• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Sêþem
13
gulan
Mal arrow Mal arrow Çand û Huner arrow 'Merheba Apê Musa Huner' heya saleke din xatir xwest
'Merheba Apê Musa Huner' heya saleke din xatir xwest Binivîse E-posta
 
mitani-helbestvan.jpgMÊRDÎN / DÎHA - 'Þahiya Merhaba Apê Musa Huner' ku 3 rojan dom kir, bi konsera dawiyê, 0bi coþeke mezin ji bo saleke din dîsa ji hunerê re bêje ‘Merheba Apê Musa Huner’ bi dawî bû. Di dawiya þahiyê de Þaredarê Nisêbînê Mehmet Tarhan, bang li ciwan û jinan kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.

Nîsêbînî 3 rojan bi beþdarbûna hunermendên derveyî bakur rojên bi coþ derbas kirin. Di konseran de beþdarbûna stranbêjan, di wêjeyê de beþdarbûna helbestvanan, di panelan de nîqaþên li ser ziman û nasnameyê û fîlm û þonayan bernameyeke têr û tije hat pêkanîn.

Li Nisêbînê 'Þahiya Merheba Apê Musa Huner' ku bi vekirina Navenda Çand û Hunera Mîtanî dest pê kir, bi konsera ku gelek hunermendên kurd tevlî bûn, bi dawî bû. Di þahiya ku ji aliyê Þaredariya Nisêbînê ve hate organîzekirin de bi hezaran kes amade bûn. Þaredarê Nisêbînê Mehmet Tarhan ku di dawiya þahiyê de axaftin kir, diyar kir ku ji ber vekirina navenda çand û hunerê gelekî kefxweþ in û wiha got: "Gelek kesan ji min re digot 'di þûna tu cihekî wiha vedikî de, wî pereyî li ser çêkirina kolan û kuçeyan bide'. Lê li gorî min çêkirina navendeke wiha, hêjayî çêkirina hemû kuçe û kolanan e. Ji bo çêkirina vê navendê ne poþman im." Tarhan, xwest ku gelê Nisêbînê xwedî li navenda çandê derkeve û bang li ciwan û jinan kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.

Pîþtî axaftinê, Hozan Çaçan bi stranên xwe û Behramo jî bi kemençeya xwe girseya qerebalix coþandin. Hunermendê kurd Armanc jî, strana ku ji bo Ugur Kaymazê ku bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li Navçeya Qosera Mêrdînê ji aliyê hêzên awlekariyê ve bi 13 guleyan hatibû kuþtin, hetiye nivîsandin, got. Herî dawî Xêro Abbas derket pêþberî guhdaran. Xêro Abbas berî ku dest bi stranan bike axaftineke kurt kir û wiha got: "Þaredariya Nisêbînê Navendeke çand û hûnerê ya wekî qesrekê vekiriye. Bi vekirina Navenda Çanda Mîtanî re, we dîroka kurdan a 4 hezar salan anî vir." Nêzî 20 hezar kesên ku beþdarî konserê bûn, sloganên "Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye", "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" berz kirin.


Helbestvanên kurd hatin cem hev

Di çarçoveya þahiyê de, li Salona Konferansê ya Navenda Çand û Hunera Mîtanî, bernameya pêþkeþkirina helbestan pêk hat. Helbestvanên kurd Fatma Savci, Arjen Arî, Jana Seyda û Ehmed Huseynî, bi helbestên xwe demên hestewar bi kesên ku salon tije kirin, dan jiyîn. Helbestavanan der barê helbestvaniya kurdî de hêstên xwe anîn ziman û dan zanîn ku zimanê kurdî, zimanê helbestan e. Helbestvan Ehmed Huseynî, diyar kir ku gelê kurd û wêjeya kurd birçiyê helbestvaniyê ye û destnîþan kir ku divê ciwanên kurd di hêla nivîsandina helbestên kurdî de bi xwe bawer bin.

Þanoya ‘Rastî’ û filmê ‘Nîvê Heyvê’

Di çerçoveya þahiyê de li Salona Þanoyê ya Navenda Çand û Hunera Mîtanî, lîstika bi navê ‘Rastî’ ku ji hêla Navenda Çanda Baharê ve hatiye amadekirin, hate pêþkêþkirin. Þanoya ku rastiya civakê dide nîþandan eleqeyeke germ dît. Her wiha piþtre, li heman cihî, sînemaya ‘Nîvê Heyvê’ ku derhêneriya wê Bahman Ghobadî kiriye, hate nîþandan. Fîlmê ku bi piranî zarok beþdar bûn bi baldarî hate temaþekirin.



Xwedî li wêje û zimanê kurdî derkevin

Panela ‘Zimanê Kurdî û Wêje’ bi beþdarbûna nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kesan li Navenda Çanda Mîtanî hate li darxistin û di panelê de bang hate kirin ku xwedî li zimanê kurdî bê derketin. Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Zana Farqînî, Alaattîn Aktaþ, Firat Cewherî wekî panelîst beþdarî panelê bûn. Alaattîn Aktaþ axaftina destpêkê ya panelê kir û bal kiþand ser asîmilasyonê. Aktaþ, da zanîn ku ji berê de asîmilasyon di dibistanan de û di nava civakê de bi darê zorê dihate kirin, lê niha oto-asîmilasyona li ser kurdî tê meþandin. Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan jî li ser perwerdehiya zimanê kurdî rawestiya û wiha got: “Çawa dest destê min e û ji bo bi kar bînim ji kesî destûr naxwazim, divê ji bo perwerdehiya zimanê xwe jî em destûrê ji tu kesê nexwazin. Dewlet niha di hêla perwerdehiya ziman ve ketiye deqîqeyên dawiyê. ”

Nivîskar Zana Farqînî jî, li ser standardbûna zimanê kurdî rawestiya û diyar kir ku herêm bi herêm, bajêr bi bajêr û heta gund bi gund devokê cuda hene û ev tiþt anîn ziman: “.Standardbûna zimanê kurdî encax tu bi xwendin, nivîsandin û dan û standinê dikarî bi pêþ bixî.” Nivîskar Firat Cewherî jî, li ser ziman û nivîsandinê rawestiya û da zanîn ku ji bo zimanek bi pêþ bikeve divê di hêla nivîsê de bi pêþ bikeve.


06-05-2008 12:25 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-05-2008 12:25. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 1 time. You can leave a comment. Last update on 06-05-2008 12:25
Views: 99    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;