• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Þemî
10
gulan
Mal arrow Mal arrow Çand û Huner arrow Mîkaîl Aslan bi tema Munzurê albumek derxist
Mîkaîl Aslan bi tema Munzurê albumek derxist Binivîse E-posta
 
mikail-aslan.jpg ALÎ GULER / ANF

KOLN - Hunermend Mîkaîl Aslan xebatên xwe yên hunerî li ser Dêrsimê didomîne. Aslan piþtî albûmên ‘Agerayîs’ û ‘Kilite Kou’ bi ‘Miraz’ ve domand û hunermend niha jî bi albûma ‘Zernkut/ Sîmya’ ve derdikeve pêþ hezkiriyên xwe.

Hunermendê Dêrsimî Mîkaîl Aslan, piþtî demeke dirêj bi albûma 4’emîn ‘Zernkut/Sîmya’ ve derdikeve pêþ guhdaran. Wisa tê texmînkirin ku albûm dê hefteya pêþ li ber destê hezkiriyên wî be. Di albûma ‘Zernkut/Sîmya’yê de 13 stranan hene. Aranjoriya albûmê hunermend bi xwe kiriye û Kamer Soylemez, Merdan, Yasîn Poyraz, Cemîl Koçgun û Sînan Akgun bi tev xebitiye. Wekî albûmê din ev albûm jî ji îmzeya Kalan Muzîkê ve derket. Hunermend tarza xwe parastiye û Dêrsim, Çewlik, Amed û Sêweregê lêkolîn û xebatê ve stranên van herêman yên nayên zanebûn bi enstrumanên rojhilat û rojava ve bi zaravayê zazakî vegotiye.


Evîndarê muzîka kevneþopî ye

Hunermend ji bo muzîkê çavkaniyên Dêrsimê xweser bi kar tîne û ji bo axa jê dayik bûye bi awayekî hûrbinî derdikeve rêwîtiyê. Mîkaîl Aslan piþtî xebateke hûrbinî navê ‘Zernkut/Sîmya’ li albûma xwe kir. Zernkut tê wateya kesên karsazên zêran. Peyv herî zêde bi wateya materyal ve eleqedar e. Ji ber wê yekê peyva ‘Sîmya’ jî daniyê albûmê. Sîmya hunereke vegerê ye, nezelalbûnê û nexweþiyê piþtî derbasbûna gelek pêvajoyan tiþtê herî serketî derdixe holê. Hunera sîmyayê ne afirandina tiþtên nû ye, armanca vê hunerê ew e ku razan (Sir) çareser bike. Hunermend bi salan e çawa wekî ku mirov bi derziyê bîrê bikole wisa xebata hunera xwe dike. Hunermend ji aliyekî ve jî bi albûma ‘Zernkut/Sîmya’ ve berdewamiya albûmên xwe yên borî pêþkêþî hezkiriyên xwe kiriye.

Hunermend gelek caran aniye ziman ku ‘Ez evîndarê muzîka kevneþopiyê me’ bi vê gotina xwe van gotinên di albûmê de cih digirin ve dubare dike;

“Bover ra veng dane Gûlizar’ra mi pirdo teniko

Qelindê Gûlîzar ê persena Hazar u Ponse seniko

Derdê sarî mal û milko,

Yê min û tûya geranê binê qirtiko...”

Hunermed Mîkaîl Aslan di albûma xwe ya “Kilite Kou’ ve ji windabûna dîrokê re rû bi rû mayîn û lêpirsîna mîtolojiyê bilêv kiribû. Di albûma ‘Miraz’ de jî li ser hildana mîratê û ji bo veguhestina pêþerojê nirxandibû. Her wiha hunermend ji albûma xwe ‘Zernkut/Sîmya’ yê ve mîrateya hebûyî ji beþên din cuda dike û dixwaze zelal bibe.


‘Stranên nekifþkirî hene’

Mîkaîl Aslan bilêv kir ku ji bo albûmê 2 salan xebitiye û der barê albûmê wiha axivî: “Min sê stran bi hev re bi kar aniye; Yerîvan, Çewlik û Dêrsim. Ev stran her çiqas dûrî hev bin jî bi hestên otantîk ve xuya dike ku çiqas nêzî hev in. Gelek diþibin hev. Di vê albûmê de ji bilî zazakiya Dêrsimê bi zazakiyên din re jî mijûl bûm. Mînak herêmên wek Amed, Çewlik, Palo, Sêwereg û Gerger. Di gelek herêman de stranên otantîk hene. Ev hê jî nehatine kifþkirin.”

Ji bilî hezkiriyên Mîkaîl Aslan her kes dikare bi keyfxweþî albûma ‘Zernkut/Sîmya’ guhdarî bike. Albûm sankî behna dîroka çemê Munzûrê diherikîne îro.


22-03-2008 09:14 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 22-03-2008 09:14. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 22-03-2008 09:14
Views: 159    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;