Dîplomasiya kurdan di hefteya borî de, ezmûneke (îmtihaneke) mezin li dû xwe hiþt. Ev ezmûna wê li ser Konferansa Yekitiya Ewrpoa (YE), Tirkiye û Kurd bû. Konferansa ku cara çaremîn pêk dihat, bû konferansa herî serkeftî ya vê rêzê. Ev gotina serkeftina konferansê ji aliyê hemû beþdaran ve hate zimên. Beþdarên Ji Ewropa, Tirkiye û kurd, li ser vê serkeftinê heman gotin anîn zimên: “Konferansê ji carên berê bêtir hêvî afirandiye.”
Ev hêvî hêviya ji bo çareseriyê ye. Çawaniya peydabûna vê hêviyê li gorî baweriya min, ji ber hebûna tehdîta Tirkiyeyê tê. Piþtî ew qas aloziyê mirovên biaqlîselîmiyê dixwazin tevbigerin gihiþtîbûn hev û dîtinên xwe yên li ser awayê çareseriyê parve dikirin. Tabî hemû dîtin ne li gorî dilan bûn, lê ji aliyê li hev guhdarîkirinê ve, an jî ji aliyê hev qebûlkirinê ve, bi qasî ku min bihîst pirsgirêk nehatin jiyandin.
Dîsa bi qasî ku min ji dîmenan temaþe kir, ev dîtin gelekî dijberên hevdû bûn. Heta Joost Lagendijkê hevserokê delegasyona têkel a PE û Tirkiyeyê, li çavên kurdan nêrî û PKK sûcdar kir. Lê kurdan kanîbûn vê yekê, guhdarî bikin û bibersivînin. Her wiha dîtinên li ser çareseriyê yên aliyê kurd jî, bû xwediyê guhdariya Lagendijk. Tabî, kurdên ku niha ji Lagendijk gelekî nexweþ in, xwediyê heqê parastina dîtinên xwe ne û ev heq jî ji aliyê dîplomasiya kurdan ve hate bikaranîn.
Bi ya min di vî warî de, yanî li ser axaftinên Lagendijk mubalaxeyeke tê jiyandin. Lewre, ev dîtinên Lagendijk, her wiha dîtinên YE`yê ne jî û ji bo guherîna vê dîtinê gereke dîplomasiya kurd bibe xwediyê argumanên radîkaltir. Dîsa bi ya min gereke konferanseke bi vî rengî jî neyê mubalexekirin.
Lewra di serî de, konferans her çiqasî li Parlamentoya Ewropayê pêk hat jî, ne konferanseke fermî bû ku bikanibe tesîrê li ser siyaseta YE`yê bike. Dîsa beþdarên konferansê, ne ew kes bûn ku bikanibin bibin xwediyê erka çareseriyê. Lê encama ji vê konferansê hatiye bidestxistin, gereke were mubalaxekirin.
Ev konferans bi encamên xwe, konferanseke herî li gorî dîtinên kurdan bû. Xalên di encamnameya vê konferansê de derketin pêþ, gelekî nêzîkî daxwazên kurdan in. Ez bawer dikim ku dîplomasiya kurdan jî ji bo pêkhatina van xalan gelekî kar kiriye. Û bi vê yekê re jî, lê verqilîne ku dê bikanibin encamên vê konferansê bikar bînin. Lewre ev encam, ne ji devê kurdan derketine, ev xalên di encamnameyê de cih girtine, dikanin di qada navneteweyî de bibin xwediyê nirxeke ku destê dîplomasiya kurd xurtir bike.
Ji nav sih xalên encamnameyê yên ji bo çareseriya demokratîk, xalên li ser rawestandina operasyonên artêþê, zextên li dijî DTPê, azadiya raman û bi taybetî jî baþkirina rewþa girtîbûna Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan, xalên ku divê dîplomasiya kurd bikarbîne ne. Gereke ji vî alî ve, ev konferansa çaremîn a li PE`yê pêk hat were mezinkirin ne dîtinên YE`yê ku Lagendijk ên li vê konferansê gotine.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 17-12-2007 09:17. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 27 time. You can leave a comment.
Last update on 17-12-2007 09:17 Views: 504
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 504