• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
10
gulan
Mal arrow Mal arrow Çand û Huner arrow Zebûr û Încîl hatin wergerandin
Zebûr û Încîl hatin wergerandin Binivîse E-posta
 
zebur-incil.jpg SALIHÊ KEVIRBIRÎ

STENBOL – ‘Pirtûka Pîroz Zebûr û Încîl’ bi çapeke nû û kurdiyeke rewan û herikbar li Stenbolê careke din hate weþandin. Pirtûka ku ji hêla Ayhanê Bêrtî ve, li zimanê kurdî hatiye wergerandin, ji hêla Weþanxaneya Do’yê ve hatiye weþandin.

Pirtûka dabaþa mijarê bi van hevokên rûhanî destpê dike: “Mirov tenê bi nên najî; lê bi her gotina ku ji devê Yahowa derdikeve dijî. (Meta 4:4)” “Tam bikin û bibînin Yahowa çiqas qenc e! Xwezî bi wî kesê ku xwe spartiye wî! (Zebûr 34:8)

Wergêr, di amadekariya pirtûkê de serî li wergerên kevin ên zimanê germanî daye û bi gelek wergerên zimanên din re jî daye rûberkirin. Navê wergerên zimanê germanî yên ku Ayhanê Bêrtî ji bo wergerê wekî çavkanî bi kar aniye, di pêveka pirtûkê de di nava tebelayan de hatine dayîn. Ji bilî vê wergerê, gelek nivîs û wergerên Bêrtî ku di TV, radyo û rojnameyan de hatine weþandin hene. Her wiha wergêr, “Ansîklopediya Pirtûka Pîroz” û pirtûka bi navê “Di Pirtûka Pîroz de Împaratoriya Med” ji bo weþanê amade dike.

Ayhanê Bêrtî bi ramaneke giþtî li ser wergera Pirtûka Pîroz û girîngiya xebateke wisa ji bo wî bi van hevokan rave dike : « Pirtûka Pîroz cara pêþî bi zimanê îbranî, aramî û grekî hatiye nivîsîn. Wekî tê zanîn di cîhanê de pirtûka herî kevin e. Heta niha yan bi tevahî yan jî hin nivîsarên wê kêm-zêde li 2.300 zimanan hatiye wergerandin û bi mîlyaran hatiye çapkirin. Lewre ji bo min wergerandina Pirtûka Pîroz a li zimanê kurdî, kar û þerefeke pir mezin e. Di wergera Pirtûka Pîroz de divê hem bêje bi heman wateyê bên wergerandin û hem jî heta ku derfet hebe hevok li gorî zimanê bingehîn (resen) bi heman þiklî bêne çêkirin. Lewma bi taybetî jî di pêvejoya wergera Pirtûka Pîroz de heta niha gelek dijwarî û çetinahî derketin pêþberî min. Astengiya herî sereke di zimanê kurdî de tunebûna pirtûkeke ku mirov ji bo wergerê alîkariyê jê bistîne bû.


Herçi sernavên nivîsarên pirtûkê ne, bêyî ku em destkarî lê bikin, ev in:

“Zebûr, Meta, Marqos, Lûqa, Yûhenna, Xweda, Ýsa Mesih, Hin pêxemberiyên derbarê Îsa Mesih de, Hin wergerên incilê yên ku navê Xweda yê taybet û bêhempa Yehowa tê de hatine nivîsandin, Di zimanê germanî de hin wergerên Pirtûka Piroz ên ku navê Xweda tê de hatine nivisandin, Di hin zimanan de wergerên Pirtûka Pîroz ên ku bi nav û deng in navê Xweda tê de hatine nivîsandin, di Încilê de pere, pîvan û wezin.

Pirtûk bi du nexþeyan; ku yek ji wan nexþeya “Deverên ku Îsa Mesîh lê geriyaye” û ya din jî, nexþeya bi navê “Gerên Pavlos” hatiye temamkirin.

Wergerê pirtûkê Ayhanê Bêrtî di sala 1974-an de li navçeya Dep-ê ku jê re “Qereqoçana Dêrsimê” jî tê gotin hayiye dinyayê. Wekî ji nav jî diyar dibe ji eþîra Bêrtiyan, ji Eþîra Melemeran, neviyê Mehmûdê Qeyê ye. Ayhanê Bêrtî sê salan piþtî dibistana amadeyî derketiye Ewropayê û ji sala 1993-yan ve li Berlîna Almanyayê jiyana xwe berdewam dike.



23-03-2008 10:24 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 23-03-2008 10:24. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 23-03-2008 10:24
Views: 254    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;