STENBOL - Di meha gulanê de
hunermendên kurd Mehmet Atli, Diyar, Ayfer Duzdaþ dê albumên xwe
yên nû pêþkêþ bikin. Meha borî Xelîl Xemgîn, Armanc, Bilind
Îbrahîm, Sîlbûs û Tarî û Aramo albumên xwe pêþkêþî
guhdarên xwe kiribûn. Vê mehê jî dê hunermendên navdar ên
kurd Diyar, Mehmet Atli, Ayfer Duzdaþ û Xemgîn Bîrhat û Rojîn
bi albumên xwe derkevin pêþberî muzîkhezan
Ji Diyar newayeke folklorîk
Hunermend Diyar piþtî albuma "Oxir
be Ugur" albuma xwe ya nû vê mehê derdixe. Li ser albumê
Diyar agahî dan me. Li gorî gotina Diyar di albumê de dê 13 stran
hebin lê hê wî navê albumê lê nekiriye. Hozan Diyar dibêje ku
di albumê de gotinên 9 stranan aîdê wî ne, ên din stranên
gelêrî ne û wisa didomîne: "Dê album bi giranî bi newaya
gelêrî be, dê hêmayên folklorîk li pêþ bin." Hin stranên
ku di albumê de dê cih bigirin ev in: “Ax lê dayê”, “Gundê
me”, “Natirsim”, De were”, “Yar nekene”, “Husnayê”
Dê bi kurmancî, zazakî û soranî
bibêje
Hunermend Ayfer Duzdaþ ku ev demeke
dirêj di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de karê xwe yê
muzîkê didomîne, demek dirêj di nav Koma Vendê Sodirî de cih
girt, heta niha di gelek projeyan de cih girt û niha albuma xwe ya
solo derdixe. Duzdaþ dê bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî
bistrê. Hin stranên albumê ev in:“Çil çil mercan”, “Ziravê”,
“Qaqibo”, “Ay day leyro”, “Xurning”, “Lay layê”.
Atli û hellbestvanên kurd ên navdar
Mehmet Atli ku di sala 2003'yan de
albuma xwe ya bi navê "Jahr" derxistibû, vê carê dibêje
"Winda". Hunermend Atli di albumê de ji helbestvanên kurd
ên navdar Arjen Arî û Abdulla Peþêw jî helbest girtine û
kirine stran. Her wiha straneke Mihemed Þêxo jî di albumê de cih
digire. Di albuma Atli de ku dê bigihîje dawiya mehê bi giþtî 12
stran hene.
This entry was posted on 09-05-2008 09:40 . You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 09-05-2008 09:40 Views: 40
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 40