Di 15’ê nîsanê de
heyeta Îranê çû Tirkiyeyê. Armanca vê
heyetê jî ew bû ku dawiyê li guftugoyên
van du salên dawiyê bîne û ew û
Tirkiyeyê li dijî PKK û PJAK’ê ‘tedbîran
werbigrin’. Li ser vê mijarê komîsyonên van
welatan ên xwedêgiravî ji bo ewlekariyê ne,
cara pêþîn di sala 1998 an de hatibûn ba hev. Ji
hingê ve ye, ev 12 car in heyetên van welatên
dighêjin hev. Ev 12 car in jî ev heyetên van
welatan, planên qirkirinê amade dikin. Qirkirina Kurdan.
Gelek caran jî Sûriye tevlî
vê îtîfaqê kirin. Di her van diwanzde caran
de, van heyetan hin biryar girtin, ku ev biryarên wan ji ber
sedemên cihê neçû serî. Biryara herî
li pêþ a heyetên ewlekariya van welatan operasyoneke
hevbeþ a li dijî Baþûrê Kurdistanê ye.
Dijminê Kurdan ê sondxwarî
berpirsiyarê ewlekariyê yê wezarata karê
hundurîn a Îranê Abbas Muhtac, beriya ku biçe
Tirkiyeyê, dîsa got ku ew ê bi armanca parastina
tixûbên xwe, çi divê bikin. Wî her
wiha got ku PKK û PJAK yek hêz in ku divê ew û
Tirkiyeyê jî bi vê dîtinê hêza
xwe bikin yek. Di pênc rojên hevdîtina xwe de jî,
van heyetan planên qeliandina van rêxistinên Kurd
hazirkirin. Ev welatên ku peymana xwe ya navdar, peymana Qesra
Þêrînê nû dikin û bi zext û
qetlîaman êrîþî Kurdan dikin. Gereke mirov
li bendê be ku ev êrîþên han zêdetir
bibin.
Ji bo qanihkirina Tirkiyeyê Îran
dibêje ev 5 sal in, DYA’yê van rêxistinên
kurdan nutralîze nekirine. Jixwe DYA’yê jî çavên
xwe ji vê peymanê re girtiye, heta ji van herduwelatan re
çav þikandiye. Lewra di heman dema hevdîtinên van
welatan de, hevdîtina Tirkiye û DYA’yê jî
hebû. Di vê hevdîtinê de careke din PKK wekî
dijminê Tirkiye û DYA’yê hate îlankirin û
careke din piþtgiriya ji bo Tirkiyeyê ya li dijî kurdan
hate bilêvkirin.
Her plan bi hêsanî nayê
meþandin. Ên ku plan çêkirine hesabên þaþ
kirine. Çiko hêza Tevgera Kurd a pûçkirina
vê plana Îran û Tirkiyeyê ne di hesaba wan de
ye. Tevgera Kurd dikare bi hêsanî piþtgiriyekê li
dijî Îranê peyda bike. Lewra rêxistina PJAK’ê
ji aliyê bidestxistina raya giþtî ya DYA û YE’yê
ve xwediyê þansekî mezin e. Dikare vê yekê
li cem ji cihûyan jî peyda bike. Lewra PJAK hêza
yekana ya kurdan e ku, dikare li nava Îranê çalakiyan
pêk bîne.
Ji aliyê PKK’ê ve jî
rewþ ji berê hêsantir e. Gerîlayan carekê
Artêþa Tirk rezîl kiriye. Tirsa kurdan a ji dageriya
baþûrê Kurdistanê ya Artêþa Tirk þikandine.
Baweriyê dide hemû kurdên çar perçeyên
welat ku dê gerîla bikaribin çalaktir li dijî
artêþê þer bikin.
Ez ji wê bawer dikim ku ev jî
dikare bi çalakiyên girseyî yên gelê
kurd ên li ser daxwaza mafên xwe yên neteweyî
dikare temam bibe. Ji sala 1998’an û vir ve ye Îran û
Tirkiye plan çêkirine û ev pklanên wan,
neçûne serî. Dê
careke din hêza kurdan bikaribe van planan pûç
bike.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 19-04-2008 08:32. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 10 time. You can leave a comment.
Last update on 19-04-2008 08:32 Views: 95
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 95