• Narrow screen resolution
  • Wide screen resolution
  • Auto width resolution
  • Increase font size
  • Decrease font size
  • Default font size
  • default color
  • red color
  • green color

Duþem
12
gulan
Mal arrow Kakþar Oremar arrow Ji dagiriya Baþûr re dem heye
Ji dagiriya Baþûr re dem heye Binivîse E-posta
 

Niha piþtî biryara meclîsa Tirk destpêkirina operasyoneke li dijî baþûrê Kurdistanê hema hema ji sedî sed e. Lewra divê Tirkiye bi awayekî hêza xwe ya leþkerî bi kar bîne. Ev yekê jî divê ji bo rawestandina fikarên li nava welatê xwe afirandiye dê bike. Jixwe bi awayekî Tirkiye gihîþtiye armanca xwe ya destabîlîzekirina baþûrê Kurdistanê.

Ev tehdîta operasyonê yan jî dageriya vî parçeyî welêt ew ê heta salekê di rojevê de be, lewra, heta salekê destûr ji hikûmetê re hatiye dayîn ku, leþkeran biþîne derve ew sînorên xwe yên çêkirî.

Gava ku mirov li rewþa heyî dinêre, dikane bi hêsanî bibêje ku, dema operasyoneke leþkerî ew ê ne demeke zû be û hema di van rojan de dê pêk neyê. Ew ê di destpêka meha mijdarê de li Stenbolê civîna firehkîrî ya welatên cîranên Iraqê çêbibe. Gereke li benda vê civînê bimînin. Dîsa gera Bexdayê ya Alî Babacanê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê hatiye plankirin. Ê di ser vanan giþa re jî gera Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a DYA`yê heye ku ew ê li vê derê bi Bush re hev bibîne.

Di vê rewþê de mantikê mirov dibêje gereke di van rojan de operasyon pêk neyê. Lê tabî ev Tirkiye ye û çavsoriya wê her tê zanîn. Artêþa xwediya welêt dikane rewþeke defakto biafirîne û li benda vana nemîne. Lewra bi topbarana xwe ya baþûrê Kurdistanê ev yek kiriye û li hemberî vê kirina wê jî bi tu awayî ji bilî gazinan kesî tiþtek jê re negotiye. Yanî carekê artêþê xwe ceribandiye û mirovên xwe fêrî vê yekê kiriye, dikane careke din vê êrîþa xwe zêdetir bike. Heta dageriyê...

Bi derketina pêþ a helwesta Tirkiyeyê re, ya pêkanîna operasyoneke li dijî baþûrê Kurdistanê, ji aliyê gelek derdoran ve Tirkiye hate hiþyarkirin. Ev hiþyariyên han ji roja nehê cotmehê ve ye, ku hingê daxwaza operasyonekê ji aliyê Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan ve hatibû zimên, her bi dubareyî berdewam kir. Ev hefteyeke li ser hevdu rayedarên Dewletên Yekbêyî yên Amerîkayê, ji bo baþûrê Kurdistanê dager neke, Tirkiyeyê hiþyar kirin. Herî dawîn jî ev hiþyarî ji devê Serokê DYA`yê George W. Bush hate bihîstin.

Ne hewceyî gelek spekulasyona ne. Niha dîplomasiya navneteweyî di dewrê de ye û ji her alî ve navbeynkar di rê de ne. Ew ê bi awayekî Tirkiye were qanihkirin û dê nehêlin dageriya baþûrê Kurdistanê pêk were. Lê ev qanihbûna Tirkiyeyê ew ê gelekî dirêj najo. Lewra di encamê de Tirkiye ji hebûna Kurdistana federe ve ku ber bi xweseriya xwe ve gavên girîng avêtine aciz e û ji bo fetisandina wê, dê hînê gelek karan bike.

Ji ber vê yekê ye ku bi kurdan re ew hestê daxwaza çûyina leþkerên Tirk a baþûrê Kurdistanê tê xwestin. Kurd dixwazin ji vê tehdîtê azad bibin. Her çiqasî ew ê encama vê yekê þerekî li salan belavbûyî be jî, kurd ji vî þerî re hazir dixuyin. Li vê derê tenê bibiryarbûyina kurdan a li ser yekitiya neteweyî divê ku di vê rewþa aloz de, ji kurdan re tiþtê herî pêwist jî ev e. Kurdên xwediyê van hestan jî bi hêsanî dikanin bêjin; `bila artêþa Tirk were vî parçeyî jî, em ê þer bikin`.

Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be

20-10-2007 08:03
Quote this article in websiteFavouredPrintSend to friendRelated articlesSave this to del.icio.us
This entry was posted on 20-10-2007 08:03. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 30 time. You can leave a comment. Last update on 20-10-2007 08:03
Views: 689    
Users' Comments (0)RSS feed comment
Average user rating
   (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.

No comment posted



mXcomment 1.0.6 © 2007-2008 - visualclinic.fr
License Creative Commons - Some rights reserved
Jêr; A beriya wê   A piþtî wê jor;