• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Kurdên Almanyayê
Kurdên Almanyayê Binivîse E-posta
 

Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê YEK-KOM di dawiya hefteyê de kongreya xwe pêk anî. YEK-KOM, bi komeleyên xwe li her çar aliyê Almanyayê bi cih bûye. Ji vî alî ve belkî saziya herî mezin a kurdan be ku xwediyê ewqas þaxan e. Ev mezinbûna wê xwediyê dîrokeke kevn e. Ev dîrok gava ku welatên Ewropa di serî de jî Almanya ji ber kêmasiya hêza kar, ji Tirkiyeyê karker xwestin, dest pê kiribû. Bi vê biryarê re, ji Tirkiyeyê bi hezaran kes qefle bi qefle derbasî xaka Almanyayê bûn. Li nava karkerên ji Tirkiyeyê dihatin kurd jî pir bûn.

 Piþtî cûntaya leþkerî ya 12`ê Îlonê yên ku xwe ji vê zilm û zordariyê xilas dikir, mecbûr man û berê xwe didan welatên Ewropayê. Û bi vî awayî êdî kurd ne tenê di nava karkerên tirk de weke karkerên tirkiyeyî bûn, ew êdî kurdên têkoþer bûn. Hewldanên ji bo avakirina sazî û komeleyan jî di van deman de dest pê dike. Di vê demê de li Almanyayê partiyên deshilatdar jî piþtgirîyeke xurt didan komeleyên kurdan. Di sala 1984’an de hejmara komeleyên kurdan li Almanyayê 7 bûn û di vê demê de federasyona bi navê FEYKA KURDISTAN tê avakirin.

Lê belê di salên piþtre de li dijî komeleyên kurdan li Almanyayê astengî û êrîþ dest pê dikin û li himberî vê yekê jî berxwedana gelê kurd. Bi van calakiyan civaka Almanya êdî ji berê zêdetir kurdan nas dike û li ser kurdan diaxive. Salên 90î de Li Kurdistanê þer giran bibû. Þewitandina gundan, girtin, îþkence û kuþtin. Ji ber van sedeman, hejmara koçberan li Almanyayê zêde bûbû. PKK’ê cara yekem li hemberî dewleta tirk agirbest îlan kiribû. Qedexekirina sazî û komeleyên kurdan ya dewleta Almanyayê piþtî vê gava mezin hatibû.

Piþtî biryara wezerata karê hindir a Almanyayê ya qedexekirina PKK’ê êriþên li ser komeleyan jî dest pê kir. Hêzên ewlekekariya Almanyayê deriyên komeleyan bi zorê diþikandin û diketine nava komeleyan. Lê belê, kurdan li hemberî van qedexe û êriþan komeleyên xwe heta roja îro parastin. Her wiha di vî warî de gavên mezintir jî avêtin.

Kurdan piþtî qedexeya Feyka Kurdistan di sala 1994’an de YEK-KOM ava kirin. Dîsa ji hingê ve ye ku, li Almanyayê komeleyên kurdan û saziya wan a sîwanî YEK-KOM, her bûye mexdûra êrîþ û astengan. Dîsa tevî van êrîþan îroj YEK-KOM her xwediya wê þansê ye ku, bikanibe hemû kurdên li Almanyayê himbêz bike. Ev himbêzkirina wê jî, bi karûbarên bicihanîna pêwistiyên mirovên koçber dikane bigihêje asteke li gorî dilan. Lewra heta niha jî, ji aliyê bûyina bersiva daxwazên koçberên kurd ve, YEK-KOM her tê rexnekirin. Bi zanebûna ku Almanya û nifûsa kurdan a li Almanyayê dikane di çareseriya pirsgirêka me de rolekê bileyîze, YEK-KOM bibe rola sereke.

06-01-2008 07:54 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 06-01-2008 07:54. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 28 time. You can leave a comment. Last update on 06-01-2008 07:54
Views: 530    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;