• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Žemī
10
gulan
Mal arrow Mal arrow Ēand ū Huner arrow Riya fīlman di Amedź re derbas dibe
Riya fīlman di Amedź re derbas dibe Binivīse E-posta
 
amed-film.jpgAMED - Hin bežên 19’emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî a Enqereyê ku hatin nîžandan dê bi organîzasyona Navenda Hunerê ya Amedê û bi pižtgiriya Žaredariya Yenîžehîrê ji bo sînemahêzên Amedî bê nîžandan.

Bi organîzasyona Žaredariya Yenîžehîrê, Navenda Hunerê ya Amedê û Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî a Enqereyê dê di navbera 22-28’ê adarê dê li Galeriyayê li salonên sînemayê yên Evropayê û Yenîžehîrê fîlmên mîhrîcana Enqereyê yên bijarte derkevin pêž sînemahezên Amedî. Hir wiha di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de ji bilî nîžandayîna fîlman ji bo hunerhezan çalakiyên wekî panel û gotubêj dê bên lidarxistin. Amedî dê hefteyekê li gorî dilê xwe li fîlman temaže bikin.


‘Girseyeke cidî ya sînemayê heye’

Rêvebera Navenda Hunerê ya Amedê Melîkê Cožkun derbirî ku di mîhrîcana fîlman de 8 fîlmên metrajdirêj, 7 kurtefîlm û 12 belgefîlm dê bên nîžandan. Piraniya belgefîlman ji Tirkiyeyê ne û di nav wan de belgefîlmên biyanî jî cih digirin. Melîke Cožkun anî ziman ku li Amedê girseyeke cidî ya sînemayê heye û bi vê mîhrîcanê armanca wan ew e ku bi bernameyên wiha li Amedê bingeha mîhrîcanên fîlman ava bikin û wiha got: “Me xwest em bi vê mîhrcînê sînemahezên Amedê bigihîjin fîlmên di vîzyonê de nayên nîžandan. Bi rastî li Amedê potansiyeleke ku bi sînemayê re eleqeder dibe heye. Girseyeke cidî ya sînemayê heye, Her wiha li virê hin klubên sînemayê hene û žaredarî jî li ser vê mijarê her tim xebatan dike. Me xwest ku em mîhcînan bînin li virê û eger derfet çêbin, di pêžerojê de li virê mîhcina fîlman li dar bixin.” Cožkun anî ziman ku ji bo mîhrîcanan bînin Amedê bi gelek organîzasyonên mîhrîcanan re hevdîtin kirine lê tenê mîhrîcana fîlman ya Enqereyê bi awayekî erênî nêzîk bûye. Ji ber vê yekê jî pakêta wan qebul kirine.


Bernameyên cuda jî hene

.Her wiha ji bilî nîžandana fîlman dê bernameyên cuda yên wekî bi listikvan û derhêneran re gotubej û sohbet jî bê li darxistin. Cožkun bi lêv kir ku listikvanê fîlma ‘On the of Igor Rizzi’ (Li Pey Îgor Rizzi) Pîerre luc Brîllant jî dê di çarçoveya mîhrîcanê de bi sînemahezan re were cem hev. Her wiha Cožkun anî ziman ku ji bo ku bi hêsanî bê nižandin dê belgesel û kurtefîlm bêpere û fîlmên metrajdirêj jî bi 2 ytl’î bên nîžandan.

Di çarçoveya mîhrîcanê de dê ev fîlmên metrajdirêj bên nîžandan; Fîlma Aleksi Salmenpera ya bi navê Karê Mêra, fîlma Daniel Gruener ya bi navê Rojên Yekžeman Tu Caran , fîlma Zoltan Kamondî ya bi navê Dolîna, Ževa Vekirinê, fîlma John Cassavetes ya bi navê Sî , Belasebeb, fîlma Noel Mitrani ya bi navê Li Pey Îgor Rizzi, Hêlîna Kûçikê Zer û her wiha ev belgefîlm dê bên nîžandan: Zilamên Diqîrin, Qijik, Jinên Golê, Perava Dawî, Girê ku Nastrê, Volga, Her Roj Heman Tižt, Vapureke Stenbolê, Pira Ciwanên Žorežger, Ji bo ku bibe Îbret, Ji bo Sibê Herfek.



Anli banga tevlibûna mîhrîcana fîlman kir

Žaredarê Yenîžehîra Amedê Firat Anli der barê mîhrîcanê de daxuyanî da. Anli anî ziman ku Mîhrîcana Fîlmên Enqereyê mîhrîcanake girîng e û bang li hemû welatiyan kir ku beždarî mîhrîcanê bibin.

Der barê mîhrîcana ku bi organîzasyona Žaredariya Yenîžehîrê, Navenda Hunerê ya Amedê Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî a Enqereyê tê lidarxistin, Žaredar Firat Anli, Rêvebera Navenda Hunerê ya Amedê Melîke Cožkun û rêveberê Kluba Sînemayê a Amedê Kemal Yildizhan li Galeriyayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Žaredar Anli bi lêv kir ku bila Amedî beždarî bernameyên Mîhrîcanê bibin û wiha got: “Ji ber ku bernameyeke wiha li dar dixin em pir bi heyecan in. Em dixwazin çawa Amed di gelek mijaran de navend e bila di sînemayê de jî bibe navend. Ji ber vê yekê ev mîhrîcan ji bo me girîng e û em dixwazin hemû gelê me beždarî bernameyan bibin. Ji bo çend rojan be jî em bang li hemû xwendekar, jin û ciwanan dikin bila werin em hêza sînemayê a efsûnî bi hev re parve kin.”



20-03-2008 09:21 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 20-03-2008 09:21. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 20-03-2008 09:21
Views: 100    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jźr; A beriya wź   A pižtī wź jor;