Rûyê li hemberî Îranê yê YE’yê êdî rûyekî tirþ e. Ew welatên mezin ên parzemîna kevn ku bi Îranê re xwediyên têkiliyên demdirêj in, êdî xwe nêzîkî DYA’yê dikin. Ev guherîn di rojên çûyina Tony Blairê Brîtanî û hatina ser hukim a Serokomarê Fransî Nicholas Sarkozy, pêk hat. Êdî ji bilî hevaltiya adetî ya Brîtanyayê, hevaltiya Fransayê jî bi Amerîkayê re çêbûye. Ev yek jî tesîreke ji aliyê Îranê ve negatîf, li pêvajoya Rojhilata Navîn dike.
Mijara Îranê di dema gera Sarkozy ya DYA’yê de hatibû rojevê. Sarkozy ku li Camp Davidê, bi malbatî bûbû mêvanê serokdewlet Bush, soza dijberiya Îranê dabû. Ev soza wî bi axaftina Bernard Kouchnerê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê aþkera bû. Ku Kouchner þerkirina li dijî Îranê anî rojevê û ev rojev bi temamiya Ewropayê da qebûlkirin. Her wiha li vê derê tevlibûna temamî ya NATO’yê ya Fransayê jî hate axivîn ku Fransa di baskê leþkerî yê NATO’yê de cih nagire. Ji vî alî ve jî, tevlibûna xwe ya planên DYA’yê yên ji bo Rojhilata Navîn, di ser endametiya tam a NATO’yê Fransayê dida îlankirin.
Fransa li Lubnanê xwediyê roleke girîng e ku vê rola xwe jî niha bi DYA’yê re parve dike. Lewra li Lubnanê derketina dijî Hizbullahê divê. Ji ber ku Hizbullah jî xwediyê girêdanka mezin a bi Îranê re ye, Îran dibe hedefa þirîk a van welatan. Di berdêla Hizbullah û Îranê de jî, çareseriya pirsgirêka Filistînê rojev e. Ev yek li dema hevdîtina
Serokdewletê DYA’yê George Bush û Serokdewletê Filistînê Mahmud Abbas de, bi hemû aþkerabûna xwe li holê bû. Bush, di dema vê hevdîtinê de ji Abbas re got ku ew piþtgiriya damezirandina dewleta Filistînê dike. Lewra ew qanih bûye ku, li kêleka dewleta Îsraîlê, dikare dewleta Filistînê jî bê damezirandin û ji bo pêkhatina vê yekê çi alîkarî pêwîst be, dê bide rêveberiya Abbas. Abbas jî, ji Bush re spas kir û got ku ew baweriyê bi hewldana DYA yê ya ji bo aþtiya Rojhilata Navîn tînin.
Almanya jî di warê Îranê de helwesta xwe tund kiriye. Ev yek ji devê Þansolyeya wê hate bihîstin. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku divê civaka navneteweyî bi awayekî tund li dijî krîza nukleerî ya Îranê derkeve. Merkel di axaftina xwe ya civîna Lijneya Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî de got: “Heke ku Tehran di rewþa xwe ya niha de bi israr be, dê em ê weke Almanya ji bo kirinên giran hewl bidin.” Merkel wiha dawî li axaftina anî. “Xwedîbûna bombeyan ya Îranê ji bo Îsraîl û ji bo dinyayê encamek wêranî derdixe hole. Ewlehiya Îsraîlê ji bo dewleta Almanyayê tu carî nabe mijara guftugoyê.”
Di heman dema van daxuyaniyan de, plana êrîþkirina Îranê ya DYA’yê jî kete rojevê. Kovara Newsweekê ev plan ji devê Dick Cheneyê alîkarê Bush ragihandibû. Li gorî vê planê, Cheney alîgire ku li dijî tesîsên nukleerî yên Nantazê, ku Îran dixwaze li vê derê çekên atomîk çêbike, Îsraîl êrîþeke bi sînor pêk bîne. Ev êrîþa, ji aliyê Îranê ve bê bersivandin û ew ê jî li gorî vê bersivê tevbigerin. Ku di vê tevgera amerîkiyan de jî, êrîþeke hewayî ya întensîf tê xwestin. Dema vê tevgerê jî nêzîk dixuye.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 05-10-2007 14:52. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 34 time. You can leave a comment.
Last update on 05-10-2007 14:52 Views: 516
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 516