ÞAM - Hunermendê kurd Guro li
galerî El-seyid a hunerî li Þamê rêzetabloyên
xwe yên nû pêþkêþî hunerhezan kir. Ji
ber ku navê pêþangehê bi kurdî bû ji
aliyê çapemeniya Suriyeyê ve rastî boykotê
hat .
Þêwekar Guro sêyemîn
pêþangeha tekane ya bi navê “Guro” li Þamê li
dar xist. Þêwekar pêþangeha yekemîn di sala
1995’an de bi navê “Guro û havîna þewitî”,
ya duyemîn di sala 2005’an de bi navê “Gul Guro” û
pêþangeha sêyemîn bi navê “Gulana Guro”
li dar xist. Her wiha li hundir û li derveyî Sûriyeyê
tevli zêdetirî 20 pêþangehên hunerî
bûye. Hunermend Guro ji Kurdên Sûriyê yên
bênasname ye, lewre nikare derkeve derveyê Sûriyê.
Guro li ser vê yekê wisa dibêje: “dikarin mafê
nasnamê ji min bistînin, lê nikarin giyana tablo û
hunera min ji min bistînin. Tabloyên min, nasnama min in.
Ew ji dêvla min li nav welatan digerin”.
Þêwekar Guro naveke kurdî
ji pêþangeha xwe re hilbijart û navê xwe û
yê bêþangeha xwe li afîþ û karta vexwendina
pêþangehê xist. Ev bû sedema ku rojnameyên
fermî yên Sûriyê nûçeya vê
pêþangehê boykot bikin. Li ser vê kiryara
nijadperstan Guro wiha axivî: “Ez ê bimînim Guro,
û ev pêþangeh dê navê xwe neguhere da ku
hinek nijadperestan razî bike. “
Dema mirov derbasî “tirba Guro”
dibe, mirov çi bibîne û çi nebîne, ku
tijî tabloyên gulan e û bi taybetî gulên
berbirojê. Kêm caran mirov dibîne ku “Guro”
dikene. Jiyana wî tev xemgînî û reþbînî
ye. Cilên wî tim reþ in. Tarîbûn û sî
di tabloyên wî de bala mirov dikiþîne. Erê
navê wî
‘Guro’ ye, lê dilê wî
yê çûkan e.
Tabloyê “Guro”, mijarên
xwe, tev ji xwezaya Kurdistanê û Gundê wî û
êþ û azarên gelê kurd distînin. Ango,
hunera Guro, mirêla xwezaya Kurdistanê û êþ
û zilm û zora li ser gelê kurd dide nîþandan.
Û hêjayî gotinê ye ku Guro di nava
hunermendên Sûriyeyê yên kurd û ereb de
bi stîla xwe ya taybet hatiye naskirin û gelek xelat
wergirtine. Xwesteka wî heye ku pêþangehên xwe li
seranserî bajarên Kurdistanê bigerîne. Lê
ji ber ku paseport û nasnameya Sûriyeyê li ba wî
tune nikare vê hêviyê pêk bîne.
Hunermed Guro li Baþûrê
Rojavayê Kurdistanê sala 1964’an, li gundê Sefer
ku girêdayî bajarê Dirbêsiyê ye hatiye
dinê. Guro zaroktî û xortaniya xwe di navbera gundê
xwe û Dibêsiyê de derbas kiriye. Têkiliya wê
bi hunera þêwekarî, ji qûnaxa zarokatiyê û
dema dibistana bingehîn dest pê dike. Guro li ser vê
demê wiha axivî: “Dema ez zarok bûm, min
alîkariya bavê xwe di karê heriyê û
birîna kelpîçan de dikir. Ji wê çaxê
û ta niha, têkiliya min a bi xwezaya gund, gul û
berberojê wê, teyr û tilûr û ajalên
wê, qurnefîl û binevþ û sosinên wê
qut nebûye. Çavkaniya hunera min û xeyalên
min zarokatiya min e.”
This entry was posted on 24-03-2008 09:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 24-03-2008 09:07 Views: 92
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 92