• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
17
gulan
Mal arrow Mal arrow Çand û Huner arrow Pirtûka nameyan: 'Birêz Serok'
Pirtûka nameyan: 'Birêz Serok' Binivîse E-posta
 
medeni-ferho.jpgAMED - Nivîskar Medenî Ferho, 4 salan bênavber, her meh nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan re þandiye di pirtûkekê de kom kirin. Pirtûka ku ji Weþanên Do derket, ji 52 nameyan, kartên sersalê, helbest û du pêvekan pêk hatiye.

Nivîskar, di nameyên xwe de, cîhana entelektuelî ya kurd dixe ber lêpirsînê û bi berhem û kesayetiya wan dinirxîne, dixwaze bibe bersiva “huner ji bo gel e, yan huner ji bo huner e”. Medenî Ferho, dibêje, nivîskarên gelekî ku þerê azadiyê bike, þerê hebûn û nebûnê bide, nikarin di bin navê bêterefiyê de bijîn û xwe felc bikin. Di nameyên Medenî Ferho de, mînakên ji þoreþên cîhanê jî hene û dibêje: “Bêterefiya nivîskarên gelê ku þerê neteweyî û mafan bide nayê qebûlkirin.”

Medenî Ferho, di nameyên xwe de, balê dikiþîne ser alavên þerê psîkolojîk û hûnandina civakî û bi hêzkirina hestên neteweyî ku ew jî “edebiyat” e û dibêje, di cîhana îroyîn de edebiyat weke alavê dijwar yê þer tê bikaranîn û wiha berdewam dike, “bingeha þerê edebî kultur e, alavê wê jî gotin e.”

Di beþê notan de, ku weke beþeke taybet di pirtûkê de cih digire, Medenî Ferho, Abdullah Ocalan û kesayetiyên din ên dîrokî, bi gotin û kiryarên wan tîne cem hev û balê dikiþîne ser girîngiya rêberiya Ocalan. Di vê beþê de, nivîskar bi israr e û îdia dike ku Ocalan, ji bilî lîderiya karîzmetîk, feylesofê demê ye ku li ser pirsgirêkên gelan radiweste û bi armanca ku bibe bersiva van pirsgirêkan þev û roj kar dike û gelek riyên çareseriyê jî radestî cîhanê kirine û rol misyona xwe ya berpirsiyariya li hemberî gelên herêmê û cîhanê tîne cih.

Medenî Ferho, nameyên xwe, bi armanca bigihin destê Ocalan bi tirkî nivîsî ne, lê helbestên wî kurdî ne û dibêje: “Ev binbarî û berpirsiyariyeke nivîskariya min ya derengmayî ye, lê pirtûk di magazîna edebiyata kurdî de yekemîn pirtûk e.”

Nivîskar di pêþgotina xwe ya kin de dibêje; “Ji hestan bêhtir, parvekirina hiþ û ramanên min, bi serdar û rêberekî gelê kurd re ye.” Û wiha berdewam dike: “Hûn dikarin weke þopa bûyerên ku di dilê min de cih digirin jî binirxînin. Em di cîhaneke ku azadî ne di bin ewlekariyê de ye dijîn. Mixabin, li welatên herî modern û pêþketî jî, azadiya kesekî, beþekê, di çarçoveya ku ziyanê bide azadî û mafên kes û beþeke din tê amadekirin. Newekheviya aborî, çekê herî xedar e. Ev jî, mafên siyasî û azadiyan dikuje. Nexasim ku, mijara nasnameya gelekî, heq û hiqûqê gelekî di masetê de be. Di cîhaneke wiha de, pirsgirêka kurd, bi guldesteyan nayê çareserkirin. Bêguman berdêlên bidestxistina mafên siyasî û mafên azadiyê, ku edalet jî parçeyek ji van mafan e, gelekî mezin û pirhêlî ne, hoy û mercên wê jî giran in.”

Medenî Ferho, bi pirtûka “Birêz Serok” îmzeya xwe diavêje pêþengiyeke nû û cîhana entelektuelên kurd vexwendî gengeþiyê dike û daxwaz dike ku bi çekê gotinê tevlî serhildanên gel bibin.

Wiha xuya dike ku pirtûka Medenî Ferho ku ji Weþanxaneya Do derketiye wê di cîhana entelektueliya kurd de nîqaþeke dijwar bide destpêkirin. Ji ber ku Medenî Ferho, di nameyên xwe de, dîrokê, edebiyatê, misyona nivîskariyê, ji siyasetê venaqetîne. Nivîskar di þerê neteweyî de, entelektuelan bêteref qebûl nake û dibêje: “Dîrokeke ku li hemberî demê û mekan ne bêalî ye, heye li hemberî me”.

Medenî Ferho, bîrdoza ku edebiyatê wek alaveke þer dibîne diparêze û dibêje: ‘Gotin’ jî, kar û karmendiya kesên ku weke wijdanê komên xelkê têne dîtin jî berdevkê hêza pêþketî ye”. Medenî Ferho dibêje: Rêxistiniya di bin serokatiyên bihêz û karîzmetîk de, bingeha azadî û mafan tevan e.


22-04-2008 09:31 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 22-04-2008 09:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 5 time. You can leave a comment. Last update on 22-04-2008 09:31
Views: 92    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;