Di nava partiyên ku heta niha
bûne îktidarên Tirkiyeyê de, partiya
desthilatdar AKP partiya xwediya herî eleqeya mezin a Ewropiyan
e. Hînê beriya ku were îktidarê bûbû
xwediya piþtgiriya DYA û YE`yê. Piþtgiriya DYA`yê
mirov dikane fam bike, ku ji bo berjewendiyên xwe yên li
Rojhilata Navîn, di çarçoveya guherîna
herêmê de ew xwediya îhtiyaca bi partiyeke
rengeîslamî bû ku were Tirkiyeyê bi rê
bibe. Li ser vî esasî jî wê piþtgiriya xwe
ji AKP`ê kêm nekir, heta wekî AKP zaroka wê
be, li hemberî hêzên din ên li nava Tirkiyeyê
ev zaroka xwe derxiste pêþ.
Lê piþtgiriya YE`yê mirov
nikane ewqasî fam bike. Diviyabû YE li dijî AKP`ê
bûya ku AKP di bingeha fikrê xwe de li dijî nirxên
Ewropayê bû. Lîderên vê partiyê
ji kevneþopiyekê dihatin ku, her ji Ewropayê re bûbû
xwediya dijûnan. Wan modernîzma ji Ewropayê dihate
red dikirin û bi çavekî dijminekî veþartî
yê li dijî îslamê li Ewropayê dinihêrîn
û li dijî YE`yê derdiketin. Vana digotin ku ew
zarokên Osmaniyan in û wan bi þûrê xwe
Ewropa têk biriye.
Lê hîna beriya ku AKP bibe
AKP`ya xwediya îktidarê YE`yê piþtgiriya xwe ji vê
partiyê re aþkere dikir. Li ser vê piþtgiriyê jî
serokê wê Recep Tayyîp Erdogan tevlîbûna
YE`yê ya Tirkiyeyê dikire armanca sereke ya partiya xwe,
behsa çareseriya pirsgirêka Kibrisê dikir ku, ji
bo Ewropiyan ewê biba serrihetiyeke gelekî mezin a di
warê bûyina xwediya gotinê ya li ser riya hatina
enerjiya xwe. AKP`yê ew dijberiya xwe ya Ewropayê ya ji
dema `Erbakan`ê pêþengê xwe mayî, ji seriyê
hemû civakê paqij kir. Wê li dijî partiyên
xwedêgiravî lîberal û sosyaldemokrat, xwe kir
parastvanê herî mezin ê YE`yê.
Barroso çû Tirkiyeyê.
Barroso li Tirkiyeyê bi Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr
Recep Tayîp Erdogan, partiyên siyasî û
rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin pêk
anîn. Dema Barroso çû Tirkiyê û bi
merasîma dewletê hate pêþwazîkirin, di heman
saetan de Komîserê ji berfirehkirina Yekitiyê
berpirsyar Olli Rehn jî di riya Enqereyê de bû.
Rayedarên ewropî dijberiya
xwe ya li dijî girtina partiyên siyasî tînin
ziman, lê belê heman reaksiyonê dema doza girtinê
li dijî DTP'ê hatibû vekirin, nîþan nedabûn.
Barroso wê li Parlemena Tirkiyeyê xîtabî
parlementeran jî bike û careke din balê bikþîne
ser pîvanên Yekitiya Ewropayê. Di heman demê
de, wan xelatek jî bi xwe re biribûn. Lewra di saeta ku
ew li Tirkiyeyê peya bûn, dadgerên alman jî
ceza dan Siyasetmedarê Kurd Mûzaffer Ayata. Muzaffer
Ayata ku ji Tebaxa 2006’an û vir ve girtî ye, li
Frankfûrtê derketibû pêþiya dadmendan.
Heyeta Dadgehê 3 sal û nîv cezayê girtîgehê
dabû Ayata ku, 20 salan di girtîgehên Tirkiyeyê
de mabû û beriya 4 salan hatibû Almanyayê. Ji
vê mînakê jî xuyaye ku ji bo xilaskirina
AKP`ê, wê her kes bikanibe kurdan bike qurban. Dîsa
di heman dema, cezadana Ayata de, li Amedê jî Leyla Zana
dihate darizandin. Ew Leyla Zana ya xwediya xelata YE`yê, ku li
nava kurdan mirova herî jê dihate hezkirin, ji ber
axaftina xwe derketibû pêþiya heyeta dadgehê. Ji
wê re jî cezayê hepsê hate dayin. Em ê
bînin ka wê çiqas kurd bibin qurbanên
operasyona xilaskirina AKP`ê.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 12-04-2008 08:44. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 12 time. You can leave a comment.
Last update on 12-04-2008 08:44 Views: 135
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 135