Û Tirkiyeyê li dijî
baþûrê Kurdistanê dest bi operasyona bejayî
ya gelekî hatibû payin kir. Hatina vê operasyonê
ji operasyonên berê gelekî cihê bû.
Lewra, gelekî bi aþkerayî hatibû ev operasyona
25`emîn a Artêþa Tirk. Beriya ku ev operasyon bibe
rastiya jiyana me, îþaretên wê gelekî
derketibûn pêþ. Ez ê li jêr hinekî
behsa van îþaretên operasyonê bikim, lê ez
pêþiyê bibêjim ku êdî tevî van
îþaretan ji her kesî re aþkera bû, wê vê
biharê operasyon pêk hatiba. Belkî tenê roja
pêkhatina vê operasyonê nedihate zanîn. Tabî
ew ê aliyên gelekî eleqedar vê operasyonê,
ev roj jî dizanîbana. Dîsa tabî raya giþtî
ew roj nedizanî ku ev jî normal bû.
Lê raya giþtî ya kurd
belkî roja vê operasyonê nedizanî, lê
rojên operasyonên beriya vê gelekî baþ
dizane. Operasyona destpêkê ya Tirkiyeyê ya li dijî
baþûrê Kurdistanê, hêj di sala 1983’yan de
hatibû lidarxistin. Ji sala 1983’yan û vir ve jî
tam 24 caran li dijî baþûrê Kurdistanê
operasyonên Artêþa Tirk, hatin dîtin. Tevî
encamên wan! Lê piþtî ku baþûrê
Kurdistanê bû Herêma Federal a Kurdistanê ya
Iraqê diviyabû operasyon nehatibana kirin. Bi kêmasî,
dîtina raya giþtî ya kurd a di vî warî de
wisa bû.
Baweriyeke mezin a ji rêveberiya
vî parçeyî welêt peyda bûbû û
dîsa gelekî propagandaya piþtgiriya DYA’yê ya ji
bo kurdan hatibû kirin. Ji ber vê yekê jî
gava ku cara pêþîn Tirkiyeyê leþkerên xwe
ber bi sînorê baþûrê Kurdistanê ve
xiste rê, kêm kesan bawer dikir ku dê Tirkiye
kanibe li dijî baþûrê Kurdistanê vê
operasyonê pêk bîne. Kesên hingî behsa
xetera ji Tirkiyeyê were dikirin jî, bi ehmeqî
dihatin sûcdarkirin. Ev kesên li her beþên civakê
peyda bûbûn, ketibûn nava siyaseta derdora PKK’ê
jî.
Belkî jî îþareta
yekemîn a operasyonê, -bi taybetî ji bo wan kesan-
devguherîna hêzên Baþûrî ya li dijî
PKK’ê bû. Piþtî wê jixwe ji raya giþtî
ya kurd re aþkerabû ku, ew ê ev operasyon pêk
hatiba. Lê operasyon li dijî berjewendiyên wan bû
û her kesî ev yek didît. Serokomarê Iraqê
birêz Celal Talabanî baweriya xwe ya li nava kurdan winda
kiriye. Lê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê ev
yek ne wisa ye. Li gelek deverên bakurê Kurdistanê
jî baweriyê dide. Wî bi xwe jî dizanî
ku eger vê operasyonê asteng nekiriba, ew ê ew
xiyala wî ya lîderiya kurdan têk çûbaya,
tevî gelek tiþtên din.
Lê îþareteke din a vê
operasyonê ew bû ku birêz Barzanî bi xwe
demekê ji holê winda bûbû. Di vê demê
de ew baweriya kurdên Bakur a ji wî hema hema nema. Niha
jî, tevî ku gotinên li dijî Tirkiyeyê
dibêje jî, ew baweriya ji wî nemaye.
Heta ku fermanê nede peþmergeyan
da ku li dijî lþekerên ketiye welatê wî þer
bikin, ew ê ev baweriya kurdên Bakur a ji lîderiya
birêz Barzanî her tune be.
Îþareteke din û îþareta
herî girîng a vê operasyonê, îþareta
li ser encama wê ye. Ji wan 24 operasyonan Tirkiyeyê
nekanîbû encameke erênî bi dest bixe. Wekî
vê operasyona dawî di her operasyonên li dijî
baþûrê Kurdistanê de sivîlan zirar dît.
Ew ê ji aliyê lekerî ve, vê operasyona dawî
jî ji Tirkiyeyê re encameke erênî neyne. Lê
ew ê di encama vê operasyonê de, sivîl zirarê
bibînin û yekitiya kurdan her bi paþ bikeve.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 23-02-2008 08:31. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 23 time. You can leave a comment.
Last update on 23-02-2008 08:31 Views: 507
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 507