• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Kerkûk Kurdistan e?
Kerkûk Kurdistan e? Binivîse E-posta
 

Di demekê de ku Tirkiye bombeyên har bi ser welat de dibarîne, pêþniyara paþdexistina referandûma Kerkûkê hat. Parlamentoya Herêma Federal a Baþûrê Kurdistanê jî pêþniyara paþdexistinê ya ji bo þeþ mehan erê kir. Lê fikar û metirsî ew e ku, ev nebe þeþ mehên bi tenê û çend carên din jî bi bahaneyên cihê ev referandûm were taloqkirin.

Taloqkirina referandûmê jî ji aliyê gelek kesan ve wekî tawîzeke kurdan tê dîtin. Lewra, ji bo pêkanîna madeya 140’î ya Qanûnanbingehîn a Iraqê, tevî gelek hewldanên kurdan aliyê dinê Iraqê, gaveke berbiçav neavêtibû. Li ser dawiyê jî nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê wazîfedar bo ku referandûm bi paþde were xistin peþniyar kirbû.

Sedemên vê paþdexistinê jî wekî sedemên teknîkî hatine vegotin. Lê di kûrahiya xwe de ev sedem, sedema ji ber helwestên siyasî ye. Bi taybetî jî guherîna helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî sedema herî li pêþçavan a siyasî derdikeve pêþ. Wezîra Karên Derve ya DYA`yê Condooleeza Rice, piþtî biryara taloqkirinê ya ji meclîsa Kerkûkê hat, ji niþkave çû vêderê û piþtgiriya xwe ya ji bo biryara taloxkirinê ragihand.

Lê ev helwesta DYA`yê berê ne wisa bû. Hikûmeta Iraqê ku piþtî rûxandina Sedam hatibû avakirin, destûreke bingehîn a demborî qebûl kiribûn û di vê destûrê de xala 58`emîn ji bo sererastkirina pirsgirêka Kerkûkê hatibû danîn. Di nivîseke xwe de rojnamevan Adnan Mistefa dibêje: `DYA û Îngilistanê piþtgirî dane xala 58'emîn û vê piþtgiriya xwe bi þandina nameyên ji Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Berzanî re fermîkirin.`

Ev desteka fermî ya van dewletan dema Qanûnanbingehîn a Iraqê hate pejirandin jî berdewam kir.  Tiþta herî girîng a vê xalê (ku wek xala 140’emîn hat nûkirin) dixwaze ev he ku heta dawiya sala 2007 an referandûmek li Kerkûkê pêk were. Herkes jî dizanibû ku di encama vê referandûmê de ew ê erêkirina Kerkûkê ya bi Kurdistanê ve bê girêdan dê derketa holê. Bêguman Kerkûk ji bo Amerîkayê cihekî girîng e. Rêveberên Amerîkayê digotin ew dixwazin Kerkûk bi ser herêma Kurdistanê ve were girêdan.

Lê di demên dawî de ev daxuyaniyên amerîkiyan gelekî guherîn û bahsa îstikrara tevahiya Iraqê kirin ku ev yek bi helwesta wan a dibêjin petrola Kurdistanê ya hemû Iraqê ye xwe nîþan dide.  Tirkiyeya ku li dijî Baþûrê Kurdistanê xwediya operasyona leþkerî ye  her tim li dijî referandûma Kerkûkê derketiye. Ji vê jî zêdetir îdîaya Tirkiyeyê ya Tirkmenbûna Kerkûkê heye ku li ser vê yekê gelekî dekûdolaban demeþîne.

Gelekî hate gotin ku Tirkiye di nav hewldanên bêîstikrarkirina baþûrê Kurdistanê de ye û ji bo ku li Kerkûkê þerê qirêj bidomîne hêzên îstîxbaratî ava kirine. Sûriye û Îran jî li ser vê yekê piþtgiriya Tirkiyeyê dikin. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser pirsgirêka Kerkûkê her bal kiþandiye ser hewldana dewletên dagirker ên Kurdistanê.

KCK, bo ku pêþî livê bigire hertim pêwîstiya polîtîka hevgirtî a netewayî ya ji bo Kerkûkê ji rojevê danexistiye. Lê di xuye ku partiyên Baþûrê Kurdistanê ji ber hin berjewendiyên teng ên xwe û malbatên xwe hiþk girtine. Heke wisan bidome dê Kerkûk ji dest here. A rast ev e ku divê gel ji bo bang û hewildanên polîtîka netewayi ya Kerkûkê dakevin kolanan û xwedî li berjewandiyên xwa yên netewayî derkevin.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

30-12-2007 07:33 Editor
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 30-12-2007 07:33. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 29 time. You can leave a comment. Last update on 30-12-2007 07:42
Views: 523    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;