Sînorên di nava Kurdistanê re derbas
dibin ji bo têkoþîna azadiya kurd her sînorên sunî ne. Jixwe
mirov ji kîjan kurdî bipirse ew ê behsa yek Kurdistanê bike.
Kurdistaneke yekgirtî. Kurdan ew sînorên di nava axa wan de derbas
dibû qet nehesibandin. Wan her ew sînor derbas kirin. Di dilê
kurdan de, axa welat her bê sînor bû ku ev yek bi pratîka
qaçaxçîtiyê ji roja damezrandina wan sînoran ve ye her hatibû
rakirin. Sînor her wekî sînorên sûnî mabûn.
Axa welat li her deverê bê sînor bû.
Kurdên Baþûr li Mahabadê li komara kurd xwedî derketibûn û
sînorê dihate danîn qebûl nedikirin. Li seranserê bakurê
Kurdistanê eþqiya peyda bûbûn. Ev mahkûmên han, her ew sînorên
dagirkeran derbas dikirin. Gelek ji wana tevlî têkoþîna li
parçeyên din ên welat dibûn. Sedemên cûr bi cûr ên
mehkûmiyeta wan hebûn, lê bi bûyina xwediyên sifata `eþqiya`
sînor her derbas kiribûn.
Ji îsyana Koçgirî heta îsyana
Dêrsimê, kurdên serhildêr her sînor derbas kiribûn û li
parçeyekî din ê welat bûbûn xwediyên stargeha xwe. Ez ji dîroka
nêz a têkoþîna li bakurê Kurdistanê dizanim ku beriya PKK`ê bi
hezaran þoreþgeran, ji bo peydakirina derfetên têkoþînê xwe li
parçeyên din ên welat girtibûn. Vana her sînor derbas kiribûn,
fêrî pêþmergetiyê bûbûn ku gava li Bakur PDK-T dihate
damezrandin, piþtgiriya herî mezin ji aliyê din ê wî sînorê
sunî hatibû.
Têkoþîna li baþûrê Kurdistanê û
her wiha ya li Rojhilat her bakurê Kurdistanê ji xwe re wekî cihê
lojîstîkê bi kar anîbûn. Dîsa têkoþînên hemû parçeyên
welat, rojavayê Kurdistanê ji xwe re kiribûn wargeheke mezin a
perwerde û lojîstîkê. Heta wekî ku di roja me de tê jiyîn,
mirovên ji Rojava her di têkoþînên parçeyên din ên welat de
cih girtibûn. Lerwa ji bo wan ferqa parçeyên welat nîn bû û di
bîr û baweriya wan de Kurdistan her yek bû û yekitiya wê dihate
xwestin.
Di salên zarokatiya me de, eqrebeyên
me yên ji Rojava dihatin, ji me re behsa Kurdayetiyê, behsa `APO`
dikirin û hêviya welatê yekgirtî didan me. Mehkûmên li mala me
dibûn mêvan, bi gotinên gelekî mubalaxakirî behsa wêrekiya
pêþmergeyan dikirin. Em fêrî wê yekitiya axa Kurdistanê bûbûn.
Bi vê fêrbûnê jî di salên pêþiyê yên ciwaniya xwe de me ew
sînor her derbas kirin. Ew sînor hingê bûbûn deverên ticaretê.
Aboriya welat ya li bakur û baþûrê Kurdistanê di serî de, li wî
alî û vî aliyê sînor, mirovan bi derbasbûyina ji wan deriyan,
debara xwe dikirin. Ev yek jî, bêyî ferqkirina hebûna wî sînorê
sûnî pêk dihat.
Heta dageriya Iraqê ya ji aliyê
DYA`yê di serê kurdan de mefûma sînor çêne bûbû. Gava ku
baþûrê Kurdistanê bû xwediya rêveberiya xwe ku ev cihê
kêfxweþiyê ye, me hebûna sînor hîs kir. Em bûn kurdên wî alî
û vî aliyê sînor. Em bûn kurdên `azad` û bindest. Êdî ew
sînorên sûnî ku welatê me kribûn çar parçe, bûne cihê
tayinkirina nasnameya kurdayetiya me. Belkî gelekî bi zanebûn ev
yek hate bipêþxistin, belkî jî ji nezaniya me, ku ez niha nikanim
vê yekê tarîf bikim. Lê ez îroj mecbûr mame ku bêjim `ez kurdê
Bakur im`.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 10-05-2008 08:46. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 10-05-2008 08:46 Views: 75
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 75