• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Lihevkirina kurdan nîn e
Lihevkirina kurdan nîn e Binivîse E-posta
 
Li ser hevkariya kurdan wekî rêxistinên parçeyên cihê gelek tiþt hatin gotin. Lê her ev yek pêk nehat. Li gorî min sedema herî girîng a vê yekê daxwaza maf a li ser hemû parçeyan a Kurdistanê ye. Yanî rêxistineke ji baþûrê Kurdistanê wî heqî ji xwe re dibîne ku li bakurê Kurdistanê faaliyetê bimeþîne û bike bexçeyê piþtmala têkoþîna xwe. Heman tiþt ji bo rêxistinên parçeyên din jî heye.

Mirov vê yekê heta dereceyekê dikane fam bike. Yanî Kurdistan welatê hemû Kurdan e, her wiha cihê têkoþîna hemû rêxistinan e. Lewra di encamê de ev rêxistin ji bo berjewendiyên hemû kurdan e. Qet rêxistinek li ser axa Kurdistanê nabe mêvan û rêxistinên wî parçeyî nikanin muameleya mêvanan ji rêxistinên parçeyên din re bikin û xwe wekî xwediyên malê bihesibînin. Mirov ji kîjan kurdî bipirse ew ê vê yekê wisa qebûl bike. Lê wekî ku min got heta dereceyekê.

Gava ku mirov parçeyekî din ê welêt ji bo têkoþîna xwe bike cih, mirov li ser wî parçeyî dibe xwediya maf. Ev ji bo rêxistinan jî wisa ye. Rêxistineke ji Bakur dikane li Baþûrê welêt bibe xwediya maf, an jî berovajî wê ji baþûrê Kurdistanê jî rêxistineke dikane li Bakurê welêt bibe xwediya maf. Dereceya vê jî, heta lihevkirina rêxistineke ji parçeyekî din ê welêt, bi hemû rêxistinan re aþ be. Þaþî û çewtiyên kurdan heta niha li ser vê dereceyê bûn, ku vana li hevdu nekirine. Rêxistinên kurdan xwe wekî navend hesibandine û yên din jî diviyabû bi vê navendê hatibana girêdan.

Tenê PKK`ê ji salên 1990`î ve ye ev yek xira kiriye. Bi taybetî jî di salên dawiyê de, kevneþopiya PKK`ê çêbûye ku, bi rêxistinên parçeyên din re di nava hevkariyê de be. Saziyên PKK`ê pêþengiya wan kiriye, ji bo vê yekê her xebitîne. Lê encama li holê ew e ku, xeynî PKK`ê tu rêxistinên din xwe nêzî vê hevkariyê nekirine û lihevhatina xwe ya bi PKK`ê re di asteke teng de hiþtine. Bi taybetî jî rêxistinên baþûrê Kurdistanê xwediyên vê helwestê ne.

Gava ku mirov bifikire ku rêveberên baþûrê Kurdistanê çawa gotine ku ewê `þerê birakujiyê nekin` ev yek bêtir derdikeve pêþ. Wekî ku tiþtekî gelekî li pêþ e ev gotin ji devên rayedarên Baþûrî derdiket. Hin kesan wateya lihevkirina di nava rêxistinên kurdan de, li vê gotina rayaderên Baþûrî kirin. Lê wateya rastîn a vê gotinê jî ew bû ku rayedarên baþûrî digot, `temam em ê we nekujin, lê kî li we xe em bi ser we ve nayên` Mantiqa vê gotinê cihêkariyeke mezin e ku, bi xwe re xetereke mezin ji welêt re aniye.

Rayedarên baþûrê Kurdistanê xwe xwediyên welêt hesibandin û hemû rêxistinên parçeyên din jî mêvan. Lê wê li van mêvanên xwe jî xwedî derneketa û bi dijminên wan re li hev kiriba. Di roja me de, ji têkiliyên bi Tirkiye û Îranê re yên baþûrê Kurdistanê ev encam derketiye. Wan dijmin nahesibînin û heta xwediyên alîkariya wan in, li dijî wan rêxistinên din. Eger mirov bi xwe nizanibe ew ê li dijî vê helwesta baþûriyan ji kurdayetiya xwe nefret bike. Baþ e ku mirovên me bi xwe zanin û li kurdayetiya xwe xwedî derdikevin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

 


03-05-2008 11:03 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 03-05-2008 11:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 2 time. You can leave a comment. Last update on 03-05-2008 11:03
Views: 80    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;