Li ser hevkariya kurdan wekî
rêxistinên parçeyên cihê gelek tiþt hatin gotin. Lê her ev yek
pêk nehat. Li gorî min sedema herî girîng a vê yekê daxwaza maf
a li ser hemû parçeyan a Kurdistanê ye. Yanî rêxistineke ji
baþûrê Kurdistanê wî heqî ji xwe re dibîne ku li bakurê
Kurdistanê faaliyetê bimeþîne û bike bexçeyê piþtmala
têkoþîna xwe. Heman tiþt ji bo rêxistinên parçeyên din jî
heye.
Mirov vê yekê heta dereceyekê dikane
fam bike. Yanî Kurdistan welatê hemû Kurdan e, her wiha cihê
têkoþîna hemû rêxistinan e. Lewra di encamê de ev rêxistin ji
bo berjewendiyên hemû kurdan e. Qet rêxistinek li ser axa
Kurdistanê nabe mêvan û rêxistinên wî parçeyî nikanin
muameleya mêvanan ji rêxistinên parçeyên din re bikin û xwe
wekî xwediyên malê bihesibînin. Mirov ji kîjan kurdî bipirse ew
ê vê yekê wisa qebûl bike. Lê wekî ku min got heta dereceyekê.
Gava ku mirov parçeyekî din ê welêt
ji bo têkoþîna xwe bike cih, mirov li ser wî parçeyî dibe
xwediya maf. Ev ji bo rêxistinan jî wisa ye. Rêxistineke ji Bakur
dikane li Baþûrê welêt bibe xwediya maf, an jî berovajî wê ji
baþûrê Kurdistanê jî rêxistineke dikane li Bakurê welêt bibe
xwediya maf. Dereceya vê jî, heta lihevkirina rêxistineke ji
parçeyekî din ê welêt, bi hemû rêxistinan re aþ be. Þaþî û
çewtiyên kurdan heta niha li ser vê dereceyê bûn, ku vana li
hevdu nekirine. Rêxistinên kurdan xwe wekî navend hesibandine û
yên din jî diviyabû bi vê navendê hatibana girêdan.
Tenê PKK`ê ji salên 1990`î ve ye ev
yek xira kiriye. Bi taybetî jî di salên dawiyê de, kevneþopiya
PKK`ê çêbûye ku, bi rêxistinên parçeyên din re di nava
hevkariyê de be. Saziyên PKK`ê pêþengiya wan kiriye, ji bo vê
yekê her xebitîne. Lê encama li holê ew e ku, xeynî PKK`ê tu
rêxistinên din xwe nêzî vê hevkariyê nekirine û lihevhatina
xwe ya bi PKK`ê re di asteke teng de hiþtine. Bi taybetî jî
rêxistinên baþûrê Kurdistanê xwediyên vê helwestê ne.
Gava ku mirov bifikire ku rêveberên
baþûrê Kurdistanê çawa gotine ku ewê `þerê birakujiyê nekin`
ev yek bêtir derdikeve pêþ. Wekî ku tiþtekî gelekî li pêþ e
ev gotin ji devên rayedarên Baþûrî derdiket. Hin kesan wateya
lihevkirina di nava rêxistinên kurdan de, li vê gotina rayaderên
Baþûrî kirin. Lê wateya rastîn a vê gotinê jî ew bû ku
rayedarên baþûrî digot, `temam em ê we nekujin, lê kî li we xe
em bi ser we ve nayên` Mantiqa vê gotinê cihêkariyeke mezin e ku,
bi xwe re xetereke mezin ji welêt re aniye.
Rayedarên baþûrê Kurdistanê xwe
xwediyên welêt hesibandin û hemû rêxistinên parçeyên din jî
mêvan. Lê wê li van mêvanên xwe jî xwedî derneketa û bi
dijminên wan re li hev kiriba. Di roja me de, ji têkiliyên bi
Tirkiye û Îranê re yên baþûrê Kurdistanê ev encam derketiye.
Wan dijmin nahesibînin û heta xwediyên alîkariya wan in, li dijî
wan rêxistinên din. Eger mirov bi xwe nizanibe ew ê li dijî vê
helwesta baþûriyan ji kurdayetiya xwe nefret bike. Baþ e ku
mirovên me bi xwe zanin û li kurdayetiya xwe xwedî derdikevin.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 03-05-2008 11:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 3 time. You can leave a comment.
Last update on 03-05-2008 11:03 Views: 88
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 88