• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

În
9
gulan
Mal arrow Mal arrow Çand û Huner arrow Li Þamê pêþangeha þêwekar 'Guro'
Li Þamê pêþangeha þêwekar 'Guro' Binivîse E-posta
 
guro.jpg HOÞENG OSÊ

ÞAM - Hunermendê kurd Guro li galerî El-seyid a hunerî li Þamê rêzetabloyên xwe yên nû pêþkêþî hunerhezan kir. Ji ber ku navê pêþangehê bi kurdî bû ji aliyê çapemeniya Suriyeyê ve rastî boykotê hat .

Þêwekar Guro sêyemîn pêþangeha tekane ya bi navê “Guro” li Þamê li dar xist. Þêwekar pêþangeha yekemîn di sala 1995’an de bi navê “Guro û havîna þewitî”, ya duyemîn di sala 2005’an de bi navê “Gul Guro” û pêþangeha sêyemîn bi navê “Gulana Guro” li dar xist. Her wiha li hundir û li derveyî Sûriyeyê tevli zêdetirî 20 pêþangehên hunerî bûye. Hunermend Guro ji Kurdên Sûriyê yên bênasname ye, lewre nikare derkeve derveyê Sûriyê. Guro li ser vê yekê wisa dibêje: “dikarin mafê nasnamê ji min bistînin, lê nikarin giyana tablo û hunera min ji min bistînin. Tabloyên min, nasnama min in. Ew ji dêvla min li nav welatan digerin”.

Þêwekar Guro naveke kurdî ji pêþangeha xwe re hilbijart û navê xwe û yê bêþangeha xwe li afîþ û karta vexwendina pêþangehê xist. Ev bû sedema ku rojnameyên fermî yên Sûriyê nûçeya vê pêþangehê boykot bikin. Li ser vê kiryara nijadperstan Guro wiha axivî: “Ez ê bimînim Guro, û ev pêþangeh dê navê xwe neguhere da ku hinek nijadperestan razî bike. “

Dema mirov derbasî “tirba Guro” dibe, mirov çi bibîne û çi nebîne, ku tijî tabloyên gulan e û bi taybetî gulên berbirojê. Kêm caran mirov dibîne ku “Guro” dikene. Jiyana wî tev xemgînî û reþbînî ye. Cilên wî tim reþ in. Tarîbûn û sî di tabloyên wî de bala mirov dikiþîne. Erê navê wî


‘Guro’ ye, lê dilê wî yê çûkan e.

Tabloyê “Guro”, mijarên xwe, tev ji xwezaya Kurdistanê û Gundê wî û êþ û azarên gelê kurd distînin. Ango, hunera Guro, mirêla xwezaya Kurdistanê û êþ û zilm û zora li ser gelê kurd dide nîþandan. Û hêjayî gotinê ye ku Guro di nava hunermendên Sûriyeyê yên kurd û ereb de bi stîla xwe ya taybet hatiye naskirin û gelek xelat wergirtine. Xwesteka wî heye ku pêþangehên xwe li seranserî bajarên Kurdistanê bigerîne. Lê ji ber ku paseport û nasnameya Sûriyeyê li ba wî tune nikare vê hêviyê pêk bîne.

Hunermed Guro li Baþûrê Rojavayê Kurdistanê sala 1964’an, li gundê Sefer ku girêdayî bajarê Dirbêsiyê ye hatiye dinê. Guro zaroktî û xortaniya xwe di navbera gundê xwe û Dibêsiyê de derbas kiriye. Têkiliya wê bi hunera þêwekarî, ji qûnaxa zarokatiyê û dema dibistana bingehîn dest pê dike. Guro li ser vê demê wiha axivî: “Dema ez zarok bûm, min alîkariya bavê xwe di karê heriyê û birîna kelpîçan de dikir. Ji wê çaxê û ta niha, têkiliya min a bi xwezaya gund, gul û berberojê wê, teyr û tilûr û ajalên wê, qurnefîl û binevþ û sosinên wê qut nebûye. Çavkaniya hunera min û xeyalên min zarokatiya min e.”


24-03-2008 09:07 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 24-03-2008 09:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment. Last update on 24-03-2008 09:07
Views: 91    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;