• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Tirkiye xwedî cîranan e
Tirkiye xwedî cîranan e Binivîse E-posta
 

Dinya li siyaseta derve ya Tirkiyeyê teng bûye. Min bi vê gotinê dest bi nivîsa xwe kir ku belkî ev gotina min ji hin kesan re xwediyê maneyeke erênî be, lê armanca min neyÎnî ye. Belê tengbûna dinyayê ya ji siyaseta derve ya Tirkiyeyê, li gorî min tê maneya têkçûna siyaseteke li dervî rastiyan. Jixwe siyaseta li dervî rastiyan, xwediyê qedera têkçûnê ye. Lê ewê ev têkçûn bibe têkçûna gelek tiþtan.

 Ev demeke dirêj e siyaseta derve ya Tirkiyeyê guherînekê dijî. Ev guherîna han dighêje demên dawiya þerê sar. Guherîna yekem a di vî warî de xwe gihandina komarên Sovyeta berê bû. Tirkiye ev hema hema bîst sal in di vî warî de xwediyê hewldanekê ye. Lê Federasyona Rûsyayê û DYA`yê destûr neda ku Tirkiye li wan deran bibe xwediyê nifûzê. Tirkiye encax bi tiþtên bêtir sembolîk ma. Bi derketina aloziyê re, Tirkiyeyê hewl da vê nifûza xwe ya tevî xeyalên bûyina welatekî mezin, berê xwe bide Balkanan. Bi gotina hebûna kokên wan, xwest e li wêderê ji xwe re, cihekî peyda bike. Lê dewletên mezin ên YE`yê riya li ber hebûna Tirkiyeyê ya li van dewletan girt. Ev pêþveçûnên han hiþt ku Tirkiyeya xwe li hemberî cîranên xwe kiribû xwediyê artêþa herî mezin, bibe xwediya dostaniyeke bi cîranan re.  Niha belkî jî di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de niqteya herî li pêþ û xwediyê serkeftinê ev guherîna siyaseta li hemberî cîranên wê ye.  Ew cîranên wê yên ku, berê wekî xetera potansiyel di siyaseta wê ya derve û parastinê de cih digirtin, niha bûne cîranên dost. Tirkiyeyê pêþiyê ew tansiyona giran a di navbera xwe û Yewnanîstanê de, ku heta salên nodî, bêhna þer di navbera wan de hebû, di van salên dawîn de daxiste asteke nizm. Li vêderê tiþta ku hînê tansiyonê diafirîne tenê pirsgirêka Kibrisê maye, ku Yewnanîstan wekî berê li ser mijarê ne xwediya tundiyê ye û ji çareseriyê re vekiriye.  Bi îttifaqa dijberiya kurdan Tirkiyeyê kanîbû Sûriyeyê jî bikþîne cem xwe. Sûriyeya di bin tehdîta giran a DYA`yê de ye, xwe bi Tirkiyeyê þîrîn kiriye. Ji xwe di van rojan de, têkeliya van dewletan bi gera wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê re, hema hema gihîþtiye asta þirîkatiya stratejîk. Tirkiyeya ku dixwaze di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de rola  baþkirina têkeliyan bileyîze, Sûriye baþ bi ber xwe ve kiþandiye.  Heman siyaseta cîrantiyê Tirkiyeya xwedêgiravî layik, ji bo Îrana xwediyê komara îslamî jî bi kar tîne. Herî dawîn, peymana xaza xwezayî bi Îranê re bû îþareta vê siyasetê. Enqerê di tîrmehê de, peyman îmze kir û niha bi gera wezîrê karên derve, dê hewlbide vê peymanê bixe jiyanê. Projeyên din jî hene ku li ser peredayina çavkaniyên enerjiya Îranê ne û di rojên pêþ me de, dê peymanên din ên di vî warî de werin îmzekirin. Bingeha vê þirîkatiyê jî, li ser dijberiya kurdan pêk hatibû û bi vî þiklî jî didome. Lê ev guherîna han, ew dostên demên berê yên Tirkiyeyê nerehet dike ku di serê van de DYA tê. Rayedarên Amerîkî ku ev demek dirêj e, li ser van hewldanên Tirkiyeyê bêdeng in, li ser peymana bi Îranê re dengê xwe dan bihîstin. Rexneyeke mezin li Tirkiyeyê hate kirin û ev rexne dê tenê bi rexnebûnê nemîne. Wekî nasîna qirkirina ermeniyan, ew ê gelek mijarên din derxin pêþiya siyaseta derve ya Tirkiyeyê. Eger Tirkiye di vê siyaseta xwe de bi israr be, ev yek dê bibe dawiya Komara Tirkiyeyê bi xwe.
13-10-2007 09:40
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 13-10-2007 09:40. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment. Last update on 13-10-2007 09:40
Views: 570    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;