelê kurd
hatiye pêþdebirin. Kedxwariya çandî bi kedxwariya
sermayedariyê tê pêþdebirin; bi êrîþên
leþkerî dixwazin biguherînin qetlîam û
gelkujiyê. Li gorî vê di nav amadehiyan de ne.
Zivistanê êrîþên bakûrê
Kurdistanê dewam kirin, li ser Herêmên Parastinê
yên Medyayê û baþûrê Kurdistanê
re ji hewa û erdê ve bombebaran kirin. Li bakûrê
Kurdistanê û Tirkiyeyê çapemenî û
weþana azad xwestin bêdeng bihêlin û riyên
siyasî û demokratîk bi tevahî girtin.
Dixwazin bi her awayî têkiliya Rêber Apo û
derve bibirin. Ev tev perçeyên stratejiya wan in.
Ziyareta wezîrê Îsraîlî
û generalê DYA’yî di pêvajoyekê wisa
de pêk tê. Ji aliyê çavkaniyên cur bi
cur tê gotin ku ew ê bi biharê re operasyon û
êrîþ li Herêmên Parastinê yên
Medyayê û Baþûrê Kurdistanê bê
kirin. Heta bi van gotinên ku “operasyon wê bê
kirin, êrîþ çê bibin” hinek dixwazin bi
Tekoþîna Azadiyê ya kurdan gav paþ de bidin avêtin.
Bi biharê re êrîþên þerê taybet û
kirêt bi îstîxbarata DYA û Îsraîlê
wê bêkirin. Ev plan a DYA, Îsraîl û
Tirkiyeyê ye û li ser li hev kirine ku êrîþeke
wek êrîþa di sala 1982’yan de li Lubnanê li
hember gelê Filistînê pêk anîne li
hember kurdan pêk bînin. Bi vî awayî dixwazin
tasfiyeyê bibin serî û bi tevahî bêdeng
bihêlin.
Di sala 10’emîn de dixwazin
komployê bibin merhaleyeke din. Bi vê komployê pêþî
Rêber Apo hedef girtin. Paþê Tekoþîna Azadiyê
bi tevahî kirin hedef. Niha jî merhaleya nû ev e ku
Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê kurd bi
tevahî di hedefê de ye û dixwazin tasfiye û
îmha bikin. Îsraîl û DYA çawa di serî
de wekî aktor cih girtibûn niha jî van rolê
xwe pêk tînin. Ji bo vê hatine Tirkiyeyê.
Bingeha ziyareta wezîrê îsraîlî û
generalê amerîkî vê rastiyê ye. Lê
divê aliyekê din jî bê dîtin. Ev jî
rewþa AKP û serfermandariya tirk e. AKP’ê her tim
propaganda kiriye ku ew misilman in. Lê tê fêmkirin
ku eleqeya AKP’ê û misilmaniyê bi hev tune ye. Ev
jî ji têkiliya navbera wê û Îsraîlê
tê der. Îsraîl her roj bi gelên misilman ên
Rojhilata Navîn re pev diçe û her roj bi ser gelê
Filistînê de bombeyan dibarîne û qetlîamanan
dike. Misilmanî ev e ku piþtgirî bê dayîn ji
bo gelê Filistînê, ji vê zilm û
zordariyê xilas bibe. Dijraberiya li hember Îsraîle
piþtgiriya bi Filistînê re ye. AKP’ê beriya
helbijartinan di propagandaya xwe de ev yek pir gotibû. Lê
niha mirov mêze dike li Rojhilata Navîn AKP bi Îsraîlê
re îtîfaqê dike û hevalê wê ye.
Li hember gelê kurd ê misilman bi Îsraîlê
re hevaltiyê dike û þerê xwe yê taybet û
kirêt bi piþtgiriye Îsraîlê dimeþîne.
Muslumaniya AKP’ê bi têkiliyên
bi Îsraîlê re careke din derketiye holê.
Serfernadariya tirk ji AKP’ê kêmtir nîn e. Em li
hember gelê Cihû nîn in. Lê serfermandarê
tirk Yaþar Buyukanit bi sermayedariya siyonîst re heval e.
Têkiliya wî ya bi Ehud Barak re û nêzikahiyên
samîmî nîþaneyên vê yekê ne.
Bi vî awayî salvegera
10’mîn a komployê bi îtîfaka DYA, Îsraîl
û tirkan û lihevkirina AKP û serfermandariya tirk
merhaleyeke nû dest pê kiriye. Ev rastî derketiye
holê.
This entry was posted on 18-02-2008 08:01. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 16 time. You can leave a comment.
Last update on 18-02-2008 08:01 Views: 360
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 360