Di wê demê de ku zarokên
agir bi lastîkan dixistin ji polîsan direviyan,
serobinobûna rojeva Tirkiyeyê hebû. Ew polîsên
bi du zarokên kurdan ketibûn, li Enqere û Stenbolê
jî diavêt ser hin malên kesên naskirî
yên `komarparêz`. Operasyona Ergenekonê pêl
bi pêl hatibû û li ser dawiyê jî
veguhezî tsunamiyê. Hinan jê re gotin operasyoneke
rûtîn lê li dijî kesên navdar, hinan
got darbeya sivîl û hin kesan jî got ku ev
hewldaneke guherîna rojevê ye, ku naxwazin mesaja ji
pîrozbahiyên Newrozê derkeve bê bihîstin.
Di eslê xwe de operasyoneke bi vî
rengî, li Tirkiyeyê qet nedihate payîn. Lewre ev
dihate wateya paqijkirina dewletê ya ji çete û
komikên qatil ku ji bo parastina pergalê dihatine
bikaranîn. Gava ku tiþtekî wisa bibûya diviyabû
li hemû pergalê belav bibûya. Ji ber ku li welatên
din, bi taybetî li welatên niha yên YE`yê, ev
wisa bûbû. Gelek kesan jî ji vê operasyonê
paqijkirina Tirkiyeyê hêvî kirin. Lê gava ku
li welatên din ev paqijî pêk dihat, li piþt
perdeyê hêzeke an jî hêzên ji wan
komikan mezintir hebûn ku lez didan wê pêvajoyê.
Li welatên Ewropayê ew hêz YE bû. Li deverên
din jî, dewletên serdestên wan û dewletên
berê wan wekî kolonî bikaranîbûn ev yek
dikirin. Li Tirkiyeyê jî gelek kes li vê yekê
geriyan ka ew hêza mezin a li piþtperdeya vê paqijiyê
kî bû. Adresa herî naskirî jî DYA ye.
Ku li gorî dîtina populer, DYA`yê ji ew endamên
`Ergenekon`ê piþtgiriya xwe kiþandiye û ew piþtgirî
daye AKP`ê. Ev jî bûye sedema panîka li nava
çetevanên vê rêxistinê, ku bi
þaþkirina riya xwe jî bûne qurbanên vê
operasyonê.
Hebûna DYA`yê an jî
rola wê ya her aþkera ye, wekî ku Tirkiye dewleteke berê
koloniyawê bûye, DYA tevdigere. Bi awayekî jî,
Tirkiye baxçê mala DYA`yê ye ku li piþta deryayan
maye. Ev tevgera DYA`yê di vê operasyonê de jî,
ji demeke dirêj ve ye hebûna xwe dabû hîskirin.
Lewra Tirkiye devereke ku di vê pêvajoya guherandina
Rojhilata Navîn de, DYA hewceyî wê ye. Ji wê
jî zêdetir hewceyî hevalbendiya gelê wê
ye. Ev bi mehane jî, gelê Tirkiyeyê xwediyê
sempatiyeke mezin a ji DYA`yê re ye.
Ji her kesî re aþkera ye ku, ew
ê DYA bixwaze Tirkiyeyê li herêmê li dijî
dijminên berjewendiyên xwe bide þerkirin. Ev þer jî
ew ê li dijî cîranên Tirkiyeyê be. DYA
li gorî pîvanên xwe vê hevalbendiya Tirkiyeyê
bi dest xistiye û di berdêla vê de jî, hêviya
dijminatiya xwe ya ji kurdan re dabû ew `komarparêzan`.
Ev hêvî hînê bi mehan beriya operasyona
hewayî gelekî hatibû xurtkirin ku, hemû
çapemeniyê vê rola ji bo wan girîng a DYA`yê
derxistibû manþetan. Digotin wan di têkeliyên bi
DYA`yê re dest bi pêvajoyeke nû ya stratejîk
kirine. Heta ew operasyona namdar a li dijî baþûrê
Kurdistanê ew `komarparêz` bi vê hêviê
tevgeriyan. Lê di dema wê operasyonê de, li dijî
wan jî operasyona hevalbendê wan hebû ku bi destê
AKP`ê dihate meþandin. Ji bo ew zarokê êgir ku di
rojên Newrozê de dibû qurbanê êrîþa
polîsan, ha AKP ha `Komarparêz`! Yek e! Kîjan xwedî
îktidar be, ew ê rewþa wî neguhere. Polîs
polîsê AKP`ê ye, rêveber rêveberê
çetevan e. Di vî qaþo `þer`ê di nava kûrahiya
dewletê de, encam lihevkirine. Kompromî, dê wekî
hev-îdarekirinê pêk were. Û li dewsa çeteya
`Ergenekon`ê çeteyeke din bi cih bibe. Ew ê li hev
bikin hewte-hewt, lê îþkenceyê li kurdan bikin.
Tiþtê bi tenê yê li pêþiya zarokên
êgir, berxwedan e. Vê jî baþ dikin. Êdî
ne ew kesên ku xwedêgiravî ji bo aþtiya Tirkiyeyê
çalak in û ne jî dostên li piþta deryayan,
dikanin xwe bigihêjînin wî zarokî.
Ev navnîþana maîlê ji bo botên spaman hatiye parastin, ji bo hûn bibînin divê Javascripta we vekirî be
This entry was posted on 29-03-2008 08:39. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. This article was favoured 11 time. You can leave a comment.
Last update on 29-03-2008 08:39 Views: 223
Users' Comments (0)
Average user rating (0 vote)
Only registered users can comment an article. Please login or register.
Views: 223