• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Piþtî gera Bush
Piþtî gera Bush Binivîse E-posta
 

Gera welatên Rojhilata Navîn a Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê George W Bush, hefteya borî ji hemû çapemeniya cîhanê re bû mijar. Rêveberiya Bush ji vê gerê gelekî bi hêvî bû, lewra vê gera ku ew ê bi rengê aþtîxwaziyê pêk hatiba, pirsgirêkên ji ber enerjiyê yên DYA`yê çareser kiriba û ji bo astengkirina Îranê destekê bi xwe re bianiya. Dîsa peymanên nû yên li ser firotina çekan hedefeke sereke ya vê gerê bû.

Hedefa herî li pêþ a vê gera Bush, pêþvexistina hevdîtinên aþtiyê yên di navbera Îsraîl û Filîstînê de bû. Dema ku Bush bi lîderên Filîstîn û Îsraîlê re hevdîtin pêk anîn, da zanîn ku ew ji pêkhatina peymana aþtiyê ya di navbera aliyan de bi hêvî ye. Li gorî hêviya Bush jî ew ê ev peymana aþtiyê jî heta dawiya salê pêk were. Lîderê Filîstînê Mahmûd Abas û Serokwezîrê Îsrîlê Ehûd Olmert jî, tiþtên diþibin hêviyên Bush bi lêv kirin.

Lê belê, van lîderan tu taahûd nedane û di hevdîtina piþtî ziyareta Bush de pêk hat jî tu guherîneke berbiçav a di warê fikr û daxwazên aliyan de pêk nehat. Aliyê Îsraîlê, dibêje heta ku Filîstîn xwe ji milîtanên çekdar paqij neke, wê aþtî pêk neyê û aliyê Filîstînê jî israr dike ku Îsraîl wargehên cihûyan ên li Þerîda Rojava rake û tevgera xwe ya leþkerî ya li Þerîda Gaze û deverên din bi dawî bike. Çapemeniya amerîkî jî, li ser vê yekê rawestiya û da zanîn ku, tenê bi gotinên berê yên devkî baweriyek ji Bush re hatiye dayin.

Bi ya min piþtî ku Bush vegeriya wê ev hewldana wî, di demeke kurt de were jibîrkirin. Jixwe di saeta vegera Bush a welatê xwe de, partiya rastgir a endama koalîsyona hikûmeta Olmert, xwe ji hikûmetê paþ de kiþand. Vê pêþveçûnê ku hînê di destpêkê de darbeyek li siyaseta aþtiyê ya Olmert kiriye ku, baweriya mirovan a ji serkeftina hikûmetê kêm dike. Piraniya rastgirên Îsraîlê dibêjin, ji bo pêkhatina aþtiyê Olmert gelek tawîzan dide. Tevî vê yekê, pirsa welatên ereb a nenaskirina dewleta Îsraîlê jî bê çareserî ma.

Bush di dema vê serdana xwe de, gelekî bangî welatên ereb kir da ku bi Îsraîlê re dest bi danûstandina bikin. Lê tu welatî bersiv neda vê daxwaza Bush. Heta berevajî vê yekê, çapemeniya ereb her þik û gumanên xwe yên li ser bûyina afirendêrê aþtiya Rojhilata Navîn a Bush derxistin pêþ.

Îzolekirina Îranê ya li herêmê jî yek ji hedefên herî girîng ên Bush bû. Di dema serdana xwe ya welatên mutefîkên xwe yên ereb de, Bush Îran her wekî tehdîteke ji bo aþtiya cîhana me anî zimên û li ser rawestandina çalakiyên wê yên li Lubnanê rawestiya. Lê li cem wan mutefîkên xwe Bush ew baldariya dihate xwestin peyda nekir. Tenê bi awayekû kubarî lê guhdarî kirin, tu kesî behsa rêlibergirtina hewldanên Îranê nekir û ji bo îzolekirina Îranê tu soz nedan Bush. Bi taybetî Erebistana Siûdî, di dema vê gera Bush de, li hemberî Îranê bû xwediyê daxuyaniyên nerm û Îranê wekî welatekî cîran bi lêv kir.

Mirov dikane bi hêsanî bibêje ku armanca veþartî ya sereke ya vê gera Bush îzolekirina Îranê bû lê li ser vê yekê nekanîbûye welatên ereb qanih bike. Dîsa mirov dikane li ser vê gera Bush bibêje ku destkefta herî berbiçav a van heyþt rojên li welatên ereb, peymanên firotina çekan bûye ku ew ê rêveberiya Bush hejmareke mezin a çekan bifroþe van welatên ziyaret kiriye.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

19-01-2008 09:03 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 19-01-2008 09:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 23 time. You can leave a comment. Last update on 19-01-2008 09:05
Views: 447    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;