• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Çarþem
14
gulan
Mal arrow Mal arrow Çand û Huner arrow Hêlîn: Fîlma li ser derûniya jinê
Hêlîn: Fîlma li ser derûniya jinê Binivîse E-posta
 
helin-film.jpgSTENBOL - “Hêlîn” kurtefîlmekî 14 xulekan e. Fîlm derûniya jineke ku rastî tecawizê hatiye vedibêje. Fîlm nêzikahiyeke þermê radixe ber çavan. Fîlm berê li Almanya, Enqere û Stenbolê hat nîþandan û dê di çarçoveya Mîhrîcana Filmên Jinan a Fîlmmorê de li Eskiþehir, Dêrsim û Wanê bê nîþandan.

Bi salan e li Tirkiyeyê bûyerên tecawiza li hemberî jinan di rojeva parêzvanên mafê mirovan de ye. Þîdet û tecawiza li hemberî jinan bû mijara kurtefîlmekî bi navê Hêlîn. Kurtefîlma 14 xulekan ji aliyê Sîbel Akkulak ve hatiye çêkirin. Fîlm piþtî Mîhrîcana Fîlman a Almanya û Tirkiyeyê niha jî di Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmorê de li Stenbol û Enqereyê hate nîþandan.

Derhêner Sîbel Akkulak mamosteyê nîgarkêþiyê ye û di nav projeyeke ji bo zarokan de cih digire. Derhênerê ciwan ji bilî van xebatan dest diavêje xebatên cuda jî. Derhêner di sala 2007’an de bi navê ‘Lîstoka xwe bi xwe çêke’ (Kendi Oyuncaðýný Kendin Yap) belgefîlmek kiþandibû û niha jî kurtefîlma bi navê ‘Hêlîn’derket pêþ temaþevanan.

Fîlma Hêlîn, li Tirkiyeyê mijara pirsgireka tecawiza li hemberî jinan vedîbêje û derûniya jineke ku rastî tecawizê hatiye vedibêje.

Xizm û nasên derhêner ên ku rastî tecawizê nehatine lê derhêner di bin bandora tiþtên ku bihîstine û xwendine de maye. Ji ber wê yekê dest bi kiþandina fîlmeke wiha kiriye. Di fîlma Hêlînê de tenê lîstikvanek dilîze û bê diyalog e.

Hêlîn rastî tecawizê hatiye û piþtî wê bûyerê têkîliya xwe bi her kesî re qût dike û Hêlin dixwaze li mekanên ku ji xwe re afirandine bijî. Dixwaze di nava wî mekanî de careke din xwe biafirîne. Jin li mala xwe bi çêkirina wêneyan li ber xwe dide, lê di dawiya fîlmê de zenda xwe jê dike û xwe dixe nav wêneyê çêkirî. Temaþevan wekî xwekuþtinê dinirxînê lê derhenêr dibêjê ‘Na’ ji ber ku bi xwîn û bedana xwe wêneyên xwe çêdike. Di dawiyê de dikeve nava wêneyê. Her kes li bendê ye Hêlîn derkeve an na?

Her wiha kurtefîlm dê di çarçoveya mîhrîcana Fîlmmorê de li Eskiþehir, Dêrsim û Wanê bê nîþandan.

Kunyeya fîlmê;

Navê fîlmê: Hêlîn

Lîstîkvan: Hatîce Telcî

Derhenêr û senaryo: Sîbel Akkulak

Derhenêrê dîmenan: Rodî

Kurgu: Mehtap Bayer

Muzîk: Mustafa Bîber


26-03-2008 11:07 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 26-03-2008 11:07. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 7 time. You can leave a comment. Last update on 26-03-2008 11:07
Views: 176    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;