Nûçeyên ji Baþûrê Kurdistanê tên, gelekî
fikaran diafirînin. Lewra ev nûçe li ser amadekariya êrîþeke li dijî gerîlayan
in. Ev êrîþ ne tiþtekî surprîz e. Dihate payîn. Lewra bi dehan caran gerîlayên
kurdan êrîþên mezin ên li dijî xwe jiyan e. Tiþtê dibe sedema fikaran ew e ku
hikûmeta Baþûrê Kurdistanê di vê êrîþê de rolekê bileyîze. Ev rola bilîze jî,
dê roleke neyînî be.
Baþûrê Kurdistanê bi hebûna wê azmûna xwe,
ji kurdan re gelek girîng bûye û hemû kurd ji bo parastina wê amade ne. Lê ji
vê jî girîngtir, hebûna girîngiya Baþûrê Kurdistanê ya ji herêmê re ye. Niha li
gorî her çar aliyê xwe ji bo cîhana rojava herêma herî stabîl Kurdistan
e. Ne tenê ji aliyê xwe yê Iraqê ve, her wiha ji aliyê xwe yê Tirkiyeyê ve jî.
Li gorî bakurê Kurdistanê dahatûya wê zelaltir e. Lê ne tenê li gorî Tirkiyeyê,
li gorî Sûriye û Îranê jî, baþûrê Kurdistanê xwediyê stabîlbûneke zêdetir e. Ku
ev rewþa hanê jî, cîhana rojava ber bi Baþûrê Kurdistanê ve dikiþîne
Diviyabû ev rewþa baþûrê Kurdistanê ji holê
hatiba rakirin. Tirkiye xwediyê wê çavsoriyê bû. Sûriyeyê hemû piþtgiriya xwe
da wê. Ji aliyê aborî ve, riya þîrketên Tirkiyeyê vekir ku ew muhtacî baþûrê
Kurdistanê nemînin. Îranê di mehên berê de bi bombebarana xwe ya herêmê cesaret
da Tirkiyeyê ku heman tiþtî bike. Tirkiyeyê jî zêdetirî daxwazên wan kir. Gefa
Tirkiyeyê bi tenê, bêyî hewceyî operasyonekê bimîne, têra destabîlazasyona
baþûrê Kurdistanê dike. Êdî heta vê tehdîta li ser kurdan a Tirkiyeyê hebe, ew
ê rojava bi dîtina vê rewþê nêzî baþûrê Kurdistanê bibe.
Dîtina vê rewþê ne gelekî zehmet e. Li pêþ
çavên me ev rewþ bi pêþ ket. Ez bawer dikim ku ew ê Tevgera Kurd jî li gorî vê
rewþê stratejiyeke xwe bi pêþ xistibe. Lê di vê stratejiyê de yekitiya kurdan
naxuye. Her çiqasî rewþa heyî ji bo yekitiya kurdan gelekî guncav be jî, di
rojeva kurdan de ew yekitiya hesreta dilan nîn e. Berevajî vê daxwazê ji
hevqetîna kurdan bêtir di rojevê de ye. Niha hêviya mezin a gelê kurd û dostên
wan ew e ku ev ji hevveqetîn bêyî pevçûn bimîne. Þerekî birakujiyê careke din
neyê serê wan.
Bi ya min, þerê birakujiyê ne hewce ye bi
lihevxistina partiyên kurdan pêk were. Astengkirina xebata partiyeke kurd jî
gerek e di vê çarçoveyê de were dîtin. Ji vî alî ve hemû partiyên kurdan –bêyî
îstisna- xwediyê vî gunehî ne. Hemû partiyên kurdan li dijî hev xebat kirine,
bi dijminan re li dijî partiyên parçeyên din hevkarî kirine û her bûne
leyistok. Niha jî ev rewþa tê jiyandin û baweriya ji wan her kêm dibe.
Lîstika mezin a sê dewletên dagirker, li
holê xwe nîþanî hemû alemê dide. Hebûna kurdan naxwazin û ji bo astengkirina
wan li hev kirine. Çima, ew ê partiyên kurdan bihêlin ku vana bi ser kevin. Çi
dîplomasiya cîhanî, çi jî þert û mercên jeopolîtîk dikanin rê li ber yekitiya
kurdan bigirin. Tenê kurd dikanin yekitiya xwe asteng bikin. Bi dîtina min ev
ne qeder e. Eger
qeder be jî, guherîna vê qederê tenê di destê kurdan de ye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 10-11-2007 10:59. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 31 time. You can leave a comment.
Last update on 10-11-2007 10:59 Views: 598
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 598